DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Heyeta pêzan di 11'ê Tîrmehê de tê Akkuyuyê

 
28 Gulan
09:11 2016

MERSÎN (DÎHA) - Li Akkuyu tê plankirin ku Santrolên Nukleerê bê avakirin. Li dijî Santralan biryara erênî ya ÇED'e hat betalkirin. Li ser vê yekê heyeta pêzan a ji aliyê wezaretê ve hatiye amadekirin dê di 11'ê Tirmehê de bê Akkuyuyê Derdorparêzên Mersinê jî diyar kirin ku ew dê pêvajoyê bişopînin.

Bertekên li dijî Santrolên Nukleerê ku ji aliyê Rus ve li Akkuyu ya Mêrsînê tên avakirin zêde dibin. Lê hikûmeta AKP'ê di avakirina santralên nukleerê de bi israr in. Welatî û saziyên civakî li dijî rapora erênî ya ÇED'ê doza betalkirinê vekirin. Li dijî vê yekê Wezaret dê di 11'ê Tîrmehê de heyeta pêzanan bişîne Akkuyuyê. Santrala Nukleerê ku tê plankirin di sala 2023'an de têkeve meriyetê, ji aliyê derdorparêzan ve rastî bertek û nerazîban tê. Bertevkê Demî yê Platforma li Dijî Nukleeran a Mêrsînê (NKP) Erkan Demir, diyar kir ku hem welatî û hem jî odeyên pîşeyî û civakî li dijî rapora ÇED'ê ya der barê Santrala Nukleerê ya Akkuyude bertekên xwe anîne ziman û îtîraz kirine. Demîr, anî ziman ku wan di 1'ê Kanûna 2014'an de biryara erênî ya ÇED'ê îtîraz kirine û gelek caran bi kesên pêzan re hatine rûqalî hev. Demîr, da zanin ku wan 90 hezar TL ji bo kesên pêsan pere razandine"

Îmzeyên sexte hatin bikar anîn

Demîr, da zanîn ku Odeya Endezyarên Tirk tespît kir ku ÇED'ê îmzeyên sexte bikar anîne û li gel vê ev proje û plan nehatiye betalkirin. Demir,da zanîn ku dê heyeta pêzan di 11'ê Tîrmeha 2016'an de bê li Akkuyu lêkolin bike û biryarekê bide. Demir, da zanîn ku ew wekî NKP dê destûr nedin ku li vir Santralên Enerjiya Nukleerê bê avakirin û dê li dijî vê yekê têkoşina xwe berdewam bikin.

Demir, anî ziman ku ew dê pêvajoya hiqûqî her dem bişopînin û di rêya hiqûqî û zagoni de hemû serlêdanan bikin.b


Parêzerê Komeleya Xweza û Derdorê ya Mêrsînê (MERÇED) Semra Kabasakal jî anî ziman ku pirsgireka wan a herî mezin pereyê ji bo kesên pêzan pir zêde ye û pereyê wan di navbera 15 û 20 hezar TL de tê guhertin. Prz. Kabasakal, da zanîn ku di doza Santralen Nukleerê yên Akkuyu de heta niha 85 hezar TL pere xerç kiriye. Kabasakal, ani ziman ku ew wekî MERÇED amade dikin ku îtîraza heyeta pêzanan bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN