‘Em mecbûr in hev fêm bikin, lew rizgarî jihevfêmkirin e’ - GOTUBÊJ
RÊDÛR DÎJLE
AMED (DÎHA) - Qadên huner û siyasetê bivê nevê têkildarî liv û tevgerên civakiyî ne. Bi vê munasebetê li 4’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê me bi hunermend Omer Akbaş, Sertaç Yildiz û Çîgdem Mazlûm ên derhênerên belgefîlmên “Bêhna Dawî” û “Şandevan: Îlhan Samî Çomak” de hem derbareyê belgefîlmên wan û hem jî derbareyê Mîhrîcana Fîlmamed û kêliyekê be jî barê ku sînemaya belgeyî hildigire sohbet kir.
Prof. Hamîd Dabashî piştî şoreşa Misirê wiha dibêje, “Eger rola hunerê bo me xeyalkirina siyaseta azadîxwaz a tiştên ku pêkaniya wan negengaz be, divê huner ji şopandina siyaseta me yî şoreşger wirdetir, pêşengtiyê jê re bike.” Di vê baregehê de bi têgihiştineke ku qadên huner û siyasetê bivê nevê têkildarî tevgerên civakiyî ne, me li 4’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê bi derhênerê belgefîlma “Bêhna Dawî” ku bi têmaya xwe li ser bêhuqûqiya li Somayê ye, Omer Akbaş û bi derhênerên belgefîlma “Şandevan: Îlhan Samî Çomak” ku ev jî bi têmaya xwe li ser çîroka Îlhan Samî Çomakê ku ev 21 sal e bi awayekî derhuqûqî di zindanê de ye vedibêje, Sertaç Yilidz-Çîgdem Mazlûm re hem derbareyê belgefîlmên wan û hem jî derbareyê Mîhrîcana Fîlmamed û kêliyekê be jî barê ku sînemaya belgeyî hildigire ser xwe kurtesohbetek kir.
*Dema mirov bi awayekî kronolojîk lî dirokçeya belgefîlman/sînemaya belgeyî dinihêre pêrgî serdemên bûhraniyî/aloziyî tê. Em dibînin ku 4’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê jî di serdemeke wiha de tê lidarxistin û bi dehan belgefîlm lê tên pêşandan. Bi raya we di serdemên bi vî rengî de, belgefîlm dikare çi bike û çima belgefîlm?
Sertaç Yildiz-Çîgdem Mazlum: Niha em li Amedê ne, li vî bajarî qedexeya derketina kolanan bi mehan hat îlankirin, Sûr serobino kirin. Hîn jî li gelek bajaran qedexe û şer didome. Li gel vê dema meriv li metrepolên wek Stenbol, Enqere û yên din dinêhêre hem di warê aboriyî û hem jî di warê siyasiyî de daxwaza mafê mirovan bi her awayî rastî dewletê tê û tên binpêkirin. Her wiha dema tu li dadgehan, edaletê dinihêrî darizandinên derhuqûqî, girtin, girtîgeh…yanî welatekî ku lê hemû kesên muxalif tên tepisandin derdikeve pêşberî me. Îjar li gel van pêkûtî û pêkanînan pêdiviya vegotinê li mirovî peyda dibe û bi raya min mîhrîcan jî ji ber pêdiviyeke bi vî awayî pêk hatiye. Lew li hêleke me şer heye, lê em niha li vir qala “jiyaneke normal dikin” û li hêla din jî em qala bajarekî rûxandî ku bi qasî du gavan dûrî me ye dikin. Îcar di vî warî de lidarxistina mîhrîcanê tiştekî polîtîk e, ji xwe dirûşmeya wê jî bi vî rengî ye. Bi kurtasî dikarim vê bibêjim, di vî warî de pêkanîna her tiştî, her gotinê muhîm e, dê li vî welatî ev li hemberî binpêkirina mafan raweste. Îjar barekî zêde dikeve ser milê kesên li vir belgefîlmê dikin belgefîlm. Lew belgefîlm veguhastina rasteqîniyê ye.
Omer Akbaş; Ji xwe bi giştî destpêka belgefîlman berpirsiyariyeke wijdanî ye yan jî bi dozîniyî serifandina ked û cehdekê ye. Hemû tiştên tên çêkirin bi zehmetiyî ye, hemû tiştên muxalif zehmet in. Yanî em di cihokeke zehmet de ne. Di vî warî de ji aliyê Fîlmamedê pêkanîna mîhrîcana belgefîlman û dirûşmeya wê yî “Her der berxwedan, her der sînema” di asasê xwe de gelek tiştan vedibêje. Yanî bi raya min ev bi vî awayî ye; hem bi awayekî çandî û hem jî bi awayekî fiîlî Amed rastî ewqas qewimînan hat û li gel vê li hemû hêlên rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê pêvaoyeke rûxandinê pêk tê. Îjar li vir vegotina “Her der berxwedan, her der sînema” ew e ku; çiqas êrîş zêde bibin, dê ewqas jî berxwedan zêde bibe.
‘Em mecbûr in hev fêm bikin, lew rizgarî jihevfêmkirin e’
Lidarxistina mîhrîcana belgefîlman û rewşa Amedê heman tişt e. Yanî bo Soma neyê jibîrkirin û nedin jibîrkirin em çawa li ber xwe didin, ev jî bi awayekî derûnî li dijderketina polîtîkaya rûxandina bîrî/hafizayê ye. Lew li pêyî hevdu ewqas tiştên neçê hatin serê me ku em li xwe heyirîn. Wek Enqere, Pirsûs, Amed… û di van pêvajoyan de her xwestin van pêkûtiyan bi me bidin jibîrkirin. Lê li hemberî van polîtîkayên jibîrkirinê, heke îro li vir li cem gelek belgefîlmên din belgefîlma Somayê tê pêşandan; ev nîşaneya ku bi belgefîlmeke din re ber bi cihekî din ve diçe. Di vir de em mecbûr in hev fêm bikin, lew rizgarî jihevfêmkirin e. Di vê çarçoveyê de çêkirina belgefîlman û lidarxistina mîhrîcaneke bi vî awayî girîng e.
*Di vê çarçoveyê de dema mirov li belgefîlmên we jî dinihêre rastî têmayeke aloziyê tê: ‘Li Tirkiyeyê binpêkirina edalet û huqûqê!’ Di warê mirovî û civakiyî de amadekirin û çêkirina belgeyekê dikare çiqasî ji heqê buhranê derkeve û buhranên li hemberî hebûnê pûç bike, bibe rêçek?
Sertaç Yildiz-Çigdem Mazlum: Di roja îroyîn de, ji aliyê dîtbariyê ve hemû tişt rastî binpêkirinê tên. Tiştên ku li vê derê pêk tên, li gelek herêmên Tirkiyeyê di çapemeniyê de xwe nade der. Mirov nizanin çi qewmiye an jî diqewime. Li vir barê ku dikeve ser milê belgefîlmê, ew e ku hûn hin tiştan dîtbar bikin, ji bo hûn vê bûhranê çareser bikin divêtiyeke ‘divê hin tişt bên kirin, bên nîşandan’ xwe li mirovî radipêçe. Divê hûn rastiyê, tiştên bextewar, tiştên jibîrkirî yan jî dane jibîrkirin bibîra mirovan bixin. Yanî ev peywira belgefîlmê ye û hûn ji vir dest bi kar dikin. Mesela belgefîlma me, ‘Şandevan: Îlhan Samî Çomak’. Ev 22 sal e Îlhan tê darizandin û hîn jî gelek kes wî nas nakin. Bi sedan kesên wek Îlhan ên hatine girtin, rastî îşkenceyan hatine, li DGM’yan hatine darizandin, ji ber zabitnameyên çend polîsan rastî cezayê muebetê û dardakirinê hatine hene. Dema hûn ji cihekî dest bi vêna dikin, a rast hûn bi vê re tiştên ku li çapemenî, têlevîzyonana nehatine nîşandan, radixînin ber mirovan. Li hemberî aloziyê bi vî awayî têkoşîn dest pê dike. Lew dema hûn li Tirkiyeyê dinihêrin her tişt herî zêde 2-3’ê rojan di bîra mirov de dimîne. Di vî warî de, bi belgefîlmçêkirinê hûn şibakeya cîhana rasteqîn li ber mirovan vedikin. Û bi vê şibakeyê re hûn dibên; a rast tiştên hûn dibînin ne ratseqînî ye, hinekî jî li vir lê binihêrin.
Omer Akbaş; Piştî ku li Somayê komkujî pêk hat, 336 roj şûnde doz dest pê kir. Ya ku meriv ji xwe bipirse ev e; di wî 336 rojî de li Somayê çi xwe dan der? Mirov hepsî malê bûn, hêdî hêdî rista jiyanê li wir belawela bû, malbat rûxiyan…ev hemû bi xwe pêvajoyeke sosyo-çandî ye. Îjar me bes kêliya bûyerê û piştî bûyerê nekêşa û nekir belgefîlm. Taliya talî li wir pêvajoya rûxandina malbatan heye. Mirovekî ji rêzê bifikirin emegdar an jî kebanî ye. Hevjînê xwe, zarokê xwe winda kiriye. Pêvajoya polîtîkbûyîna van mirovan bêyî manîpulasyon jixweber derdikeve holê. Yanî bêyî manîpulasyon, ez dikarim bibêjim realîteya belgefîlmê li vir dest pê dike û hûn tiştên heyî dikêşin. Ne drama û ne jî sêwirandine. Dema hûn dinihêrin mirovên 80 salî dirûşmeyan berz dikin, pankartan vedikin…rewşeke nedîtî ye û a êşbar ew e ku hûn li gel ewqas bobelatan hûn hin tiştan daduqurtînin û kumla xwe dijidînin, dimeşin. Ne hewceyî em li dûrahiyê li hêviyê bigerin. Bi ya min hêvî li wir e, meşa wan bi xwe ye. Yanî bi kurtasî belgefîlm ew e ku bi ser wê aloziyê de biçe.
*Em dizanin ku belgefîlm/sînemaya belgeyî li pêyî heqîqetê ye. Gelo di lêgerîna vê heqîqetê de bi her awayî zevtkirina rastiya mirovî û bo cîhaneke hîn muferihtir veguhestina vê rastiyê ne zehmet e? Û derhêner/belgeçêker vêya çiqasî bo xwe dike bar?
Omer Akbaş: Niha ez wisa difikirim; di navbera lêgerîna heqîqetê û dîtina heqîqetê de cudayetî heye. Dema her kes ji hêla xwe ve wisa bifikire, dê pêşketin li dar be. Dayikek ku li malê hevîr distrîne dikare bo Somayê çi bike? Xwendekarekî sînemayê, endezyarek dikare çi bike? A rast her kes li gor qabîliyeta xwe dikare bi kêrî tiştekî bê. Hûn mamosteyekî matematîkê ne, hûn dikarin li dibistanên havînê dersa matematîkê bo zarokên êtim bidin, dersa sînemayê bidin. Yanî heqîqet bi belgeselê dest pê nake. Heqîqet piştî ku belgesel bi dawî bû û dema temaşevan ji eywanê derketin û pirsa “Ez dikarim çi bikim?” arasteyî xwe bike, aha heqîqet bi vê hevokê dest pê dike.
*Wek derhênerekî ew heqîqet çawa li te peyda bû?
Dema ez xwendekarê sînemayê bûm, min ji xwe pirsî bi vê zanîna xwe yî teknîkî ez dikarim bo Somayê çi bikim? Yanî ji destê min dê çi bê ku ez dê vê heqîqetê bidim der. Tişta ku em jê re dibên heqîqet dema, bi awayekî şênber bersiveke wê tune be kêm dimîne. Hîsa berpirsiyarbûnê me digihîne heqîqetê.
Sertaç Yildiz/Çîgdem Mazlum: Heke em li ya Omer tiştekî zêde bikin ev e; vegotina heqîqetê, rastiyê ne tiştekî zehmet e. Hûnê kamerayê ber bi gel ve hêl bikin, aha rasteqînî li wir e. Di vî warî de kamera çek bi xwe ye. Wê kameraya ku hûn bi kar tînin, ber bi koka rasteqîniyê ve diçe. Yanî pêvajoya veguhastina rasteqîniyê têkoşîn e. Ya me jî bi vê hîs û berpirsiyariyê liviya.
*Vê heyama ku em têde ne bi hemû dînamîkên xwe rê û rêbazên jiyanê guherandiye. Yanî guherîn an jî veguherînek heye. Ev carinan yekser, carinan neyekser û carinan jî bi darê zorê pêk tê. Di van şert û şirûtan de mirov li xwe digere, dixwaze rêçekê ji heyama ku tê de ye bibîne an jî maneyekê lê bar bike. Wek pirsa dawî û bi kurtasî, di vî warî de belgefîlm dikare veguherîneke çawa pêk bîne?
Sertaç Yildiz/Çigdem Mazlum: Dikare gelek tiştan biguherîne. Lê ez pêşî derbareyê rabirduyê de hin tiştan bibêjim. Îro li vê erdnîgariyê problema sereke hevrûbûn/rûbarîbûn e. Yanî problema herî mezin bi sedan salan e dewlet naxwaze bi pêkûtî û pêkanînên xw ere rû bi rû bimîne. Dema ji vê hêlê ve meriv lê dinihêre belgesel çi dike? Mesela belgesel 1915’an ber bi hevrûbûyîne ve hêl dike. Her çiqas dewlet nexwaze bi vê re rû bi rû jî bimîne, gel bi rastiyê dihese. Heke em berê xwe bidin pêkûtiyên li vir xwe didin der, em dê erka belgefîlmê bibînin. Heke hûn çîrokên li vir vebêjin, hûn bo avakirina civakeke nû an jî cihaneke nû piştevaniyê dikin. Yanî li vir, li Sûr, Cizîr, Mêrdînê… bi hezaran çîrok hene. Yên ku bi darêz orê ji qadên xwe yî jiyanê bûne, cenazeyên li nêv kuçeyan tên rawestandin, mirovên qetilkirî…her yek ji vana çîrokeke û çîrokên ku dê qet dawiya wan neyê. Belkî niha em tam erka wê tênegihêjin, lê 20-30 sal şûnde dema em li paş xwe binerin em dê bibêjin li vê xakê ev tişt rû dan û bi vê re em dê iştekî nû ava bikin. Di vî warî de meriv dikare bibêje ronahiyek e. Bes ne belgefîlm tenê, hemû karên ku dê bi kêrî vê rastiyê bên, muhîm in.
Omer Akbaş: Bi îxtimaleke mezin dê wiha bibe; 2-3 sal şûnde dê doz Somayê bi dawî bibe. Dibe ku di pêşerojê de civak bi vê re rû bi rû bimîne. Dema bi vê re rû bi rû bimîne, aha wê çaxê belkî belgefîlma me ji kewarên dîrokê xwe bide der. Dê bibêjin tiştekî wisa hebûye; Yûsûf Yerkel pehîn avêt karkerê madenê, Tayyîp Erdogan şelmaq avêt, filan û bêvan. Dê ev hemû bi awayekî dîrokiyî bêne zanîn. Belkî bibêjin li vî welatî ev tişt çawa qewimîne û bi vê re belkî şermînek xwe li wan rapêçe. Yanî erka belgefîlmê bes bi îro ve negirêdayî ye. Ez dibêm hem bi kêrî dîrokê, hem jî bi kêrî pêşerojê tê.
(red/mae)