DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

‘Ey Felek ew şi’re ku bi tarîxa hemî şoreşa ve girêdayiye’ - GOTUBÊJ

 
21 Gulan
09:17 2016

RÊDÛR DÎJLE

AMED (DÎHA)
- Yek ji mêvanê 2’yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê hozanêt şi’r û strana ‘Ey Felek’ Dr. Bedirxan Sindî ye ku ji Duhokê bi hestiyariya helbestê da rê hat Amedê, da ew hestiyarî bibe yekpare û ev xak careke din pêrgî ‘Ey Felek’an nebe. Di vê baregehê de me jî xwest kêliyekê be jî bi vî hozanvanêt ku pêrgî gelek bobelat û şikestinan hatiye sohbetekê bikin.

Dr. Bedirxan Sindî, hozanvanê ku ji pênûsa wî ‘Ey felek bo te dinalim, bo çi nêrgîz çilmisîn’ ku ji aliyê Mihmed Şêxo, Tehsîn Taha, Bişar Zaxoyî, Şivan Perwer û gelek hunermendan wek awaz hatiye strîn bo ajansa me hinekî qal û bala serpêhatiya xwe û di hozana xwe de dîrokçe û têmaya helbesta xwe yî ‘Ey Felek’ a ji aliyê gelek hunermendan ve hatiye xwendin û bûye malê kelopora kurdî kir. Di galegalê û hevpeyvinê de me nexwest herikandina ziman û devkiya ziman xerabikin û me xwest bi awayekî resen vê roportajê biweşînin. Ji ber vê yekê wekî axaftin bi awayekî xwerû û rezen em bi were parve dikin.

*Gewrem, li Başûrê Kurdistanê te gelek şikestin dîtin, tofan û bobelat. Tu şahidê gelek wan barûdoxêd wê hingê yî, berî em qala hozana te bikitin kêliyekê bo me xwîneran cenabê to dikare hindekê qala wê kêliyê bike û wê hingê çima ne bizavên leşkerî lê hozanvanî?

Belê, min gelek nexoşî dîtî weku kurdek, weku êk ji milletê kurd û milletê kurd jiyaneka pir ji xebatê dijiya. Demê ez 18-19 salî bûm hingê Şoreşa Kurdî ya 11’ê Eylulê 1961’ê dest pê kir, ez çend bêjim ez deyndarê hingê me û wan nexweşiya me. Çimkî ew barûdêxêd hingê, ew girîftariya wan sala bûn ûşt û egerêd hindê, ko evroke milletê kurd bêjine min tu hozanvanî. Min gelek pê xweş e û serbilind im ku ez êk im ji hozanvanêd kurd. Dema min destpêkirî min çi rêkî dî nebûn. Ez qutabiyê, şagirdê zankoyê bîm, li sala êkê. Bavê min li zîndanê bî, mamêd min, birayêd min pêşmerge bûn, ez li zankoyê li Bexdayê bîm. Hatin û çûyîna li Bexda û navbeyna Kurdistanê zehmet ket. Jiyana kurda li Bexda nexweş bû gelek. Jiyana min, ji hemî ala ve û ji aliyê diravî ve jî û ji aliyê minahiyê ve jî nexoş bî. Min dest pê kir hinde sirûdêd kurdî ê sanahî nivîsîn.

‘Min dît ku nivisîna şi’ra wek dermanekê ye’

Min hin şi’r nivîsîn bo pesinkirina Şoreşa Kurdî û mafêd kurda. Ew şi’rêd wisa wek sirûda, min û hevalêd xo li zankoyêd dixandin. Hindek ji wana awaz êxistine ser hingê. Tehsîn Teha jî hingê dixand li peymangehekê, li enstîtûtekê dixand. Ewî jî hindek ji wan şi’rana birin û awaz kirin. Ji hingê were min dît ku nivisîna şi’ra wek dermanekê ye, wek çareyekê ye, ji aliyê derûnî û bo riha min li wan barûdoxa, li wê jiyanê, jiyana pir ji tirs û bêminahî. Lew bavê min carekê li zîndanê û carekê pêşmerge. Îjar hema ji hingê were min dest pê kir û piştî hingê jî rastî hema piştî min zanko temamkirî û ez hatim di jiyana karî ve û bûm mamosta û çûm paşê min xwend li Ewropa. Me jiyaneke xoş nedît bi rastî. Em ev nifşe yê nûke, ku nûke ez pîremêrek im, hindî bîra min têtin me li Îraqê xoşî nedît, me gelk nexoşî dîtî. Me gelek zilm dîtî, me gelek zehmet dît, me gelek heps dîtin. Ez qûtabîbûm li zankoyê du sê cara ez birîm girtîxanê. Çend cara em birîn bo pirsyar û bo tehkîk û ê dî. Hinde car em direvîn, hinde car dihatin me. Jiyana me ev bî bi rastî. Paşê heta dîma berî hingê çend sala ez hatime hikûm kirin li Zîndana Mezin ya Îraqê û ez çend sala di zîndanê de mam û navbeyna min û îdamê her çi nema bî, eger hinde bizav nehatiban kirinê û ez jê xelas nebûma. Gelek kes dihatin îdamkirinê gelek kes dihatin mehkûmkirin. Mesela Leyla Qasim kiçik bî. Kiç bî li zankoyê dixwend, hate îdam kirin.

*Te qet Leyla Qasim dît? Têkiliya we çawa bû?

Berî Leyla Qasim bi pênc sala min zanko temam kir. Ew dîv min da, piştî 5 sala hate zankoyê. Ne gelek ferq di navbeyna me de hebî. Min dîtibî, ez nas dikim. Çimkî em kurd me êk du nas dikirin li Bexdayê, li zankoyê. Li gel me bî, kar dikir, karên siyasî dikir. Û min şi’rek bi erebî, şi’reka xoş û dirêj û gele belav min li ser nivîsî, demê hate îdamkirinê.

*Te got, me gelek tiştê nexoş dîtin û ji ber hingê min xwe avêt hozanê yanî şi’rê. Gelo bêyî tiştê nexoş mirovî nikare hozanê binivîsit?

Min gotî, ew jiyana nexoş weku ez rêka helbestê bigirim. Heger tu bêyî tarîxa hozanvanetiyê yan şa’irê bixwînî, yan evêd çîrokên can û berketî nivîsîn tarîxa cîhanê de, wekî Dostoêvskî, wekî nivîserêd gelek gelek navê wan î belav, weku edîb behra pitir ji nivîserêd baş û ji şa’irêd baş li wî demî peyda bîne. Dem dema helwestê siyasî ê nexoş. Li demên zilmê û tehdayê û sitemkariyê nivîser û şairêd baş bi dizîkî ve dinivîsin. Paşê wextê dinya xweş dibêtin, vêca berhemên wana têtin belavkirin. Wextê dinya xoş û sîtemkarî nebitin, şi’r, nivîsîn, îbda, afirandin kêmit dibitin, zeîfit dibitin û berê mirovî û dilê mirovî pitir hingê diçe vêca tîcaret, jiyaneke xweş.

*Tiştê em dizanin hozan li dijî gendeliyê yanî ruhê kapîtalîzmê ye….

Ji ber hindê edîbê temam, hozanvanêd temam ne gendeliyê qebîl dikit, çi cara jî nayête bîra wî ku rojekê ji roja dewlemend bibê. Dewlemendbûna hozanvana (pirtûka li ber xwe nîşan dide) ev e. Ev perêd me ne. Eva li dev min û li dev her hozanvanekî rêzê li xwe bigirêd, eva ji hemî pera pitir xoştir û bilindtir e.

*Hin berhem hene êdî bûne malê kelepûra kurdî, bo nimûne ‘Ey Felek’a cenabê to. Û em berhem bi dehan heta bis edan sal in tu tiştî ji xwe kêm nakin û hîn jî wek roja hatine nivisîn, afirandin têtine xwendin. Yanî êdî klasîzmekê di xwe de dihebînin. Lê bereksê vê em îro dinerin berhemeke tam li şûna wan bigire û ruhekî hîn pêşdetir zevt bike pir kêm in an jî tune ne. Weka hozanvanekî kurd bo vê tu çi dibêjî?

Hinde tişt hene, ji şi’ra bigire, ji strana, ne hema li nik me kurda, li nik ereba, îngilîza… yanî hinde berhem hene namirin. Ez nikarim bêjime te hemît şi’rêd min wek ‘Ey Felek’ in yan weku ew şi’rêd belav in. Hindek ji wana digeşin, hindek stran jî hene wisa ne. Hinde stran hene tarîxa me kurdî de belkî berî 700 sala hatibin gotinê. Ev roj jî wextê têne gotinê kurd ji nav de pê dihejitin, pê xweş dibitin. Êk; vêca şi’r, wextê kete çerxa nî, em bêjin şi’ra azad, şi’r sanayîtir lê hat bû tiştek sanahî. Ji ber wê çendê şa’ir gelek in evro. Çinkî sanahîtir e, hema çi bêjitin, çi binivîsitin kesî maf nîne bêjine, wele ev ne şi’re. Ew ê bêjite te, ‘ ez dibêm şi’r e.’ Eva weku çeka astê şi’ra bête xarê. A duwê; problem kêm bûyî. Yanî ew li nik me, ew tiştên me gava din got, berê pitir bîn û bilintir bîn. Nûka çekê wê hatîne xarê. Sê; roşenbîrê genc televîzyon bi dest ket, înternet bi dest ket yanî jiyan sanayîtir lê hat û mixabin jî dizî jî sanayîtir lê hat. Yanî şi’rekê biyanî ê hatiyî wergerandin bi zimanê tirkî, dê sibehî bikite ya xo, lê ez û tu nizanin. Berê eve nebî. Belê ez pir bawerim li paşerojê tiştê xerab namîne, tiştê baş dimîne. Heta di nav hozana azad da, heta di nav çîroka biyanoke yan şi’ranî. Millet bi xwe baştirîn pêvere, baştirîn biqiyas e; tiştê baş millet bi xo radikit û vedişêrit li mal. Tiştê nebaş diçitin. Min hinde şi’rên zeîfit heyitin. Hinde cara bi xwe ez berê xwe nadimê. Ama li dev min dimirin, ne li dev xelkê. Tiştê baş, tiştê ciwan bi xo, bi egerêd xo êd manê û jiyanê hebin.

*Şoreş û huner an jî hozanvanî, çiqasî li hev dikin û çiqasî barê hev sivik dikin ya jî bi awayekî nîzamî rê li ber hev vedikin û dimeşin. Wê hevrabûna hunerê nexasim jî ya hozanê, bi şoreşêre çî ye?

Min bi xo wek serbor, min tecrubeyeke gelek xuya ya diyar heye, li gel min û pêwendiya di navbera şi’r û şoreşgeriyê de. Min di serbora xo de dîtî pêwendiyeke gelek gelek mezin di navbeyna hozanvanetiyê û şoreşgeriyê de. Şoreşa Kurdiya Eylulê sala 1961’ê ez pal dam bo wê binivîsim û şoreşê bi xwe jî paşî ew şi’r wergirtin, ew şi’r di radyoya xwe de dixand. Û ew şi’r bûne stran û şoreş jî ew di radyoya xwe de belav dikirin. Ewa ez kirim şa’ir, ez hejandim, min jî ew bi stranêd xwe dihejand. Ev pêwendiya me hêj wextê ez genc û heta evro. Belê hemî şaîr wisa bîn, nexêr. Ez behsê wan şaira dikim evêd wextê şoreşê bêtirs dinivîsin, ne piştî şoreşê bêtirs binivîsin. Ez behsê wan şaira dikim ewêd di demêd tirsêda ku her şi’rek bayê îdamekê bî, ez behsê wan şaira dikim û gelek kêm in bi rastî. Û behsê wan şa’ira jî dikim evêd şi’rêd wana bîne stran û milletî di demên nexoş da, dergehêd xwe digirtin û guhê didane wan strana, ji radyoya şoreşê. Ne li çayxana.

*Çima şairên wisa kêm in?

‘Li nav çiyayî mirov azadtir e’

Kêm, gelek kêm in. Tiştekî tebi’î ye kêm bin. Çinkî mesele mesela mirinê ye. Yanî cuda ye, ferq e. Evroke mamostayek li bajêrî bitin û meaşî jî ji hikûmetê wergirît û xwe bikite şoreşgêr dijî hikûmetê ye û pêşmergeye li nav çiya şer bikit hikûmet xwe nagihêtê, eviya ferq e û ew azadtir e. Ew ê nav pêşmergeyî pitir azad e, bo axaftinê, ew li pişt çeperê ye. Belê li nav çiyayî mirov azadtir e, mirov biwêrtir e.

*Em werin ser ‘Ey Felek’ ku ev hozana ji rewaca xwe hîn jî çu tişt kêm nekiriye, tim tê guhdarîkirin. Yanî kurdistanîbûnekê di xwe de dihebîne. Dema li her parçeyan tê guhdarîkirin ez bawerim li bendika dil kurdê her parçeyî di wê kêliya ‘Ey Felekê’ de yekparebûnekê hîs dike, êşa her çarperçeyî xwe li dil dihebîne. Tu hinekî bo me qala dîrokçeya vê hozana xwe yî sirûdî bikî dê baş bit.

Êk; ‘Ey Felek’ ew şi’re ku bi rastî, bi hemî Kurdistanê ve girêdayî ye û bi çarenûsa Kurdistanê ve girêdayî ye û bi tarîxa hemî şoreşa ve jî girêdayî ye. Ne bo cihekî hatiye gotin û bo cihekî nehatiye gotin. Ya duwê; gelek stranbêja got ev ji hemî dera. Eva jî rengekeke ji êkîtiya hunermendiyê û êketiya hizrê û êketiya şi’rê ye. Rojekê şairekî kevn î mezin gote siyasiyêd welatê xwe go, ‘Hûn bi Xwedê, hûn bela xwe ji milletê xo vekin û bila şair bên hikim bikin, ev dewlet dê gelekî xoş bit, çi mişkule namînitin.’ Çinkî hingê dê dil êtin hikumîtin û dil di dila dihebînît û bê mislehet e mirovê şair. Meslehata wî ew ko şi’ra xo di nav çavê te de bibîne, wextê rondikê te bêne xwarê, hin zêdetir nîne.

*Te ev hozane ji bo kê nivîsandiye?

Min ev hozane pêşberî general Şerîf Paşayî kiriye, ku sala 1919’an de çû Cinîfil, Ewropayê û daxwaznameya milletê kurd bire wêrê û daxwaz kir ku milletê kurd bibine dewlet. Her hingê bî, birayêd me yî ermenî jî daxwaz bi xo pêşkeş kirin. Belê mixabin daxwaza me bi ser neket. Di vê hozanê de ez behsa General Şerîf Paşayî dikim, demê ji avahiya êkîtiya milletan derketî û bi ser neket û negihaştiye miradê. Belê ev hozane gelek helwestên din jî diguncitin, çinkî mixabin me di tarîxa xwe de, me gelekî dîtî em bi ser neketine. Ji ber vê çendê ye li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê tête guhdarîkirin.

*Pêşî kîj stranbêjî ev hozane awaz kiriye?

Êkem kes xwudanê ku awazkirî û gotî Bişar Zaxoyî bî û niha li Ewropa dijît.

*Gewrem niha tu li paytexta mezin Amedê yî. Herî dawî bo civata kurdî tu dixwazî çi bibêjî?

‘Dewlet di nav sînga da, nav dila da tête damezirandin’

Ev karêd wisa me pitir nêzîk dikitin û eger me divêtin me dewlet hebitin, Dewleta Kurdistanê berî hemî tiştî divê em, wê dewletê di nav sîngê xwe de ava bikin berî ku bête damezirandin û li ser erdê. Dewletit di nav sînga da, nav dila da tête akîcîkirin û damezrandin. Piştî hingê dê ji nav sînga derkevê. Ev tiştê tenê şi’r, hizir, huner peyva xoş, dilsoziya nav milletî, îhtîram êk hev du rêzgirtin, mafê mirovî û her kesekê yasa û qanûn bête meydanê û ew hikmî bikit eviya hemî dewlet e. Bila hîj em nebîne dewlet, bes ew dewlet di jiyana me de ye, di nav sîngê me de ye, ew sanayîtirin rêke bo dewletbûne. Ev hozan(ji kitêba xwe ‘Ey Felek’ nîşan dide) hozaneke sê rapere ye, hindek kar dikitin me nêzîkî êktir dike. Baş e em hemî wer bikin, em hemî tiştêd wisa çikên, diristkin ku nêzîkî êk hevdu bibin.

‘Em zimanê xwe bikine êk’

Min xoşe ku her çar perçê Kurdistanê xo nêzîkî êk hevdu bibin, ne hema bo armancêd mezin, ne bo armancê biçîk, divê em hemî bi awayekî, bi şêweyekî binivîsin, çî ye hema min ev bi erebî nivîsî. Ma nivîsbûn neçare ku bi du renga bête nivîsîn, wa nîne. Berê xwe bide radyo û têlevîzyonê me, bêjerêd me her bêjerekê hinde peyv û hinde qiseyêt wî heyne. Dibêt axaftina bêjera û têlevîzyona bibête êk bila millet bigihêtine hev. Vêca em heta vêgavê me neşiyaye rastî em zimanê xwe bikine êk û hunerêd xo, berhemêd xo û nêzîkî êk du bikî, divê em dev ji armancên xwe yî siyasî berdin.

Dr. Bedirxan Sindî kî ye?

Di sala 1943’an de, li bajarê Zaxoyê ji dayîk bûye. Di sala 1966’an de li Iraqê zanîngeh kuta kiriye û di sala 1979’an de li Îngilîstanê doktora wergirtiye. Sindî ji sala 1960’î dest bi helbestê kiriye û gelek helbestên wî ji aliyê gelek hunermendan ve awaza wan hatiye çêkirin. Ji hin helbestên wî ên wek ‘Ey Felek’, ‘Ez keç im keça kurda me’, ‘Bêrîvanê’ û gelekên din bûne malê kelepora hunera kurdî. Niha li Duhokê dijî.

(red/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN