Li warê şaristanê Mêrdînê turîzm ber bi tûne bûnê ve diçe
MÊRDÎN (DÎHA) –Bi şerê îxtidara AKP’ê re, turîzma li Tirkiyê daket bin rêjeya ji sedî 42'an. Di pêvajoya çareseriyê de turîzma Mêrdînê ku ji sedî 90 bû daket ji sedî 10’an. Xwediyê Otela Marîdîn Abdullah Demîr destnîşan kir ku turîzm çavkaniya aborî ya Mêrdînê ya herî giringe û baweriya wan di çareseriya bi masê de ye.
Ji ber şerê Îxtîdara AKP’ê û Qesrê ya li Kurdistanê dimeşîne, bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Bi hazaran xanî hatin rûxandin. Aboriya Tirkiyê paşve diçe. Êdî turîst nayên Tirkiye. Bi taybet li li bajarên mezin wekî Stenbolê hêjmara turîstan quqat kêm bû. Li Tirkiyeyê turîzm daket bin rêjeya ji sedî 42’an. Warê dergûşa şaristanê Mêrdînê ya ku ziman, bawerî û çandên cûr bi cûr stirîne ku di dema pêvajoya çareseriyê de turîzma bajêr sedê sed zêde bûyî bi pêvajoya şer re daket bin rêjeyaji sedî 10’an. Esnafên ku di milê aborî de rojên zexmet derbas dike, bi ketina turîzmê re otel jî vale mane.
‘Pêvajoya çareseriyê aboriya Mêrdînê ji sed sed zêde kir’
Karsazê bi navê Îdrîs Saruhan anî ziman şerê li ser Kursitanê bandora neyînî ser karsazan kiriye û got ku ji ber şerê ku didome turîst jî berê xwe ji Mêrdînê zivirandin. Saruhan diyar kir ew ji rojên pêşwazî kirina hezaran turîstan hatin rojên pêşwazî kirina 50’î turîstan û wiha axivî: “Di dema pêvajoya çareseriyê de sala 2014’an û sala 2015’an nêzî mîlyonê nîv turîst hate Mêrdînê. Me rojê hezar turîst pêşwazî dikir, lê îro herî zêde 60 kes tê. Di dema pêvajoya çareseriyê de aboriya Mêrdînê sed û sed zêde bû. Lê îro êdî turîst berê xwe jî ber bi Mêrdînê ve nakin.” Saruhan da zanîn ku bi kêm bûna hatina turîstan re zorî derxistina kedkaran jî bûne û got ku pêvajoya şer bidome ew zorî girtina kepengan dibin.
Ji karsazan ya bi navê Mehmet Yertûm ya çerezfîroş jî nesîbê xwe ji pêvajoya şer girtiye û karsaziya wî bi pêvajoya şer re bêkes maye.
‘Şer darbe li aboriya Mêrdînê xist'
Otelên li Mêrdînê ku ji bo turîstan her tim tije bûn, piştî şer vale man û li gorî ji beriya pêvajoya şer ji sedî 90 tije bûn, niha daket bin ji sedî 10’an. Xwediyê Otela Marîdan Abdullah Demîr tekîna bombeyî ya Pirsûsê birxist û wiha axivî: “Bi teqîna Pirsûsê re dest pê îptal kirina rezervasyonan kirin. Piştre jî rezervasyon ji serê sedê ber bi tûne bûnê ve çû. Bi pêvajoya şer re turîzma Mêrdînê tûne bû. Ev jî bandora xwe li ser esnaf û karsaziyên Mêrdînê dike. Bi şer re lingê aborî ya Mêrdînê ya herî girin hate derbkirin.”
(kom/ozp/mae)