DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Têkoşîna li dijî ocaxa keviran zêde dibe

 
26 Gulan
09:18 2016

CÎHAN BAŞAKÇIOGLU

AYDIN (DÎHA)
- Li navçeya Soke ya Aydinê projeya Ocaxa Keviran hat amadekirin. Wezareta Bajarvanî û Derdorê jî biryara "Pêdivî bi rapora ÇED'ê tune" da û destûr da projeyê. Lê welatiyên herêma Sokeyê bi biryarin ku nehêlin ev ocax têkeve meriyetê. Keyayê Gundê Burunkoyê Muharrem Kaçar, diyar kir ku ocaxên keviran dê çandiniya herêmê tune dike. Berdevkê AYÇEP'ê Mehmet Vergili jî diyar kir ku ew dê li pişt têkoşîna gelê herêmê bin.

Şîrketên ocaxên keviran 700 metre nêzî gundê Burunkoyê yê navçeya Sokeya Aydinê li ser 68 dolim zevî projeya Ocaxa Keviran amade kir. Piştî ku ocaxa keviran têkeve beriyetê dê gelek zeviyên çandiniyê tune bibin û welatiyên ku debara xwe li ser çandiniyê dikin dê têkevin nava zor û zahmetiyan. Her wiha dê qada çêrê û sewalkariyê jî tune bibe. Ji ber vê yekê dê gelek welatiyên herêmê mexdur bibin. Welatiyên herêmê ku li dijî projeyê ne heta niha bi sedan îmze kom kirin û dan Qeymeqamiya Soke û Walîtiya Aydinê. Lê heta niha tu encam û bersîv nehat. Welatî bi biryarin ku destûr nedin vê projeyê. Welatî armanc dikin ku li dijî vekirina ocaxa keviran çalakiya rûniştinê pêk bînin.

Ligel vê yekê dîsa Wezareta Bajarvanî û Derdorê jî biryara "Pêdivî bi rapora ÇED'ê tune" da û destûr da projeyê. Lê welatiyên herêma Sokeyê bi biryarin ku nehêlin ev ocax têkeve meriyetê. Keyayê Gundê Burunkoyê Muharrem Kaçar û Berdevkê AYÇEP'ê Mehmet Vergili li dijî avakirina ocaxa keviran bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Keyayê Gundê Burunkoyê Muharrem Kaçar, diyar kir ku ocaxên keviran dê çandinî û sewalkariya herêmê tune dike û wiha got: "Welatiyên vir debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin. Lê piştî ev ocaxa keviran têkêve meriyetê dê çandinî û sewalkarî tune bibe. Em destûr nadin vê projeyê. Ji ber ku dê bi hezaran darên zeytûn û team tune bibin. Dê xweza tune bibe. Rayedar bêyî me ji bo axa me biryarê didin. Dê ocaxa keviran li ser 86 dolim zevî bê avkirin lê dê bi hezaran dolim zerar bibîne. Dê her tişt zerar bibîne û em destûr nadin vê yekê."


AYÇEP: Em li pişt gundiyan in.

Berdevkê Platforma Derdora Aydinê (AYÇEP) Mehmet Vergili jî diyar kir ku ew dê li pişt têkoşîna gelê herêmê bin. Vergîlî, anî ziman ku ger ev proje zerarê dide gundê wan, axa wan û derdora wan ew dê li dijî vê projeyê rawestin û destûr nadin vê projeyê û wiha got: "Em wekî AYÇEP'ê dê hemû piştgiriye bidin gelê herêmê. Dixwazin xwezaya me tune bikin. Em destûr nadinvê yekê.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN