Fîlmamed bi 'Banga Roj' dest pê dike
![](/staticfiles/news/517904/2016/05/24/680x365cc-amd-24-05-16-filmamedd.jpg)
AMED (DÎHA)- 4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê bi têmaya "Berxwedanê" îro saet di 18.00'an de li Akademiya Hunerê ya Cegerxwînê dest pê dike.
Li Amedê 4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê ya bi piştevaniya Şaredariya Peyasê, Akademiya Hunerê ya Cegerxwînê, Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Konservatuara Aram Tîgranê, Mezopotamya Sînema û Navenda Çandê ya Mezeopotamyayê hat amadekirin îro saet di 18.00'an de dest pê dike û dê heta 29'ê gulanê bidome. Mîhrîcana îsal ya ku dê bi dirûşmeya "Her der berxwedan, her der sînema" û bi têmaya " Berxwedanê" li Akademiya Hunerê ya Cegerxwînê bê lidarxistin, dê îtxafî sînameger Îslam Balikesîr ê ku li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê hat qetilkirin bê kirin.
Mîhrîcan dê saet di 18.00'an de bi pêşandana wêneyên "Kobanî, Silopiya, Cîzîr û Nisêbînê" ya bi navê "Bîr" ku ji aliyê Çagdaş Erdogan, Kazim Kizil, Rasîm Aslan û Veysî Altay hat amadekirin dest pê bike. Her wiha îro starta pêşandana belgefîlman dê bi pêşandana belgefîlmê bi navê "Banga Roj" ya derhêneriya wê ji aliyê Hamdî Akyol û Cemîl Kizildag hatiye kirin, dê saet di 19.30'an de li "Eywana-1"ê bê dayîn.
Têma û naveroka Banga Roj ev e: Fîlm li ser 'xwevekişîna" sala 2013'an, jiyîna rojan ya gerîllayên li çiyayên Dêrsimê yên koma dawî radiweste û li gel vê sê demsalên gerîllayan ên li nêv xwezayê dide der. Di fîlm de bi taybetiyî jî têkoşîna gerîllayên jin a bi xwezayê re û binpêkirina tirsê jî bi tena serê xwe têmayeke. Fîlm pirsa "Ew çima li wir in?" jî arasteyî temaşevan dike.
"Banga Roj" bi bihara piştî payîz û zivistanê, bi hêviya dê şer serîhildanên sed salî bi awayekî aşitiyane rawestin bi dawî dibe.
(red)