4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê dest pê dike
![](/staticfiles/news/517771/2016/05/23/680x365cc-amed-film-festifali.jpg)
AMED(DÎHA)- 4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlamedê bi dirûşmeya "Her der berxwedan, her der sînema" dê di 24'ê gulanê de li Akademiya Hunerê ya Cegerxwînê bê lidarxistin.
Li Amedê li Akademiya Hunerê ya Cegerxwînê 4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê ya bi piştevaniya Şaredariya Peyasê, Akademiya Hunerê ya Cegerxwînê, Konservatuara Aram Tîgranê, Komeleya Akademiya Sînemaya ya Rojhilata Navîn, Mezepotamya Sînema û Navenda Çanda Mezopotamyayê bi dirûşmeya "Her der berxwedan, her der sînema" û bi têmaya "Berxwedanê" dê di 24'ê gulanê de bê lidarxistin û heta 29'ê gulanê bidome. Li mîhrîcanê li gel pêşandana bi dehan belgefîlman dê hevdîtinên derhêneran ên bi gel re; bi armanca ku piştgiriyê bidin sînemaya belgeyî, çalakiyên wek kargehên bipêşxistina belgefîlman, forûm û her wekî din jî bên lidarxistin.
Mîhrîcana îsal diyarî Îslam Balikesîr e
Derbareyê mîhrîcanê de komîteya Mîhrîcanê ev agahî dan:"Temaya (ramana sereke) îsal a mîhrîcana me dê 'berxwedan' be. Fîlmên ku ramana wan a sereke berxwedan e dê bên nîşandan. Dîsa, di çarçoveya mîhrîcanê de dê gotûbêjên bi vê temayê jî bên lidarxistin. Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê dê bi şiyara "Li her derê berxwedan, li her derê sînema"yê bê lidarxistin. Mîhrîcana me dê ji bo sînemager Îslam Balikesîr yê ku di "jêrzemîna wehşetê" ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, bê diyarîkirin. Bi pêşniyara derhêneran, beşdarvanên mîhrîcanê û temaşevanan em hêvîdar in ku di pêşerojê de mîhrîcana xwe li gor armanca sînemaya azad mezintir bikin. Bi temaşekirina fîlmên me bimînin di nav xêr û xweşiyê de."
(red)