Mizgîn Tahir: Hêviyên gel ji me hene
STENBOL (DÎHA) - Opereta Kurd Mizgîn Tahir a ku bi pirsa "Ez dikarim çi li mûzîka Kurdî zêde bikim" dest bi mûzîkê dike, weke operetekê ku ji çavkaniyên dengbêjiyê heya dawî vedixwe, bi dehan berhemên giranbuha diafirîne. Tahir ji bo rola hunermendan anî ziman ku divê hunermend bibin nûnerên gel û wiha got "Hêviyên gel ji me hene. Çand ne tiştekî hêsan e, şerên mezin ji bo vê tê dayîn. Divê tu xwe bikî miriyê vî karî."
Duyemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurd a ku bi armanca gihandina nirx û berhemên çandî yên Kurdî bigihîne hemû gelan li Stenbolê tê lidarxistin, bi çalakiyên cûr bi cûr ên hunerî berdewam dike. Di çarçoweya mîhrîcanê de ji çar parçeyên Kurdistanê gelek hunermend, nivîskar û rewşenbîr, bi formên cihêreng ên hunerî û wêjeyî asoyên hunera Kurd radixin ber çavan. Yek ji hunermendên ku tevlî mîhrîcanê dibe jî opereta navdar Mizgîn Tahir e ku bi xwe ji bajarê Dirbesiyê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Tahir yek ji wan hunermendan e ku di salên dawî de li ser kokên çanda kurdî bi formên nûjen ên mûzîkal berheman diafirîne. Di mûzîka Tahir de li aliyekî çavkaniyên dengbêjiyê li aliyekî jî forma operayê heye û ew dikare bi hostayî van du formên ku ji hev pir dûr xuya dikin bikelîne.
Pirsa 'Ez dikarim çi li mûzîka Kurdî zêde bikim'
Tahir, her çiqas di nav malbateke ku bi mûzîkê re eleqeder e mezin bibe jî ji bo bikaribe konservatuarê bixwîne têkoşînek mezin dide. Tahir, li gel ku malbata wê naxwaze ku ew bibe mûzîkjen, li pey hest û daxwazên xwe ve diçe û li Şamê dema beşa Arkeolojiyê dixwîne, di heman demê de amadekariya konservatuarê dike. Tahir di van salan de di nav hewldana pêşxistina mûzîka Kurdî de ye û van pirsan ji xwe dike "Ez dikarim çi li ser mûzîka Kurdî zêde bikim? Huner û mûzîka gelê Kurd ku ewqas xurt e, çima negihe kesên din jî?"
Piştî arkeolojiyê vê carê konservatuar
Tahir piştî di beşa Arkeolojiyê de 2 salan dixwîne, li Şamê dest bi konservatuarê dike û li vir li ser operayê xebat dimeşîne. Tahir piştî keda salan tê Bakurê Kurdistanê û li vir jî li gel xebatên Navenda Çanda Cegerxwînê, li Êlihê jî Orkestraya Heskîfê ava dike. Li vir bi keda bi dehan hunermendan projeya bi navê KEYBANÛ tê afirandin û li bajarên weke Amed, Stenbol, Êlih, Dersim û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê konsêran dide.
Şoreşa Rojava, berxwedana Bakûr
Tahir li gel xebatên akademîk ên li Amed û Êlihê, di heman demê de di pêvajoya Şoreşa Rojava de 3 stranên ku şoreşê vedibêje diafirîne û pêşkeşî guhdaran dike. Tahir niha jî helbestek li ser êrîşên tevkujiyê yên li bajarên Kurdistanê nivisiye û li ser mûzîka vê helbestê dixebite. Tahir, dema di televîzyonê de dayikek temaşe dike û feryada wê ya "Tu dibêjî ev gerîla ne, ên ku min kuştine. Lê evê di zikê min de jî gerîla ye" dibe sedem ku vê helbestê binivîse.
'Dibe opera jî ji Rojhilat hatibe girtin'
Tahir diyar kir ku gelek nirxên çandî li ser axa Mezopotamyayê şîn bûye û wiha axivî: "Ez difikirim ku dibe opera jî ji Rojhilat hatibe girtin. Destan gelek nêzî opera ye. Hem çîrok heye, hem bûyer, kes, mûzîk û şano tê de heye. Lê bi me re, di dengbêjiyê de tenê deng heye. Ez difikirim ku Ewropa vê pêşxist û navê operayê lê kir. Dengbêjî ji bilî kurdan, di çanda tu gelî de tune ye. Ji ber vê yekê min xwest ez li ser bixebitim û bigihînim hemû cîhanê."
'Divê hunermend êşên gel bîne ziman'
Tahir di nirxandina xwe de her wiha diyar kir ku divê hunermend bibin nûnerên gelê xwe û wiha pê de çû: "Divê hunermend êşên gel bîne ziman. Ev tiştek giran e, nê hêsan e. Bi taybet di demên şer de vegotina êşan gelek zehmet e." Tahir ji bo mîhrîcana ku tê lidarxistin jî nêrînên xwe anî ziman û got "Di nav van şertên giran de xebat dimeşînin, ev girîng e û ez hevalan pîroz dikim. Lê ev têrî nake. Hêviyên gel ji me hene. Çand ne tiştekî hêsan e, şerên mezin ji bo vê tê dayîn. Divê tu xwe bikî miriyê vî karî."
Tahir her wiha bi nirxandina "Eger tu ne di nav rastiya gelê xwe de bî, tiştên ku tê jiyin bandor li ser te nake" balê kişand ser têkiliya huner û civakê û helbesta xwe ya ji feryada dayikek nivisiye wiha anî ziman:
"Hey can hey can hey cano hey can cano can arzano
Dem dema dewrano can cano can arzano
Roj şiyaro asmana hey can cano can arzano
Barê jîne girana hey can cano can arzano
Amed, Cizîr, Sîlvane li dewrane fermano can arzano
Nala nala tifingano hey can cano can arzano
Ji hova nekin daxwazan can cano can arzano
Pişta me li felekê girêdano tolano can arzona
Kêfene xwe li mil kir ser singa ferşîngino can arzano
Cot keziyane em e qurf bikin tu armanca me dan hilkin can arzano
Meydana şer girano li dewrane
Li meydane şer girano hey can cano
Me pişta xwe girêda bi rextano can arzano.
Keça berî xortano can kurbano
Ka wer binêrin vê care kî berx e kî berano
Qeyrîna min ji kezêbe, banga min li dijmîna
Kurê min vaye şehîde , keça min vaye li meydan e,
Ger ew jî bibe kurban van tov di nav cigera da can arzano"
(sy)