DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

'Em bûne qurbanê polîtîkayên şaş ên AKP'ê'

 
13 Hezîran
09:02 2016

ANTALYA (DÎHA) - Fatureya krîza di navbera Tirkiya û Rûsyayê ji esnafan re tê derxistin. Li Antalyaya ku krîz herî zêde bandorê lê dike yek jî sektora kîrêkirin û firotina wesayîtan kir. Esnafê bi navê Mehmet Akîf Şîmşek diyar kir ku ew bûne qurbanên polîtîkayên şaş ên hikûmetê, hemû wesayît li ber deriyên dikanan mane.

Krîza di navbera Rûsya û Tirkiyeyê herî zêde bandora xwe li ser sektora turîzmê kir ji sedî 98 hatina turîstên rûs kêm bû, turîzma Tirkiyeyê jî ji sedî 42 kêm bû. Bi taybetî li Antalyayê ku yek ji navendên turîzmê ye esnafên ku xizmetê didin rojên dijwar û zehmet dijîn. Yek ji sektorên ku herî zêde bandor li ser çêbûye jî sektora kirêkirin û firotina wesayîtan e. Di demsalên turîzmê de li Bazara Wesayîtan a Antalyayê wesayîtên vala nedihat dîtin lê îsal rojên xwe yên herî nebaş dijîn û esnafên kîrekirina wesayîtan li ber îflasê ne.

'Em bûn qurbanê polîtîkayên şaş'

Esnafê bi navê Mehmet Akîf Şîmşek diyar kir ku her sal xweziya xwe li par tîne, li gorî par karên wan ji sedî 75 kêm bûye. Şîmşek bilêv kir ku ne tenê ew bandor li ser hemû esnafan kiriye, bûne qurbanên polîtîkayên îxtidarê yên şaş. Şîmşet got ku di mehên nîsan û gulanê de wesayîtên vala nemaye lê niha ligel ku meha hezîranê nîvî bûye jî hemû wesayît li ber dikanan mane, wesayîtên ku didin kirê jî bi riya nasên xwe didin xebitadin. Şîmşek ê gotina "çi heyf e ku rewş ne baş e" bi kar anî bal kişand li ser rewşa heyî. Şîmşek destnîşan kir ku îxtidar dewlemendan dewlemdir dike lê ew bixwe nikarin deyn^ne xwe yên krediyê jî bidin.

Şîmşek bilêv kir ku divê di polîtîkayên hundir û derve de bi rêbazên aştiyane bên bikaranîn û di rewşa heyî de nikarin razemeniyên nû bikin.

Esnaf rojên zehmet dijîn

Endamê Lijneya Rêveber a Odeya Emlaqfroş û Galeriya Wesayîtan Îsmaîl Çaglar jî bi bîr xist ku aboriya Antalyayê bi turîzm û sebzeyê ve girêdayî ye. Çaglar da zanîn ku bi tunebûna turîzmê esnafên Antalyayê roj3en dijwar dijîn ji ber ku di piyaseyê de pere tuneye rojên zehmet û dijwar dijîn li gorî salên borî piyese pir kêm e.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN