DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Standa pirtûkên kurdî hate vekirin

 
12 Gulan
14:10 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - KURDÎ-DER a Mêrsînê bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî bal kişand pêkûtiyên li ser kurdî û standa pirtûkna vekir.

KURDÎ-DER a Mêrsînê bi munasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ji bo balê bikişîne li ser pêkûtiyên li hemberî kurdî li Ozgur Çocuk Parki standa pirtûkên kurdî vekir. Li standê pankartên "Bê ziman jiyan nabe" "Bê ziwan heyat nêbeno" hatin daliqandin. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî standê dan. Ji mamosteyên komeleyê Serdar Karakeçî diyar kir ku armanc û hedefa wan jiyandina zimanê kurdî ye û wiha axivî: "Pêdiviya me bi piştevanî û xwedîlêderketina gel heye."

Karakeçî anî ziman ku di xwendina pirtûkên kurdî de gel zehmetî dikişîne, gel dikare bê komeleyê û zimanê xwe pêş bixin û bi vî rengî dikarin romanên kurdî bi rehetî bixwînin. Karakeçî da zanîn ku stand dê 3 rojan vekirî be û di standê de armanca wan zêdekirina eleqeya gel a ji bo kurdî ye û wiha got: "Ji bo jiyandina kurdî çi ji destê me tê em ê bikin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN