Bajarê Kyme yê Antîk tune dibe
ÎZMÎR (DÎHA) - Şîrketa Azerî ya Petrolê ya Razemeniya Enerjiya Socar Power A.Ş., hewl dide li herêma Bajarê Antîk ê Kyme 2 santralên termîkê û 17 turbinên ba ava bike. Li herêma Bajarê Antîk ê Kyme maşineyên kar dest bi xebatê kirin. Bi xebatên înşatê re hebûna Bajarê Antîk ê Kyme dikeve talûkeyê.
Li Tirkiyeyê Şîrketên sermayê yên ku hêza xwe ji dewletê digirin, xweza, derdor û ekolojiyê talan dikin û wêran dikin. Li navçeya Alîaga ya Îzmirê jî warên çandî û dîrokî ji aliyên şîrketên bazirganiyê ve tên talankirin û wêrankirin. Yek ji van warên dîrokî Bajarê Antîk ê Kyme ye. Li herêma Bajarê Antîk ê Kyme şîrketên sermayê 2 santralên termîkê û 17 turbinên ba ava bike û xwezaya vir wêran tikin. Maşîneyên kar ên Şîrketa Azerî ya Petrolê ya Razemeniya Enerjiya Socar Power A.Ş., li herêma bajarê Antîk ê Kyme dest bi înşatê kirin û gefan li hebûna bajarê dîrokî dixwin. Ji ber ku 2'emîn Lijneya Parastinê ya Îzmirê û Muzeya Arkeolojiyê ya Îzmirê ev proje erê kirine warên dîrokî tên talankirin û wêrankirin. 50 metre nêzî bajarê antîk û kendava bajarê antîk kolandinê dest pê kir û warên dîrokî û çandî bi kepçeyan tê talankirin û wêrankirin.
Li herêma ku Şîrketa Azerî ya Petrolê ya Razemeniya Enerjiya Socar Power A.Ş., dest bi înşaetê kir, Lijneya Parastinê di lêkolîna 2012'an de kevir û lîmana aydî serdema antik dîtibû. Piştî kevir û lîmanên antîk dîtibû herêm wekî "Qada Rêza 1'Emîn a Sîta Arkeolojik" îlan kiribû. Li gel biryara Tescilê şîrketa Socar Power A.Ş.ê dîsa dest bi xebatê kiriye. Şîrket 5 metre dûrî qadê turbînên ba û 45 metre dûr jî santralên termîkê ava dikin.
'Bila şîrket bê darizandin'
Serokê Şaxa Odeya Plansaziya Bajar a TMMOB'ê Tuncay Karaçorlu, diyar kir ku odeya wan û gelek saziyên din ji bo projeya Socarê bi dawî bibe doz vekir, lê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê xwe ji dozê paşve kişand. Karaçorlu, anî ziman ku Hewldana Jiyana Çand û Xwezayê di 18'ê Gulanê de ji bo 2'emîn Lijneya Parastinê ya Îzmirê û Muzeya Arkeolojiyê ya Îzmirê biryara Der barê Qada Sîtê de rast bike û Qada Bajarê Antîk a Kyme fireh bike biryarê rast bike.
Karaçorlu xwest Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê, Şaredariya Aliaga, 2'emîn Lijneya Parastinê ya Îzmirê û Muzeya Arkeolojiyê ya Îzmirê berpirsiyarên xwe pêk bînin û der barê şîrketan de dozê vekin û destûr nedin talankirinê.
(mae)