DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Dema çiya yên Kurdistanê be...

 
31 Gulan
09:07 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Dema çiya yên Kurdistanê bin û hikumet alîgirê 'pereyan' be, zirara li xwezayê jî mezin dibe. Li Mêrdînê ji bedêla viyadûk a hin erzan û kêm zirarê dide xwezayê, çiyayên nava Rişmil û Mehsertê tên xirabkirin û bi vê yekê rê çêdikin. Bi hezaran darên biîv û rezê tirî tên tunekirin.

Rêya ku ji Rişmil a Mêrdînê ber bi navçeya Mehsert a Mêrdînê ve diçe ev demek e ji aliyê fîrmeyekî rê tê firehkirin. Rêya ku ji herema Serê Hopê heta navenda Rişmilê tê firehkirin, ji bedêla rêbazên hin kêm zerarê dide xwezayê û hin erzantire, rêbazên dijminê xwezayê hatiye bijartin û xweza tê qetilkirin. Herema Serê Hopê ya ku ji bilindahiya behrê bi 1115 metre bilindtir e, rêya ku tê de ber bi Rişmilê derbas dibe çiya bi kepçeyan tê kolandin û axa ku bi hezarê ton e jî vala hendefa kirasê çiyê tê kirin. Bi vê yekê dixwazin ku rê fireh bikin.

Bi sedan darên biîvan û rez hatin jêkirin

Li rêya ku tê firehkirin berê bi sedan darên biîv û rez hebûn, piştî firehkirina rê an dar hatin jêkirin an jî di bin axa ku hatiye kolandin û li kirasê çiyê tê valakirin hatiye hiştin. Beriya ku çiya ji bo firehkirina rê bê kolandin kaniyek xwezayî di çiyê de hebû û hemû mirovên di rêde derbas dibin lê disekînin. Piştî kolandina çiyê ev kanî jî hew diherike.

Ji bedêla pir bê çêkirin xweza tê talankirin.

Rêya ku ji nava Rişmil ber mi Mehsertê ve diçe û niha tê firehkirin, dirêjiya xwe 8 kîlometre ye û ev rê ji bedêla ku bi pirekê bihata firehkirin, çiya tê kolandin û xweza tê tehrîbkirin.

(ekip/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN