DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Abbasî bi ahengeke muzîkî reng û dengê mîhrîcanê xemiland

 
11 Gulan
10:11 2016

STENBOL (DÎHA) - Di çarçoveya 2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê hunermenda navdar Yalda Abbasî bi ahengeke muzîkî reng û dengê mîhrîcanê xemiland.

Mêvana 2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê ya ji aliyê Navenda Çandê ya Mezpotamyayê hat lidarxistin, Yalda Abbasî bû. Her wiha hunermendê bi nav û dengê yê şingalî Tehsîn Xidir ê ku dê di heman şevê de konsera wî bihata lidarxistin jî, ji ber ji Başûrê Kurdistanê çûyîna wî ya Tirkiyeyî hat astengkirin, nikaribû were Stenbolê.

Konsera li Şanoya Kenterê hat lidarxistin bala gelek guhdervanan kişand. Ji ber gelek kes beşdarî konserê bûn, gelek welatî li ser piya manû bi kêf û peroş guhdariya Abbasî kirin.

Di konserê de dema Abbasî strana xwe yî "Lê Yarê" stirî, li eywanê kêliyekê bênavber çepik ji Abbasî û koma wê re hatin lêxistin.

Piştî konserê NÇM plaket diyarî Abbasî û koma wê kir. Her wiha di salonê de gelek guhdervan bi Abbasî re wêne kêşan û Abbasî li ser dikê bi guhhdervanan re bi awayekî giştî "selfîe" kêşa.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN