DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Li Erdîşê 'baxçeyên taxan'

 
2 Hezîran
11:49 2016

WAN (DÎHA) - Şaredariya Erdîşê di baregeha "Belavkirina qadên mêweyan" de 4 hezar şitilên gûzan belav kirin û bi vê re "baxçeyên taxan" çê dike.

Ji aliyê Şaredariya Erdîşê û Serokatiya Daîreya Xizmetên Çandiniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di baregeha "Belavkirina qadên mêweyan" de 4 hezar şitilên gwîzan li welatiyan belav kir. Şitilên ku bo mebesta piştevaniya aboriya navçeyê û belavkirina çinîna gûzan hatin belavkirin, li 40 taxî li "baxçeyên taxan" bên çandin. Her wiha dê lênerîna baxçeyan jî bi awayekî komunal ji aliyê niştecihên taxê ve pêk bê.

'Em dê bi awayekî palûteyî li baxçeyan binerin'

Keyayê Taxa Dêra Jêr Mûhammed Latîf Dag derbareyê pêşnûmayê de axivî û got, ew dê şitilên gûzan ên belaş hatin belavkirin tevî niştecihên taxê biçinînin û dê dahata wan bi awayekî hevpar bê belavkirin. Dag wiha got, "Ev ne ji bo kesekî/ê ye, bo hemû niştecihên taxê ye. Dê wek zemanê berê bia wayekî aplûteyî û komunal be."

'Em dixwazin tevkariya ekolojiyê bike'

Xebatkarê Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Erdîşê Okan Şahîn diyar kir ku dê ji baxçeyên taxan niştecihên taxan bi awayekî hevpar sûdê jê bigirin û wiha got, "Ji bo tevkariya ekolojiyê me bi rêya keyayan baxçeyên ku dê lênerîna wan niştecihên gel bike teslîmî welatiyan kir."

'Xebat daxwaza niştecihên taxê bû'

Keyayê Taxa Çûbûkê Emrah Şahîn jî, dest nîşan kir ku ew dê bi hev re li baxçeyan binerin û Endamê Meclîsa Şaredariyê Nûhat Baş jî got, wan li ser daxwaza gel ev pêşnûma pêk aniye.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN