Xelatên Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî hat dayîn
AMED (DÎHA)- Li 2'yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê merasîma xelatê ya 3'yemîn Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî hat lidarxistin.
Li 2'yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê li Hola Resepsiyonê merasîma xelatê ya 3'yemîn Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî hat lidarxistin. Mêvanê rûmetê yê pêşangehê Ehmed Huseynî, nivîskar û lêkolîner Faîk Bulut, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Omer Dilsoz, helbestkar Berken Bereh, dayik û xwişka Arjen Arî jî di nav de bi dehan nivîskar û wêjehez beşdarî merasî bûn.
Ji ber îsal dosyeyên bo pêşbirkê hatin şandin ne li gor pîvanên pêşbirkê bûn, ji aliyê lijneya pêşbirkê ve tu berhem nehatin pejirandin û îsal bes xelata rûmetê hat dayîn. Xelata rûmetê bo Tonguç Ok hat dayîn, ku Ok bi eslê xwe tirk e û ji 1996'an girtiyî û cezayê muebetê xwariye û di girtîgehê de fêrî kurdî bûye.
Di merasîma xelatdayînê de pêşî yek ji endamê lijne û juriyê yê pêşbirkê helbestkar Berken Bereh axivî. Bereh li ser kesayetiya Arî ya wêjeyî rawestiya û wiha got, "Arjen Arî li gel êş û bobelatên vê xakê di edeba xwe de estetîkeke kurd destnîşan kiriye. Ez wek heval û hevçerxê wî serbilind im ku li ser navê wî cara 3'yemîn pêşbirka helbestê tê lidarxistin."
'Bê Xweda dibe, bê ala nabe'
Bereh da zanîn ku Arî ew kes e ku wek neviyê Xanî û hevçerxê Ehmed Huseynî û dewamiya Cegerxwîn û Osman Sebrî ku digot bavên, kalê min in xwestiye vî zimanî li hemberî pêlên asîmlasyonê biparêze û wiha axivî: "Ji ber vê jî ez dibêjim Arjen Arî nemiriye, di nav me de ye. Belkî bi bedena xwe ji nav me barkiribe lê bi hişmendî û feraseta xwe û bi dilê xwe êdî bûye parçeyek vê axê, ku digot 'Bê Xweda dibe, lê bê ala nabe. "
Her wiha Bereh wek endamekî juriyê bo pêsbirkê sedemên nepejirandina dosyayan jî vegot.
Piştî Bereh mêvanê rûmetê yê 2'yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê Ehmed Huseynî xelata rûmetê li ser navê Tonguç Ok berpêşî nivîskar û edîtorê beşa kurdî yê Weşanxaneya Evrenselê Îsmaîl Dîndar kir.
Piştî berpêşiya xelata rûmetê Dîndar axivî. Dîndar pêşî silavên Ok pêşkeş kir û qala Tonguç Ok kir. Dîndar wê axivî: "Ji roja ku Komara Tirkiyeyê ava bûye heta niha ne min dîtiye ne jî min bihîstiye mirovekî tirk klasîkê bîrdozî ên wek Marks û Stalîn ji zimanê resen wergerandiye, lê Tonguç wergerandiye kurmancî, ku bi kurmanciyeke pir xweş û zelal. Tonguç berê nivîsên xwe bo redaksiyonê bo min dişandin. Lê îro hevalên Tonguç ên di hucreyên cîranê wî de ku ji ber têkoşina Tevgera Kurd cezayê muebetê xwarine, redakteya werger û nivîsên wan ên bi kurdî Tonguç dike."
'Em şoreşgerên tirk deyndarê gelê kurd in'
Dîndar diyar kir ku Ok mirovekî wisaye ku van tiştan wek tiştê ji rêzê dibîne û wiha got, "Tonguç dibêje 'Em şoreşgerên tirk, ên cîhanê li hemberî gelê kurd deyndar in. Em çi bikin jî em nikarin vî deynî baş bidin. Ez bi vê mebestê tevdigerim.' "
Dîndar berhemên ku heta niha Tonguç Ok wergerandine kurdî jî wiha rêz kir; 'Manîfestoya Komunîst, Marksîzm û Pirsgirêkên Neteweyî, Marksîzm û Pirsgirêkên Zimanzaniyê û Divê Çi Bê Kirin. '
Xelatdayîn bi sînevîzyoneke arasteyî jiyana Arjen Arî bi dawî bû.
(red)