Ligel şer mîzah
AMED (DÎHA) - Karîkaturîst Kemal Gokhan Gurses ê li atolyeyên piştevaniya Sûrê hate avakirin perwerde dide diyar kir ku Kurdistan ji kêm cografyayên ku ligel şer mîzah tê kirin e û heke mîzah bigihîje rojava dê mîzaha rojava jî cuda be.
Karîkaturîst Kemal Gokhan Gurses ê li atolyeyên piştevaniya Sûrê yên roman-xêz û stand-upê hate avakirin perwerde dide destnîşan kir ku Kurdistan ji kêm cografyayên ku ligel şer mîzah tê kirin e . Gurses anî ziman ku li KUrdistanê mîzaheke xurt heye heke mîzaha Kurdistanê bigihîje bajarên rojava dê mîzaha rojava cuda be.
Dê piştevaniyê bide Sûrê
Gurses ê ku derhêneriya lîstika Hayko Bagdat a bi navê "Balyangoz" a ji bo Sûrê hate pêşandan kir, di encama atolyeyan pirtûka xwe ya xez-roman nivîsandine û dahata pêşandana stand-upê jî dê bide malbatên Sûrê. Gurses destnîşan kir ku atolye gelek baş derbas dibin ligel rewşa giran jî çîrokên bibandor derdikevin.
'Hêvî heye'
Gurses da zanîn ku bi taybetî jî zarok berovajî siyasetmedar bi çîrokên amade dikin ve hêviyan didin, zarok çîroka roja ku winda bûye care din hilhatina wî vedibêjin. Gurses got ku di atolyeyan de zarokên ku malbatên wan li Sûrê ne jî hene û dixwaze jiyana zarokan rengîn bike.
'Mîzah tê kuştin'
Gurses derbirî ku şer çawa hemu tiştan dikuje dixwaze mîzahê jî bikuje û li Kurdistanê ligel pevçûnê mîzah hebûna xwe parastiye. Gurses da zanîn ku li Kurdistanê trajediyên giran tên jiyîn û wiha berdewam kir: "Mirovên ku êş kişandine ligel hemû tiştan jî dikenin. Heta êşên ku jiyene bi zimanekî mîzahî ji hevre vedibêjin."
'Divê hunermend bên Kurdistanê'
Gurses destnîşan kir ku li Kurdistanê mîzaheke pir li hundir maye heye û divê bigihîje rojava, mîzaha Kurdistanê dê mîzaha rojava bigihîne noqteyên cuda. Gurses herî dawî wiha axivî: "Divê hemû hunermendên li rojava bên kurdistanê. Li rojava çi heye divê li vir ew hebe."
(sa)