'Hawar helwesteke antî-kolonyal e' - HEVPEYVÎN (II)
RÊDÛR DÎJLE
AMED(DÎHA)- Beriya niha bi 84 salan, di 15'ê Gulanê de di pêşengiya Celadet Alî Bedirxan de bi navê Hawarê, li hemberî hemû pergalên serdestiyî di nav rûpelan de, bi deng û rengê civaka kurdî dibistaneke neteweyî hat avakirin û bi vê dibistanê re, lêgerîna tiştên winda, şikestî û nedîtî destpêkir û gelek guherîn bi xwe re anîn. Hin ji wan guherînan jî guherînin di warê ziman û wêjeya kurdî de ne. Boneya 15'ê Gulanê rojbûna Kovara Hawarê û Cejna Zimanê Kurdî, em bi nivîskar û rewşenbîr Dilawer Zeraq re axivîn.
Boneya rojbûna Kovara Hawarê û Cejna Zimanê Kurdî di duyemîn beşa hevpeyvînê de ji aliyê şêweyeke sivîlane ya Hawarê, modernîzma wê û berdewamiya mîrateya wê ya bo roja îroyîn, dubare nivîskar û rewşenbîr Dilawer Zeraq pirsên me bersivand.
*Em dibînin ku lez û bezeke heye. Di nav rûpelên xwe de gelek tiştan bi awayekî hemwext dihebîne. Bi vê re dixwaze civakê daxil bike an jî daxilî civakê bibe û bi her awayî modernbûyînekê ava bike, yanî ne bi awayekî otonom, lê bigiştî. Lê bereksê vê em dibînin ku di berhemên kovarê de cirreke bi dewleta tirk re heye. Ji bo meriv daxilî civakê bibe an jî civakê daxil bike pêleke sivîlane, yanî daketinek divê. Bi raya te li gel vê şêweya polîtîk şêweyeke sivîlane çiqas xwe da der an jî sivilbûneke çawa zevt kir?
Niha ji xwe Hawar piştî têgihiştina hemû trajedî û karesatên ku li kurdan qewimîne û bi ser kurdan hatine derdikeve. Ev têgihîştin ji xwe dibe sedem ku têgihiştineke dîtir jî ava bibe. Çî ye ew? Derketina Hawarê bi xwe, helwesteke antî-kolonyal e. Ev helwesta antî-kolonyal, helwesteke ne bi temamî leşkerî û ne jî bi temamî sivîl e. Di qadeke û wareke sivîl de bi nivîs, çîrok, naverokên helbestan an jî pêkanînan, wê helwesta xwe yî antî-kolonyal dixwaze xurtir bike. Ev xurtbûn çî ye? Em behsa modernîzmê dikin, bi raya min modernîzma kurd bi Xanî dest pê dike û ji wir şûn de jî tê. Lê ev modernîzma em qal dikin ne modernîzmeke roja îroyîn e. Di nav rûpelên Hawarê de her cure nivîsên ku xwe digihîne kurdan heye. Celadet Bedirxan di hejmara yekemîn de di 11 xalbendan de manîfestoya Hawarê daniye. Di nava wan de dibêje ku ji bilî ziman hemû nirx û bermayiyên kurdan ên çand û folklorîk dibên bên berhevkirin.
'Danheva kelepûrê bi xwe helwesteke antî-kolonyal e'
Yanî behsa kelepûrê dike, berhevkirin û anîna ba hev. Danheva kelepûrê bi xwe helwesteke antî-kolonyal e. Sedem, ji ber ku kolonyalîzm dixwaze kelepûrên gelekî an jî gelekî etnîsît an jî neteweyekê bi xwe ji holê rabike. Ji ber wê yekê Celadet Bedirxan gava ku vê yekê datîne, hemû nivîskar û derdorên ku tevlî rûpelên Hawarê dibin çîrokan berhev dikin, gotinên pêşiyan, biwêj, meselok, bîr û baweriyên dînî û bîr û baweriyên batil ên bê bingeh, hemû hema çi bêjî dişînin û di têde hene. Ev ji aliyekî ve dibe kewarek jî. Ev kewar, dibe kewara kelepûra kurdî. Beriya wê em lê dinêrin di weşanên din de nivîsên siyasî henin, ji xeynî Jînê ku di 2-3 hejmaran de gotinên pêşiyan hatine berhevkirin. Ji xeynî wê, tu berhemeke kelepûrî tune ye. Serê pêşîn bi Hawarê ev yek dest pê dike. Ev helwest bi xwe antî-kolonyal e. Ev helwest bi xwe, wê hem ji sivîlbûna civakî dûr dike, hem jî wê bi temamî dike helwesteke civakî a sivîl. Ji ber ku pêkanîn û sepandinên ku tên kirin bê çek e, sîleh tune ye, çekteqandin tune ye, mirin û kuştin tune ye. Bes raman û nivîs û rûpel û kaxiz hene.
* Wê demê helwesteke Sovyetê yanî modeleke lenînîst a 'Mafê her gelî heye ku çarenûsa xwe diyar bike' li dar e yanî di rewacê de ye. Dema em li helwesta Hawarê dinerin û noqî nav rûpelên wê dibin, wekî we got kewareke kelepora kurdî di xwe de dihebîne. Bi raya we meriv dikare bibêje di vê kewarê de Celadet ev model esas girtiye yan jî li gor wê tevgeriyaye? Yan na?
Em karin bêjin ku Hawar ew weşan e ku di nava sînorê Komara Tirkiyeyê de belav bûye û li Kurdistanê derketiye. Em nivîsên ji mecbûrî ên fransî deynin aliyekî, têde nivîsên erebî û tirkî tune ne. Farisî jî tune ye. Yanî em dikarin bêjin ku yekem kovareke ku xwerû bi kurdî derdikeve. Ev xwerûkurdîbûna Hawarê rengeke nûtir û dîtire ji bo kurdan, ku em dikarin bêjin ev helwest bi xwe, bi tena serê xwe amaje bi coxrafyayekê, amaje bi gelekî etnîst dike, amaje bi neteweyekê dike ku li ser Prensîbên Wîlsonê ramana xwe daniye, li ser vê ramanê jî dimeşe. Her wiha em dikarin bêjin Prensîbên Wilsonê di Rojî Kurdê, Kovara Jînê de jî behsa wê hatiye kirin. Dîsa jî ev raman ji ummetbûna îslamî a di nav osmanî de dûr neketiye, jê derneketiye. Di wexta Hawarê de ev raman bi temamî bûye, ramaneke ku li ser netewebûna kurdan tê avakirin û hewil dide ku qonaxa B'yê temam bike.
*Belê. Gelo Hawar piştî xwe bi awayekî dumahîkî yanî berdewamiyeke yan jî di warê xelef-seleftiyê de xetek çawa ava kir û ev çawa bi rê ve çû?
Hawar 57 hejmar şûnde ji ber sedemên aborî weşana xwe dide sekinandin. Lê piştî demek kin şûnde Celadet Bedirxan bi kovareke bi navê Ronahî xebatên xwe, bi derdorên ku pê re ne didomîne. Di wê navberê de Kamûran Bedirxan li Şamê kovarekê derdixîne, lê piştî Ronahiyê bi taybetî em berê xwe bidin alî Komara Tirkiyeyê û li xebatên kurdan binêrin, sekinandinek heye, şikestinek heye. Piştî Kovara Ronahiyê xebat tên sekinandin heta salên 70'yî, xebatên ku bi kurdî tên kirin disekinin. Şikestinek heye lê dîsa jî ew bingeha ku li wê derê, bingeha nivîskarî, rewşenbîrî û ramanî hatiye danîn. Her û her xwe di nava gel de, em nikarin bêjin bi temamî, lê di nav rewşenbîrên ku di nava gel de dijîn xwe her tim nûkiriye û bûye sedem ku rewşenbîriya kurd cara yekem karibe di nava civaka xwe de rabe. Em bala xwe bidinê gelek caran hinek jê li Ewropayê, hinek jê li Stenbolê bi giştî gelek jê li Stenbolê rabûne, loma jî heta salên 1970'yî ev disekine û ji 1970'yî şûnde jî ev xebat bi awayekî dîtir dîsa dest pê dike. Lê Hawar dîsa bingeheke sereke ye.
'Sosyolojiya civaka kurd di hundurê xwe de guherîn bi xwe re aniye'
Yanî em dikarin bêjin ku Rojnameya Kurdistan, Rojnameya Terakkî Teavun a Kurd, Rojî Kurd, Jîn û Hînker ev hemû sitûnên cihê cihê ên avahiyekê bûn, lê ban û parastin û danîn û hemû alavên di nav vê avahiyê de, ji aliyê Hawarê ve hatine avakirin. Ji ber ku di qonaxeke wisa de bûye ku êdî gel, gelê kurd çar şikestin, tevî Koçgirî 5 şikestin xwarine. Derbên ên ku di her duyên dawî de xwarine, di Serhildana Şêx Seîd û di Serhildana Agirî de û ew her du derb bûne sedem ku sosyolojiya civaka kurd jî ji derveyî desthilatdarên xwe biguhere. Sedema esasî ev e. Sosyolojiya civaka kurd, bi wan derban re ji derveyî desthildarên xwe di hundurê xwe de guherîn bi xwe re aniye û ew guherîn her ku çûye rengên dîtir pê re çêbûye û vê guherînê rengên dîtir daye xwe.
*Bi raya te, pêngavên bi vî rengî ew asta Hawarê zevt kirine yan jî pêşdetir çûne yan na?
Asta Hawarê li gorî wê çaxê asteke ne hindik e, lê ku em ji îro de li Hawarê binêrin asta Hawara di gelek waran de, di wê gavê de maye. Hemû nivîskarî û rewşenbîrî, tevî ziman jî, tevî têgihiştina ji ziman jî, têgihiştina ji civakê, têgihiştina ji neteweyê helbet ta bi ta em bêjin tewq bi tewq, car bi car, gelek caran bi ser Hawarê ketiye û gelekî pêş ketiye. Loma jî Hawar li wê derê maye, ji bo nivîskariya niha, ji bo nivîskariya îroyîn wekî kelepûreke, wekî mîrateyeke xurt a kurda ne, ku ez dikarim bêjim heke di warê afirandin û avakirin û danîna ramanê de Xanî û Mem û Zîn wekî berhema yekem û sereke tê zanîn. Bi ya min Hawar bi xwe û fikra wê û Celadet û hemû nivîskarên têde nivîsîne, ew jî wekî berhema duyemîn e ku ji alî du dehayên kurdan ve li civaka kurd hatine diyar kirin. Du dehayên ramanî û nivîskarî ên neteweya kurd Xanî û Celadet in.
*Wekî xulase, bi kurt û kurmancî heke meriv pênaseyekê bike, bo kurdan Hawar çî ye?
Gava ku em ji îro de li Hawarê binêrin, ez dikarim vê bêjim ku Hawar êdî ne kovar e ji bo kurdan. Hawar hevalbendeke Mem û Zînê ye û mirov dikare wê wekî di nav kelepûrên esasî ên kurdan de qebûl bike û di warê ziman, bi giştî ziman, di warê bingeha wêjeya kurd a nûjen de wê wekî berhemeke sereke û esasî qebûl bike û bêje Hawar bi xwe Hawara kurda ne, wekî ku Celadet gotî.
(as/sa)