DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Bûn an jî nebûn' ji bo welatiyên Sûrê hate pêşandan

 
4 Hezîran
08:57 2016

AMED (DÎHA) - Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ji bo piştgiriya bi malbatên Sûrê re lîstika bi navê "Bûn an jî nebûn" pêşkêşê temaşevanan kir.

Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ji bo piştgiriya bi malbatên Sûrê re lîstika bi navê "Bûn an jî nebûn" ku dê sibe jî bidome li Salona Şanoya Bajêr ya Amedê pêşkêşê temaşevanan kir. Pereyê biletên ku ji bo şanoyê hat dayîn dê wekî alîkarî ji bo gelê Sûrê bê kirin. Gelek şanohez şano temaşe kirin û şanoyê bala temaşevanan kişand. Şano ji aliyê Derhêner Qutbetîn Gun ve hat rêveberin û aktorên koma şanoyê ya Şaredariya Mezin ya Amedê lîstin. Ev ji sê mehê zêdetire ku amedekariyên vê şanoyê dikin. Mijara şanoyê di dema dîktatoriya Adolf Hîtler de astengkirina şanoyê û rewşa şer ya li welat dihat jiyankirin bû. Di nava wî şerî de huner afirandin û tevlîbûna hunermendan ya berxwedana li dijî faşîzmê mijara sereke ya şanoyê bû.

‘Faşîzma Hîtler îro li Tirkiye yê jî tê kirin’

Aktorê serekî yê şanoyê Yavuz Akkuzu diyar kir ku heman faşîzma Hîtler li Tirkiye yê li ser gel û kesên hunermed tê maşandin vê şanoyê bingeh girtiye. Akkuzu anî ziman di 4’ê mehê de jî dîsan şano bê lîstin, dê hevalên wan ên Şaredariya Batmanê jî dê lîstika xwe di 4-5’ê mehê de pêşkêş bikin û wiha axivî: “Dê piştî wê hevalên me yên Dîcle û Firatê jî lîstika xwe pêşkêş bikin. Dê ew jî ji bo alîkariya Sûrê bilîzin.” Akkuzu da zanîn ku ev pêvajoya alîkariyê ya bi Sûrê re ji aliyê Meclîsa Şanoyê ve hat amedekirin.

‘Dê di warê hunerê de serferberiyek ji bo Sûrê destpêbike’

Akkuzu dest nîşan kir ku di dema berxwedana Sûrê de wan hizîrî ku wek şanoger çibikin û biryardan ku dema pêwîst be divê şanoger şoreşger jî be. Akkuzu got ku dê ne tenê meclîsa şanoyê, heman demê de meclîsên beşên din yê hunerê jî dest bi vê pêvajoya alîkariyê bikin û wiha got: “Dê di warê hunerê de serferberiyek ji bo Sûrê destpêbike.”

(bî-bo/ozp/sa)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN