DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Dengbêjiyê li kolanên Agiriyê dide jiyandin

 
12 Gulan
09:41 2016

AYŞE KURAN

AGIRÎ (DÎHA)
- Li Agiriya ku bûye malovanê dengbêjiya Evdalê Zeynikê û Şakiro, karkerê paqijiyê Hasan Nurî Kitnur li aliyike kolanên bajar paqij dike li aliyê din jî kilamên Şakiro, Kawîs Axa û Nuro ve kevneşopiya dengbêjiyê berdewam dike.

Kevneşopiya dengbêjiyê ku wekî "Homerosê kurdan" tê zanîn li Agiriyê wekî mîrateyekî dîrokî tê xwedîlêderketin. Yek ji kesê ku xwedî li mîrateya dengbêjan derdekive jî karkerê paqijiyê yê Şaredariyê Agiriyê Hasan Nurî Kitnur e. Kitnur li aliyeke kilamên Şakiro distrê li aleyeke jî dixebite. Çîroka wî jî ji yên denbêjiyê dikin cuda ye. Kitnur li gundan di diwanên dengbêjan de kilam jiber kiriye çi karî bike jî kilaman dibêje, niha jî dema paqijiyê dike denbêjiyê dike.

Kitnur ê ku bavê 8 zarokan e û 2 sal in di Şaredariya Agiriyê de dixebite dema ku paqijiyê dike jî kilamên Şakiro, Kawîs Axa û Nuro distre. Kitnur wiha got: "Ez di karê paqijiyê de dixebitim, bi hezkirinê dikim û nanê xwe qezend dikim. Dema ku karê xwe dikim dengbêjiyê jî dikim. DEma ku mirov bi kêfxweşî neke dem jî jiyan jî derbas nabe. Hinek jî wekî 'ev karkerê bêaqil e' li min dinêrin. Hinek serbilind in lê ez guh nadim wan."

'Sihet xweş'

Kitnur ê ku li Çadeya Wanê ya Kevn bi şev dixebite dema ku karê xwe dike bi dengeke bilind jî dengbêjiyê dike. Kitnur ji aliyê esnafên herêmê ve jî tê naskirin kesên ku di rê de derbas dibin jî bi gotina "sihet xweş" piştgiriyê didin wî.

Kitnur wiha got: "Berê dengbêj pir bi qîmet bûn. Dema ku dengbêj kilaman dibêjin, mirov bisaetan guhar dikirin. Niha jî dema ku dengbêj dibêjin radibin û diçin. Berê li hemberî dengbêjan û kilaman rêz hebû niha ji sed kesan yek ancax dengbêjan guhdar dikin. Berê kaset hebûn. Li meclîsa gundan dihatin gudarkirin. Niha hemû tişt winda bûye. Aramî tuneye, şer heye. Dîwanên dengbêjan nema." Kitnur got ku divê xwedîlêderketina dengbêjiyê hebe.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN