DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Kuştinên zarokan bi matmayî guhdar kirin

 
10 Hezîran
09:05 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Di dema qedexeya derketina derve li ser welatiyan dihat meşandin, kesê bi navê Yakup Tekîntangaç tiştên dihatin jiyîn kişandin û kurtefîlma bi navê 'Azadî' kişand, vê fîlmê li Awusturyayê xelata herî baş a derhêneriyê girt.

Piştî li gelek bajarên Kurdistanê di bin navê qedexeya derketina derve de li hemberî gelê kurd operasyonên qirkirinê hatin meşandin, tiştên dihatin jiyîn di bin anvê 'Azadî' de wekî kurtefîlmê hat kişandin û li Awusturyayê xelata herî baş a derhêneriyê girt. Mihrîcana ku 44 car e di bin navê Festival of the Nations'a de tê li darxistin, li Tirkiyeyê yekane fîlma ku hat hilbijartin 'Azadî' bû.

Mihrîcana ku li Awusturyayê bingeh bûye, her sal di meha gulanê de li Awusturayê tê li darxistin. Di mihrîcanê di hefteyekî de qasî 100 kurtefîlm tên kişandin. Fîlmên tên hilbijartin, ji hêla jûriyekî ve bi temaşevanan re tê temaşekirin.

‘Xelateke kêfxweş e’

Mihrîcana bi navê "Festival of the Nations’ta” bingeha wê li Awusturyayê gelekî kûr e. Derhênerê fîlmê Yakup Tekîntangaç der barê girtina xelatê, qedexeya derketina derve ji hêla Ewropayê ve bi çi awayî tê destgirtin nîqaş hat kirin.

Tekîntangaç, diyar kir ku mirovên li Ewrupayê der barê meseleyê de zêde ne agahdar in û ev titş got: "Tişta der barê Kurdistanê de dizanin, tenê der barê girtina rojnamegeran de xwedî agahî ne." Tekîntangaç got ku bêguman wî rewşa dayika zaroka 10 salî ya bi navê Cemîle ku ji bo cenazê wê xirab nebe, dayika wê ew xist sarincê nedaye fêmkirin û wiha pêde çû: "Ji bo wan şideteke divê di senaryonê de cih negire bû. Wisa bû ku tirkên li wir dijiyan jî ji vê yekê bawer nekirin."

Tekîntangaç destnîşan kir ku dema wî zarokên ku hatine qetilkirin ji wan re gotiye, hemûyan bi awayekî matmayî li wî mêzekirine û wiha axivî: "Piştî Azad hat temaşekirin, di salonê de dengê çepkan bilind bû. Endamên jûriyê gelekî dem ji bo fîlmê veqetandin, ji bo metna bînî fêm bikin gelek pirs ji min kirin. Dema min qala tiştên li Tirkiyeyê diqewimin kir, zarokên kurd di bin navê qedexeya derketina derve de, çawa wekî Azad di nava çar dîwaran de dimînin dikir, bi matmayî li çavên min dinhêrîn. Bi taybetî lîstikvanê mehî piçûk gelekî ecibandin, dema min got min ew cara ewil li kuçeyê ditiye û wî nû dest lîstikê kiriye, ji min bawer nekirin."

Yakup Tekîntangaç kî ye?

Di sala 1980'ê de li Agiriyê hatiye dinê. Ji Beşa Kîmyayê ya Fakulteya Fen-Wêjeyê ya Zanîngeha Yuzuncî Yilê qedandiye. 3 salan li SEN-DER'ê perwerdeya senaryoyê girt. 2 salan bi Huseyîn Kuzu re di koma projeyê de xebitî. Di Koolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê de 4 salan xebatên sînemayê kir. Hêj li Akademiya Navenda-Sîneyê perwerdeya senaryoyên fîlman dide. Hem derhêner û hem jî nivîskarê kurtefîlma bi navê "Qapsûl" ya di 50'emîn Mihrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê ya Navneteweyî de wekî fînalîst hat nîşandan e. Ev fîlm ji gelek mihricanên neteweyî û navneteweyî re hat şandin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN