DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Karkerên demsalî bi keda erzan di çadiran de dijîn

 
2 Hezîran
09:05 2016

EDENE (DÎHA) – Karkerên demsalî ku ji ber xizanî û betaliyê berê xwe didin bajarên herêma Çukurovayê, bi kedek erzan û di nava şert û mercên giran de dijîn. Karkerên ku di nava şertên bê tenduristi de dixebitin di çadirên naylon de dimînin.

Her sal bi deh hezaran karkerên demsalî ji ber betalî û xizaniyê berê xwe didin herêma bajarên Çukurovayê. Karkerên ku diçin di nava zeviyan de dixebitin bi kedek erzan û ji hemû mafê xwe yê tenduristî, ewlehî û siyasî dûr di nava şert û mercên gelek dijwar de dixibetin. Karkerên ku di nava şertên giran de dijîn, li gel germa havînê neçarin bixebitin. Karker li gel germa havînê bi kedek erzan dixebitin. Karker di nava şertên bê av, bê ceyran û bê ewle de dixebitin. Karkeran xwestin ku êdî mafê xwe yê ked, tenduristî û ewlehiyê bi dest bixin.

Karkerên ku ji Riha, Şirnex, Amed, Semsur û gelek bajarên din tên herêma Çukurovayê dixwazin rewşa wan bê dîtn û keda wan neyê xwarin. Her sal nêzî 150 hezar karkerên demsalî dixwazin êdî nasnameya karkerên demsalî jî heme û mafê wan jî bi zagonan bê parastin. Karkerên ku li herêmên Tuzla, Karagoçer û Kapikoyê û Ceyhanê bi cih dibin, konbajaran ava dikin û di nava doz û şertên giran de dijîn. Karker her roj serê sibê bi tîrêjên rojê de dest bi kar dikin û heta rojava di nava zeviyan de dixebitin. Karkerên ku rojê 12 saetan dixebitin heqê xwe 34 û 40 TL pere distînin. Bi taybetî karkerên ku ji Sûriyê koçber bûne û hatine vir keda wan zêdetir tê xwarin.

Serokê Komeleya Elçî û Karkerên Çandiniyê yê Ceyhanê Abdulvahap Baysal, anî ziman ku mafê ked û tenduristiya karkeran tê binpêkirin û wiha got: Karker rojê bi 34 û 39 TL dixebitin. Karkerên ku ji Sûrî hatine jî bi 30 TL dibixitin. Karker di nava şertên bê edalet de dixebitin.

Baysal, anî ziman ku karkeran li tenişta rêyan kon vedane û bê av û bê ceyran di nava şertên giran de dijîn.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN