Ji Zembilfiroş heta îro
AMED (DÎHA) - Li Amedê di gelek atolyeyên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hunera desta tê hînkirin û ev yek belav dibe. Atolyeya ku herî zêde eleqeyê dibîne jî perwerdehiya sepeta zilûk a ji efsaneya Zembilfiroş heta îro gelê herêmê pê mijûl dibe.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo belavkirin û zindîkirina pîşeyên ku tune dibin gelek atolyeyên kursan vekir. Hunera ebru, seramîk, çêkirina sepetên zilûk di kursan de tên hînkirin û li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hatine vekirin. Dİ nava kursan de herî zêde jî çêkirina sepekên zilûk eleqeyê dibîne. Li vir 24 xwendekar perwerde dibe.
Hem hîn dibin hem jî hildiberînin
Mehmet Kayayê ku li atolyeyê ders dide xebatên xwe vegot. Kaya diyar kir ku qeşçikên genim û qoçanên garis ên ku di mehên tîrmeh, tebax û îlonê de tên komkirin di bin tavê de zuwa dikin piştre jî kursiyer wan di atolyeyê de bi boyaxa kokê boyax dikin û modelên sepetan çêdikin. Kaya anî ziman ku kursiyen hema ku hemû modelan çêdikin, di dawiya hefteyê de kursiyer perwerde dibin di dawiya hefteyê de jî vê yekê dixin pratîkê.
Kevneşopiya ji Zembilfiroşê heta roja îro
Kaya bilêv kir ku di atolyeyên wan de sepatên 90 salan jî tên pêşandan û ev agahî da: "Zilûkê bi dîroka mirovahiyê re dest pê kiriye. Mirov ji bo ku xwarinên xwe veşêrin sepetên bi vî rengî çêdikirin û dixistin hundir." Kaya destnîşan kir ku ji efsaneya Zembilfiroşê ya li navçeya Farqînê hatiye jiyîn îlham tê girtin û divê ev bê belavkirin û wiha beredwam kir: "Zembilforiş mirovekî dewlemen e. Şahiyê hez dike. Rojekî dema ku li ber goristanê derbas dibe tê bîna wî ku ew fanî ne û hemû hebûna xwe datîne aliyeke û li Farqînê bi cih dibe. sepeta zilûk çêdike û difiroşe, jiyaneke mutewazî didomîne. Ji xwe re jî dibêje Zembilfiroş. Niha tişta ku em dikin jî ev çand domandin e."
'Ji bo jiyandina hunerê'
Kaya yê ku mamostetiye fenê xwendiye diyar kir ku demeke dikana mobilya şixulandiye lê piştre dest bi vî karî kiriye. Kaya anî ziman ku ji bo atolyeya li Sumerparkê eleqe zêde ye û herî dawî wiha got: "Vî hunerî ji bo firotinê na ji bo çandekî winda bûye belav bikin û bigihînin cihekê em didomînin."
(sa)