DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Di înşaetan de çanda dengbêjiyê dide jiyandin

 
25 Gulan
09:08 2016

MANÎSA (DİHA) – Li Manîsayê welatiyê bi navê Nurettin Çelik ê 25 sal ewil ji Mûşê koç kir, çanda dengbêjiyê di nav şertên zehmet de li înşaatan dide berdewamkirin. Çelîk li aliyekî xerca betonê li aliyê din jî stranên Şakiro distirê.

Li navçeya Turgutluya Manîsayê welatiyê bi navê Nurettin Çelik (60) ê 25 salî ewilî ji gundê Çilçila navçeya Kopa Mûşê koç kir di înşaatan de çanda dengbêjiyê dide berdewamkirin. Çelîk ê di ciwaniya xwe de bala xwe da ser dengbêjiyê ji stranên dengbêjên navdar Şakiro, Reso, Zahiro û Huseynê Orgonezê sûd werdigire. Çelik stranên dengbêjiyê ku ji kasetan ji ber kir bênavber dibêje û wiha westana xwe li ser xwe diavêje.

Çelik ligel temenê xwe yê pêşketî bi dengê xwe bala her kesî dikiş3ine û li derdora xwe wek Dengbêj Nûrî tê nasîn. Çelîk da zanîn ku beriya ew koç bike her tim di şevbuhêrkan de stranên dengbêjiyê vedigot û wiha axivî: “Di her mehî de herî kêm careke em dihatin ba hev. Dengbêjî her diçe tê jibîrkirin. Qasî ji dest min tê ez jî di înşaatan de vê çandê didim berdewam kirin.

Çelîk destnîşan kir ku divê ev çand neyê jibîrkirin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku dîroka kurdan bi vê çandê heta roja îro hat. Berê di dawetan de ev çand zêdetir bandor bû. Li vir jî car bi car hevalên min qazî min dikin û diçin ji bo ev çand bijî hewl didim.”

(gka)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN