Handan Îpekçî: Şer dibe sedema veqetîna civakê
WAN (DÎHA) - Derhêner Handan Îpekçî ya ku bi fîlma "Zilamê Mezin Evîna Biçûk" têkîldarî pirsgirêka kurd berhemeke hunerî ya bi bandor afirandibû, li ser şerê dawî ya li Kurdistanê axivî û ev tişt got: "Li erdnîgariyek ku her roj mirov dimirin tu kes nikare behsa pevgirtinê bike. Berevajê vê em dikarin behsa veqetînê bikin û ev veqetîn ne ji xêrê re ye."
Yek ji derhênerên jin ên Tirkiyeyê Handan Îpekçî ku bi fîlmên xwe yên "Zilamê mezin evîna biçûk" û "Bavê min li leşkeriyê ye" tê nasîn, ji bo piştgiriya xebatên beşa sînemayê ya Navenda Çanda Nûdayê hate Wanê û li gel şagirtên sînemayê kurtefîlmek kişand. Îpekçî anî ziman ku xebata hatî meşandin gelek kêrhatî bûyê û daxwaza berdewamkirina van xebatan kir. Îpekçî da zanîn ku li gel şagirtên beşa sînemayê, kurtefîlma wan a yekem kişandiye û got "Ez bawer dikim ku dê ev şagirt di pêşerojê de bibin sînemagerên xurt." Îpekçî ya ku di fîlmên xwe de bi taybet berê xwe dide mijarên polîtîk û pirsgirêka kurd, der barê rewşa Tirkiye û Kurdistanê de û bandora vê rewşê ya li ser hunerê axivî. Îpekçî bibîrxist ku fîlma wê ya bi navê "Zilamê mezin evîna biçûk" a ku nifrîna li hemberî zimanê Kurdî vedibêje di sala 2001'an de hatiye qedexekirin lê pişt re bi biryara darazê fîlm car din azad bûye.
'Pêla şidetê bilindtir bûye'
Îpekçî destnîşan kir ku ji salên 90'î heya niha gelek guherînên girîng çêbûne, saziyên weke Navenda Çanda Nûda di zimanê zikmakî de perwerdehiya hunerî dide lê şideta di salên borî de niha zêdetir bilind bûye. Îpekçî anî ziman ku ew dixwaze şerê heyî demildest were rawestandin û wiha axivî: "Mirov dimirin. Mirov neçar dimînin ku dest ji axa berdin û koç bikin. Ez dixwazim ev şideta kor bi dawî bibe. Jiyana mirovan beguman girîng e lê li gel wê nirxên çandî jî. Weke mînak, ez pir xemgîn im ku Minara Çarling a li Amedê zirar dîtiye."
'Êş dibe sedema veqetînê'
Îpekçî anî ziman ku li erdnigariyek ku her roj mirov dimirin tu kes nikare behsa pevgritinê bike û got "Berevajê vê yekê em dikarin behsa veqetînê bikin û ev veqetîn ji civaka me re ne ji xêrê re ye. Divê ji vê rewşa şer demildest em derkevin."
'Roja me ji 12'ê Îlonê girantir e'
Îpekçî fîlma xwe ya bi navê "Bavê min li leşkeriyê ye" ku Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê vedibêje mînak da û wiha berdewam kir: "Ev fîlm pêvajoya 12'ê Îlonê ji çavên zarokan vegot. Di pêvajoya darbeya leşkerî de bi sedhezaran kes neçar man ku birevin derveyî welat. Rastî îşkenceyan hatin. Îro jî ji ber pêvajoya aşitiyê xira bû, em di pêvajoyeke baş re derbas nabin. Mirov dikarin ji ber fikrên xwe rastî lêpirsînê werin û werin girtin."
'Ez hêvî dikim fîlmên vê demê jî were kişandin'
Îpekçî balê kişand ser bandora şer a li ser zarokan û diyar kir ku şer herî zêde jî zirarê dide zarokan. Îpekçî got ku di pêvajoya şer û pevçûnan de herî zêde zarok birîndar dibin û wiha pê de çû: "Di 12'ê Îlonê de darbeya leşkerî hebû. Niha em di heyameke sivîl de ne lê êşên kûrtir tê jiyin. Ez hêvî dikim ku fîlmên vê demê jî were kişandin."
Îpekçî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku bi beşa sînemayê ya Navenda Çanda Nûda re kurtefîlmek kişandine û dê fîlm di rojên pêş de were pêşandan.
(sy)