Huseynî: Ne êş be tu tiş nikare helbestê biafirîne - GOTUBÊJ
RÊDÛR DÎJLE/ZEYNEL BULUT
AMED (DÎHA) - Helbesteke Ehmed Huseynî ya derbirînî heye. Ev helbest ji aliyê zimên, awa û gencîneya xwe yî peyvî bi avakirin û hêmaya xwe nemaze êş û azarên takekesî û bi giştî jî di takekekesiyê de yên civatekê li xwe barkirine. Ji ber vê yekê jî me xwest em bi xwedanê vê helbesta ku bûye xemxurê civata xwe û bi hêmayên xwe alaya Kurdistanê hêl dike guftûgoyekê bikin.
Caûdwell dibêje, ‘helbest stran e, fantaziya helbestê hêmaya civakî ye û helbest coşa kollektîfv e’ bêyî em qala serboriya vê helbesta civakî û ya bi her awayî kollektivîzma çar perçên Kurdistan li xwe bar kiriye vebêjin, em dê yekser ji devê Ehmed Huseynî bibihîsin, ku bê kîj çaxî û çawa ew helbest xwe û jêderka derbirîniya wê helbestê çawa xwe lê rapêçaye.
* Te gotiye, ‘min cara pêşîn helbest di odeya pismamê xwe Mihemed Nûr de nivîsandiye.’ Ji bilî vê em serpêhatiya helbestnivîsandina Ehmed Huseynî nizanin. Gelo te çawa dest bi helbestê kir? Kîj çaxê?
Bêtir li wir min helbest nas kir, li wê odeyê. Çimkî Mehmed Nûr bi erebî dinivîsand. Car caran wextê ez diçûm cem wî, wî helbestên xwe ji min re dixwendin. Di wir de tesîra a herî bingehîn ew bû, ku min pirsek ji xwe dikir, çima bi erebî dinivîsîne? Gelo helbestek wek a wî ku xweş be, mirov dikare bi kurdî binivîsîne? Ji xwe piştî wê, du tecrûbeyên ê ku bandora xwe yî a bingehîn li min kirin; yek jê a Rojen Barnas bû ya din jî, a Evdirehmanê Mizûrî bû. Ew her du berhem bi dest min ketin. Wê çaxê min ji xwe re got, nexwe em ê bêjin helbestek dikare bê nivîsandin, ne wek a Cegerxwîn, ya Seydayê Tîrêj, ya Seydayê Keleş be, li gorî wê wextê. Lê helbest yekemîn, a ku tê bîra mîn û bûye stran jî; bernameyek di radyoya başûr a ku li Bexdayê dihat weşandin, bernameyeke helbestê bû. Xelkê helbestên xwe dişandin wir û li wir ê bêjer bi dengê xwe dixwend û dinirxandin. Wexta min wê helbestê guhdarî kir, li gorî ku tişta ji wê helbestê li ba min mabû; em bêjin rîtma wê, hindek peyvên wê… Li gorî wê min jî cara pêşîn helbestek, ne kopyaya wê, lê li gorî tişta di bîra min de mabû, lê awayê ku çawa wilo dixwend, rîtma wê di hundirê min de ma; “Wer bilbilo silavên min xerîbî bigihîn dîlberê/Wer ez bi rê kim ey hevalo dengê dil û bawerê.” Bi vê îqaheyê bû. Pişt re birayê min ê ji min mezintir, wê çaxê distra. Min jê re xwend, min go wele va min tiştek wisa nivîsandiye. Got, ka bide min ez ê bikim stran. Pexsa helbestê, ji wê helbestê dest pê kir. Lê ew ode bû cî, ciyê ku em bibêjin her gav helbest lê hebû. Em bêjin her ku ez diçûm, Mehmed Nûr ew helbest dixwendin. Di tesîra wî de jî, destpêkê wexta min dest pê kir, min çend helbestên ên ku min bi erebî nivîsandin, yanî mesele di wir de bû. Mesele em bêjin gava ku tu di erebî de behsa mewîja bikî, wexta tu behsa çiya dikî, wexta tu behsa welatê xwe dikî wilo hestek çêdibû ku ne ji dil tê. Gelo mirov dikare wan peyvan, wê xeyalê bi kurdî bixwîne, ya biafirîne, yan jî binivîsîne. Ez bawerim ew velerzîna destpêkê di wir de dest pê bû.
* Wê demê tu çend saliyî bû?
Wê çaxê 17-18.
* Dîsa te gotiye, ‘dema min dest bi nivîsandina helbestan kir, her dem tolgirtina du helbestvanan ji bîra min nediçû; Fesîhê Seyda û Kesrayê Ebdê. Û ez jî mîratgirê wan her du helbestvana ê herî dilsoj im.’ Seyda û Ebdê yê ku Ehmed Huseyniyê rabirdûya zimanekî bi xameya xwe hişyar kir û meyand, ber bi helbestê ve birin kî ne? Tu karî bi kinasî qala wan bikî û ew mîrateya li te bar kiribûn çi bû?
Fesîhê Seyda berî Kesra çû. Xortekî ciwan bû û pirr nazik, pirr wisa zû guh dida xwe û pirr jî paqij bû. Lê dest bi helbestekê kiribû, pirr balkêş bû. Em bêjin wexta dihat, li malê jî odeyek hebû ya min û birayê min. Birayê min jî sazbend bû, li ûdê dixist û xelk lê kom dibûn û ê ku kêfa wî ji helbestê re dihat tevlî civatê dibû. Fesîh; cara pêşîn ez dibînim xortekî ciwan helbestê dinivîsîne û helbesteke wisa hestiyar û helbesteke wisa nazik. Berî wî jî, bandor ji malbatê anî bû. Em bibêjin pismamên wî, biyarên wî yê mezin di wê çarçoveyê de bi kurmancî mijûl dibûn. Ji nişkê de, her ku Fesîh dihat divê tiştek bixwenda. Tişta herî balkêş jî cegerdar bû; şerm nedikir, fedî nedikir. Dihat digot min filan tişt xwendiye, wek wisa em bibêjin ji helbesta xwe bawer bû, bi tiştekî xweşik dinivîsîne. Birayê min jî helbestên wî jê distendin, du sê heb ji wan dikirin stran. Îjar kêfa wî bêtir lê dihat, geş dibû. Havînekê vedigere malê, wê serê xwe bişo û di hemamê de dişewite. Papor diteqe û Fesîh çû. Fesîh çû, di bîra min de ma. Kesra jî tiştekî wisa bû. Tiştekî ku mirov qet bawer nake, ku mirovek dikare bi vî awayî danûstendinê bi ziman re bike. Yek jê; peyvek erebî nedixist nav zimanê xwe. Em bêjin di guftûgo, hevdîtin, rabûn û rûniştinê de tiştên wisa bixweber bi me re derdiketin Lê ê wî israrek li ba wî hebû, ku yek peyva erebî bi kar neyîne. Ji ber wê yekê jî li peyvên kurdî digeriya ji bo ku têxe şûna wê erebiya ku wê çaxê me dixist nav zimanê xwe. A dîtir; mesela em diçûn me li univêrsitê dixwend, nizam li zankoya me dixwend, lê wî nedixwend. Di wê navberê de dixwest xwe bide xuyanîkirin ku ‘va ez jî xwendinekê dikim, ji a we pir girîngtir e, ku ew jî spehîbûna vî zimanî ye, em bêjin reseniya vî zimaniye li ba min e.’ Û di nav re jî şi’r dinivîsand. Nemumkune, tu bawer bike ku bi kurmanciyê şi’rek wisa tê nivîsandin. Yanî ji aliyê ziman de, ji aliyê peyva de, ji aliyê xeyala peyvê de, ji aliyê ristin û vehûnanê tiştekî pir balkêş bû û îjar bi Kesra re hevaltiya min berdewam kir. Lê Fesîh zû çû. Ev her du her gav di bîra min de ne. Eger hebanan, em bibêjin hindek asoyên din li pêşiya wan vebana û hindek tecrubeyên dinyayê xwendibana û hinekî teoriya helbestê jî lê zêde bûbûna, li ber wê behremendî û qabîliyeta ku li ba her duya hebû ji sedî sed wê bandoreke xwe yî aniha li helbestê bi taybetî li ya kurmancî bikirana.
* Wê çaxê Rojava di bin dagirkeriya Rejîma Sûriyê de bû, zimanê erebî serwer bû û helbestên kurdî pirr kêm bûn. Wê bandora kurdewariyê ya ku te ber bi helbesta kurdî ve bir çawa bû?
Tişta herî girîng a di malbatê de her tim kurd amade bûn, yanî bi partiyên xwe bi siyasetmedarên xwe. Du xwişkên min ên ji min mezintir hebûn; yek ji wan hevala çep bû û yek jî a rast bû. Di hundirê malê de munaqeşe û şerê ku di navbeyan wan de çêdibû bandora xwe li min dikir. Dibe ku ew belavok bi erebî bûn û rewşa kurda bi erebî derdibirin, lê hêdî hêdî mirov wisa tiştekî dibîne ku li holê heye, navê wê kurd, bindestî, qedexe, çewisandin e. Di wê çarçoveyê de fikra netewebûnê, kurdewariyê ez bawerim ji wî aliyî dihat. A dîtir, xwişka min a ku hevala rast bû, partiya pêşverû bû, li wir têkiliya bi danûstendina Cegerxwîn girîng bû, lew xwişka min hevala wan bû. Mesela kurdewariyê û derdê bindestiya kurd bi xwe, ji ber ku em malbateke şêx û mela bûn, ev mesele hinekî zû germ nedibû. Lê bavê min bi xwe tu sînor li ba wî tune bûn. Şêx bû lê şêxîtî bi kar nedianî. Ji ber vê yekî jî têkiliya wî bêtir eşîrî bû.
* Nêrînên her helbestkar an jî nivîskarekî ne wek hev in. Her yek ji pencereyekê li kêşe û gelemşeyan an jî li xweşî û xweşhaliyê dinere. Pencereya Ehmed Huseynî, pencereyek çawa ye? Dema wê pencereyê vedike pêrgî esmanên sayî yan jî bi ewr tê?
Di mesela helbestê de divê mirov gelek tiştan ji hevdu derxe. Li gor pêçûn û xwendina min, li gorî tişta ku min xwest ez ji xwe re fêm bikim û bikim saman û sermiyana xwe, tu yê kêlîka bindestan di helbestê de çawa zevt bike? Ev pir girîng e. Giringiya wê ew e, ji bo ku tu helbesta serdestê xwe, xeyala serdestê xwe dubare nekî, zimanê perwerdehî û xwendinê dubare nekî. Li wir westaneke pir westan heye. Yek; pêwîste heta mirov bigihêje asta ku ez helbestvanê milletekî çewisandî û bindest û a dîtir di wê çarçoveyê de ez aniha bi zimanekî qedexe helbestê dinivîsînim. Di wir de wexta mirov bigihêje wê bîr û boçûnê, asoyên nû li pêşiya mirov vedibin.
* Ew aso çi ne?
Gelo ew ê niha helbesta kurdî dinivîsînin wê çawa bikaribe gav bi gav xwe ji eşqa helbesta serdestê xwe rizgar bike û şop û bandora ziman û çanda wî rizgar bike û di hundirê zimanê xwe wê çawa karibe xeyala ku zuha kirine ji nû ve av bide. Wê çawa bikaribe deng û rengê, çêj û hebûna xwe û pêve jî girêdayî êş, derd, hesret û ew tiştên biçûk ên xwediyên wî zimanî bide der. Ev ziman ji aliyê exlaqî de jî zimanê xelkekê ye. Ev xelk xelkekî êşbar e, xelkekî çewisandî û bindest e. Xelkek dema duwaroja xwe temaşe dike di yek kêlîkekê de radiweste. Ji bo vê yekê jî helbesta milletê bindest, pêwist e bi bindestiya xwe re berî her tiştî bigunce. Eger tu kêlîka bindestiyê zevt nekî, tu dibî kopiyek, xeyalek dubarekirî ya ji xeyal, çand, wêje û ji perwerdehiya zimanê serdestê te hatiye. Dema me ew kêlîk zevt kir, ew çax em helbestvanên zimanê kurdî yên ku em pê perwerde nebûne, nehatine bişavtin, em pê nehatine pijîn. Lew wexta wan zimanê xwe, asasa xwe daye me, ji bo ko xeyal, hest û fikra me talan bikin. Ji bo ku mejiyê me bişon û em bikaribin di çarçoveya wê xeyala wan de tevbigerin û wêne wêneyên wan be, derbirîn derbirîna wan be, slogan sloganê wan be. Ji ber vê yekê ji nû ve xwe avakirin di hundurê kurdî de û di hundirê çavkaniyê ku dikaribin alîkariyê bi helbestvanekî re bikin. Bi taybetî jî di vê çarçoveyê de ya klasîk û dengbêjî bi tenê karên me ji wê bandorê rizgar bikin.
* Te kengî hîs kir ku tu ji vê rewşê rizgar bûyî?
Piştî dîwana sê dîwanan, hevalekî min ji Mêrdînê bû, şevekê telefonî min kir go Rênas Jiyan li Mêrdînê girtine. Ez Rênas nasnakim, lê em bi telefonê bi hev re dipeyivin û min kitêba wî ya ‘Janya’ dîtiye, min hin helbestên wî xwendine û ji dûr ve kêfa min wilo jê re tê. Cara pêşîn di jiyanê de ji bilî ew helbestên bi wezn û qafiye ên bi şêwazên klasîk ji bo stranan û piştî 9-10 salan nivîsandinê, kêlîka herî zelal, a herî ronak ku min zevt kir helbestek bû, min ew jî ji bo Rênas nivîsandibû. Wê şevê min go ez ê jê re tiştekî binivîsim, ew ê jî li ser malper û têlevîzyonan belav bike. Lê cara pêşîn min rihê xwe li ber destê xwe dît. Cara pêşîn ziman, xeyal û ew êş, derd û kula bi ser serê me de hatiye, min ew hesret di nav destê xwe de dît. Cara pêşîn ez rûniştim xeyala min ewqasî zelal e, ez dibînim pêwîst nake bi tu zimanekî dinyayê bifikirim û tê ramim, bi tenê kurdî tê. Wê çaxê nuh min zevt kir. Min got, a ku ez lê digeriyam, a ku min hewl dida ez perwerde bikim ku ew kurdî be, bêyî wergerandin. Cara pêşîn tu yê pirsgirêkê fêm bikî, bê çi bi serê te hatiye, xwe bixwînî, derbasî hundirê xwe bibî. Ji bo xwederbirînê, xweîfadekirinê pêwistiyên wê çi ne ku tu nelikumî. Divê meriv li pêdiviyên wê bigere. Yanî xwe naskirin û lixwegerîn û di hundirê wê de xwedîtin.
* Baudelaire dibêje, “Êş bi qasî ku ya esalet an jî ya maqûliyê be, ewqas jî divêtiyeke afirandinê ye. Jê derka her helbesta ku ji dil yanî ji hundir tê melankolî, sewsîbûn an jî dilîniyek bi xwe ye.” Îjar tu jî dibêjî, “Min hewl da ko di helbesta xwe de rehên êşê biteqînim. Û min ji xwe re got de bila ev, zimanê dayika min be.” Wek jêderk te çima li zimanê dayika xwe ev êş tayînkir? Bi ya te êş esalet e?
Tu zanî çî ye? Bi xwe re rasteqînî, dilsozî û bi xwe re peyman e. Ew ‘xwe’ ewqasî zelal be ku ne xwe bixapîne û ne jî tu derdora xwe bixapîne. Çimkî ne mumkune, ji bo ku em vê kêlîkê zevt bikin, vê kêlîka aniha wê here, ne mumkune tu wê kêlîkê zevt bike heke zimanekî afirandinê di nav destê te de tune be. Çimkî tenê zimanê afirandinê dikare wê kêlîkê jî bike kêlîkekî afirîner.
* Ew kêlîk çî ye?
Ew kêlîk xwîn e, êş e, derd e, evîn e, eşq e, bêrîkirin e, xatirxwestin e. Lê ya herî girîng ew e bê zevt kirin. ew tişta ku wê zevt bike jî, zimanekî ku bikaribe wê kêlîkê hilgire. Yanî divê çarçoveyê de zimanê fikirînê û zimanê hest ji hevdu cihê ne. Çimkî zimanê fikirînê, tu karî bi sê çar zimana zanibî, lê zimanê hest, ew ziman ê rihê te, taybetmendî, zarokatî, xewn, hemêza dayika, ê kêlîkên herî dijwar ê ku çawa hatiye tu û hişên xwe, hinavên xwe û şaneyên xwe ên hatiye dizîn, ê hatiye talankirin… Yanî tu bi xwe ji cihekî hatiyî revandin. Ew cih, di revê de dûr ketiye.
‘Ku ne êş be tu tiş nikare helbestê biafirîne’
Wek mesela Kuhêlho wexta kujwar dibêje, ‘Li vir bin. Li vir in li bendî rihê kalkê xwe ne heta vegerî.’ Di kêlîka wê revandinê de ew rih dûr ketine, pir dûr ketine. Rihê ku xweber xwe derbibire, di hundirê wê xwenasînê de bizanibe ka ji ku hatiye, çi bi ser wî de hatiye, ber bi ku ve diçe. Lê bingeha wê, hevîrê wê, herriya wê, axa wê ê min bi xwe nisbetî min ku ne êş be tu tiş nikare wê biafirîne yan jî êşek di çarçoveya evîneke êşbar de be. Tenê ew kêlîk dikare kêlîka kurd a rasteqîne be. Ji derveyî wê dikare xwexapandin be, rev be yan jî ji awayekî awayan awakirina çand, ziman û kultura hineka ku ne a min.
* Goethe dibêje, “Yê/a bixwaze helbestnivîsandinê fêm bike divê biçe welatê helbestê, yê/a dixwaze helbestkar fêm bike divê biçe welatê helbestkar.” Bi raya te civata kurdî ji van welatan li kîj texmê ye?
Em çendî berawerdiyê bikin, ya muqareyenê bikin, em hinekî ji çerm û kirasê xwe derdikevin. Helbesta bindestan, divê em vê biçespînin. Çimkî aniha tu çi teoriyên dinyayê bîne, tu behsa kê bikî di dinyayê de, kîjan kurd be bila be ferq nake. Mesela yekî kurd lêkolînek li ser post-modernîzmê nivîsandiye, aniha wek teorî tu post-modernîzmê dikarî bi kurdî, erebî, farisî, tirkî, îngilîzî, fransî bixwînî. Lê divê tu ji çavkaniya wê bixwînî. Wexta yekî kurd bi kurdî li ser post-modernîzma kurd binivîsîne, ev tişt ji min re girîng e. Wek min got, ku bikaribe ew kêlîkên reviyayî zevt bike. Di hundirê êşa min de tiştekî pêkeşî min bike. Ji xwe zimanê din li ber destê me ne, em dikarin ji sînemayê bigir hetanî derûnnasiyê bi zimanê xelkê bixwînin. Lê tişta herî girîng çî ye? Ez çawa karibim wê kêlîka reviyayî di hundurê zimanê xwe de zevt bikim. Ji bo vê yekê ew ê ku şa’ir e, ew ê ku siyasî ye têdikoşe ji bo ku mafê gelê bindest mîsoger bike. Ma aniha ê siyasî wexta li masê bi serdestê xwe re rûnê, wê doza çi lê bike? Ma ne yê bê ka zimanê min. Ew ê ku siyasî ye têdikoşe, gengaz e dibe ku sedsalê din jî bi dest nexe mafên wî zimanî. Lê ew ê ku helbestvan e aniha welatê xwe avakiriye. Wexta ku bi wî zimanî dinivîsîne, zimanê ku yê bi ê siyasî re piştî sedsalî şunde bigihêjê, ew welatê xwe di hundurê vî zimanî de diafirîne û dibêje ev zimanê bindest welatê min e. Îjar tu çi navî lê dikî bike.
‘Ziman rihê neteweyê ye’
Lê madem ew bi kurdî dinivîsîne, ew welatê xwe ava dike, afirandiye, pirsgirêka di navbêna xwe û welatê xwe de çareser kiriye. Çimkî bi wî zimanî diafirîne. Wek T.S. Elîot dibêje, ‘Ji bo milletekî bindest afirand û çêkirina şa’irên mezin pir girîng e. Çimkî ruhê wan li ber xetereyê ye. Ew ê helbestvan tenê dikare wî rihî biparêze.’ Çimkî ziman rihê wê neteweyê ye, taybetmendiya wê neteweyê ye.
* Helbesta te mişt bipirs in. Ya ku tu ji xwîneran vedişêrî çî ye? Li wê paşperdeyê çi heye?
Di wir de gelek caran ez bi xwe jî li wan vedigerim, ka min çi nivîsandiye. Carinan ez wisa hinek tiştan dibînim, ez ji xwe re dibêjim ka ez ê biguherim, belkî di kurmancî de ne munasib be, belkî tahma wê tune be. Lê di bingeha xwe de tu hatiyî helbestê dinivîsînî, ev ziman ne yê min e yê xelkê ye, lê pirs di ku de ye? Pirs; ez hatime bi şêweyekî din, danûstendinê bi vî zimanî re dikim. Yanî şêwaza danûstendina vî zimanî ne wek ê xelkê ye û ji ber wê jî ez nivîskar im. Yan na tu ferqa min û yekî din tune ye. Lê çendîn helbestek bikaribe pirsan biafirîne, ewqas jîndare jî. Çimkî pirs dikare ya aniha be û pirs dikare a piştî bîst salan be jî. Pirs dikare di jiyanê giş de jî çareser nebe. Pirsa mirinê, pirsa jiyanê, pirsa xatirxwestinê, pirsa bêrîkirinê…vana pirsên pirr tenik ên însan ne. Ji ber wê yekê jî helbest bi xwe jî meydaneke vekiriye, ji bo pirsan biafirîne.
* Diyar e di temenkî ciwan de te Cegerxwîn dîtiye. Tu karî hin kêliyên wê cara baş tê bîra te ku tu û çend hevalên xwe çûn şevbuhêrka Cegerxwîn, bo me bikî?
Wexta em çûn nermika destê xwe şewitandibû. Axir em rûniştin, rehmetiyê Kesra jî bi me re bû. Got destê min pirr diêşê, nîv saetê rûnên û herin. Me çay vexwar û di nav re jî me pirs jê dikirin. Pirsên filan peyv çî ye û çima kurd nabin yek, lew wê çaxê xircira gelek aprtiyan hebû. Wî jî digo, ‘temam e bira giş bên ba me û tevlî me bibin, dibe yek’ henek dikirin bi vî awayî. Lê piştî me çayê vexwar, dît ku sohbeta me xweş e û ê wî jî kêfa wî ji xorta re dihat. WÎ min nas jî dikir. Wê çaxê porê min dirêj bû û bi rî bûm. Destê xwe avêt riya min got, ‘Ha şêx tu bûyî Gîvara(Guevara).’ Rabû, me go seyda va nîv saeta me qediya. Got, ‘Na na, nîv saetên din jî rûnên.’ Wê çaxê tê bîra min me jê dipirsî digot, ‘Sûret bi kurdî çî ye? Mirêk kurdî çî ye?’ Yanî ew pirsên ku em pê re mijûl dibûn me dipirsî. Bi vî awayî nîv saeta din jî xelas bû. Me got, ‘Va ev jî xelas bû em ê rabin.’ Rabû li me nihêrî got, ‘Biner hûnê nîv saetê dinê jî rûnên, lê vê carê ez ji we re jî bêm hûn ê herin.’ Piştî wê min nema dît.
* Em dizanin hunermendê şehîd Evdilmelek Bekir bûrayê we ye. Dema hûn dihatin gel hev sohbeta te û Şêx Bekir li ser çi bû? Nêrîna wî ya li hunerê çawa bû?
Tişte Evdilmelek a herî balkêş, hosteya wî ya bikaranîna deng bû. Yanî Evdilmelek zû têgihişt ku dengê wî di çi astê de ye, dengê wî dikare çi biafirîne, dengê wî dikare kîjan stranê bibêje, melodiya li gor dengê wî çî ye. Hunermendiya Evdilmelek ew bû.
(mae)