DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

2 hezar darên li qada TEİAŞ'ê hişk dibin

 
23 Gulan
09:04 2016

WAN (DÎHA) - Li Payîzava ya Wanê ji ber xebatên Bendava Zernek, 2 hezar darên li zeviya TEİAŞ'ê ji ber bê xwedî hatiye hiştin terkî talan û hişkirinê mane.

Li navçeya Payîzava ya Wanê ji ber xebatên Bendava Zernekê ya aydî Şîrketa Elektrîkê ya Tirkiyeye (TEİAŞ), 2 hezar darên li nava zeviya TEÎAŞ'ê terkî talankirin û wêrankirinê hatin hiştin. Ji ber ku zevî 15 salan hatiye kirêkirin darên di nava zeviyê de dê bên jêkirin. Rayedarên Şaredariya Payizava diyar kirin ku wan serî li rayedaran dan, lê encam bi dest nexistin. Rayedaran, anîn ziman ku ew dê têkoşîna li dijî talankirina daran û xwezayê berdewam bikin.

Rêveberên Şaredariya Payizava anîn ziman ku ev warê ku bendav lê tê çêkirin cihekî seyrangeh û xwezayî ye û wiha got: "Em hefteyê 3 caran bi tangeran diçin daran av didin û em daran diparêzin. Ji ber ku gelê vir dê sûdê ji vir bigirin. Em wekî şaredariyê dê heta dawî ji bo arastina wan têbikoşin."

Dar bi hişkirinê re rû bi rû ne

Rêveberên şaredariyê destnîşan kirin ku ji bo TEÎAŞ qada bi dar û ber dewrî gel bike ketine nava hewldanan, lê hêj encam bi dest nexistine. Rayedarên şaredariyê anîn ziman ku berê ev zevî aydî DSÎ'yê bû, lê niha 15 salan dewrî TEİAŞ’ê hatiye kirin û dar terkî hişkirinê hatine hiştin. Rayedaran bang li gel jî kir u xwest li hemberî vê talankirina xwezayê dengê xwe bilind bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN