DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Huner li ku be ronahî li wir e'

 
24 Gulan
09:02 2016

MERSÎN (DÎHA) – Li Mêrsînê 5 ciwanên Kurdistanî yên bi navê "Waweylî" komeke mûzîkê ava kirin, li hemberî zextên li ser kolanan bi dirûşmeya "Huner li ku be ronahî li wir e" bi zimanê hemû gelan stranên xwe pêşkeş dikin.

5 ciwanên Kurdistanî yên ji bajarên cûda li Mêrsîne gihîştin hev û bi navê "Koma Waweylî" komeke mûzîkê ava kirin. Ciwan, her roj li kolanekê Mêrsînê stranên Kurdî pêşkeşî gel dikin û bi vî rengî hem zimanê kurdî hem jî mûzîka kurdî pêş dixin. Koma ku di stranên xwe de peyamên biratî û aşitiyê didin ji niha ve bala mûzîkhezan kişandiye.

Ji solîstên komê Ebru Şahînkaya der barê armancên komê de axivî û anî ziman ku ew dixwazin nîşan bidin ku huner dikare li her derê were kirin. Şahînkaya da zanîn ku ji ber newayên Kurdî bala mirovan dikşîne û mirov pê re şaş dimînin wan navê komê daniye "Waweylî."

'Hemû kolan di bin zextên dewletê de ne'

Şahînkaya diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe ve bi çanda Kurdî ve mezin bûye û ji bo danasîna vê çandê ew li kolanan karê mûzîkê dikin. Şahînkaya destnîşan kir ku di demên dawî de bi taybet hemû kolan di bin zextên dewletê de ne û got dewlet weke hemû qadên jiyanê mudaxaleyê qada mûzîkê jî dike.

'Ji ber zextên li ser ziman em li kolanan e'

Yek ji endamên komê Awaz Arun jî ev du sal in ku di nav komê de cihê xwe digire. Arun jî di axaftina xwe de balê kişand ser qedexeyan li ser zimanê kurdî û da zanîn ku ji ber zextên li ser zimanê zikmakî ew li kolanan muzîka kurdî pêşkeş dikin. Arun da zanîn ku ji bilî Kurdî bi zimanê Tirkî, Erebî, Lazî û Ermenkî jî stranan dibêjin.

'Yên ji Kurdî acis in giliyê me dikin'

Hunermend Welat Înanç jî diyar kir ku ji ber muzîka ku li kolanan dikin hem dostên wan hem jî dijminên wan hene û got carna hin kesên ku ji stranên kurdî acis dibin diçin giliyê wan ji rayedaran re dikin. Înanç anî ziman ku hin caran jî rastî bertekên weke "Ev der Tirkiye ye, li vir stranên Tirkî bixwînin" tên û got ew jî bersiva "Em çawa bixwazin emê wisa bêjin" didin van nijadperestan û mûzîka xwe berdewam dikin.

'Dest nedin ziman û hunera me'

Înanç bilêvkir ku ew ji bo azad bibin li kolanan e û got "Dest nedin zimanê me û hunera me." Înanç di dawiya axaftina xwe de balê kişand ser bandora erênî ya mûzîkê ya li ser civakê û got "Huner li ku derê be ronahî li wê derê ye."

(sy)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN