DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Penaberê Sûrî rojê bi 5 tl dixebitin

 
7 Hezîran
09:03 2016

ÎZMÎR (DÎHA) – Li gorî rapora Komeleya Pira Gelan, karkerên penaber bê ewle û kedek erzan dixebitin û keda wan tê xwarin. Karker bi erzanî û bê sîgorta dixebitin. Penaber Huriye Hasan ku ji Sûrî koçber bûye, diyar kir ku 3 rojin dixebite lê tenê heqê 3 rojan 15 TL stendiye.

Li Tirkiyeyê keda mirovan her ku diçe erzan dibe. Her ku betalî zêde dibe, ked erzan û bê qîmet dibe. Karkerên bi saetan karê giran dike, heqekî erzan distînin û bê sîgorta dixebitin. Bi taybetî piştî hêjmara penaberan li Tirkiyeyê zêde bû, keda mirovan erzantir bû. Li gorî daneyên Rêxistina Efoya Navneteweyî li Tirkiyeyê hêjmara penaberan 3 milyon e. Karkerên koçî Tirkiyeyê kirine jê 250 hezar li kampên AFAD'ê û zêdeyî 2 milyon û 750 hezar penaber jî li nava zeviyan, bajaran û serbest dixebitin. Penaberên di nava şert û mercên zor û zahmet de dijîn, ji bo karibin debara xwe bikin û li ser piyan bimînin neçar in bi kedek erzan bixebitin. Welatiyên ji ber êrîşên DAIŞ'ê reviyan, piştî hatin Tirkiyeyê jî vê carê keda wan hat xwarin. Karkerên koçî Îzmirê kirine bi kedek gelek erzan û karekî pir zêde dikin.

Karker bi erzanî û bê ewle dixebitin

Li gorî rapora Komeleya Pira Gelan, karkerên penaber bi kedek erzan dixebitin û keda wan tê xwarin. Karker bi erzanî û bê sîgorta diwebitin. Li gorî rapora ku ji 99 malbatan bi 112 kesan re hevdîtin kir de derket holê ku keda hemû karkeran tê xwarin. Li gorî raporê penaberên zarok ji sedî 20 dixebitin û karê gira dikin. Di 99 malbatan de 143 jin, 130 mêr û 295 jê zarok dijîn. Ji 568 kesan 127 kes dixebitin. Li gorî raporê ji her 5 kesan, kesek kar dike. Dîsa ji her 5 zarokan zarokek dixebite. Di lêkolînê de ji 93 karkeran pirsa zor û zahmetiyan hatiye kirin û ligel 58 kesan pirs bersivandiye jî wekî bê bersîv hatiye nîşandan. Dîsa ji 93 kesan 26 kes bi ziman nizanin. Karker di nava şertê bê ewle û bi kedek gelek erzan dixebitin. Heqê karkeran ê rojekê 5 tl, yê 3 rojan 15 tl ye.

Dayika 3 zarokan Huriye Hasan a 34 salî ku 3 sal berê ji Helebê hat Îzmirê, diyar kir ku ji ber li Tirkiyeyê penaber e mafê wê tê binpêkirin û keda wê tê xwarin. Huriye Hasan, anî ziman ku felas û dirûna xeliyên bûkan çê dike û metreya wê bi 1.5 tl çê dike û wiha got: "Ez rojê 3 metre û 3 rojan 9 metreyan çê dikim. Roja min tê bi 5 tl. Her 3 rojan ez bi 15 tl dixebitim.

‘200 cîgare bi 3 TL dipêçe'

Hasan ji bo debara malê bike û kîra xanî ya meha wî bi 270 TL bide neçare bixebite û wiha got: "Xwişka min ji bo debarê rojê 200 çîgare dipêçe. Lê heqê pêçanê tenê 3 TL distîne. Em dixwazin şer biqede û vegerin malên xwe. Em naxwazin wekî koleyan li vir bijîn.

Mahmut Huseyîn ê 32 salî ku ji Helebê hatiye Îzmirê jî anî ziman ku ew her roj dixebitin, lê heqê keda xwe nastînin.

Huseyîn anî ziman ku zarokên wî hene û heqê kîra xanî 300 TL dide û keda wî tê xwarin. Huseyin jî xwest şerê li Sûrî bi dawî bibe û vegere welatê xwe.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN