Swîsreyê serlêdana endamtiya YE'yê paşve kişand
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Parlamentoya Swîsreyê ji bo endamtiyê di sala 1992'yan de serî li Yekitiya Ewripayê dabû, pêşnûmeya ku ji bo serlêdanê paşve bikişîne hatibû amadekirin, hat qebûlkirin.
Parlamentoya Swîsreyê ji bo endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) di sala 1992'yan de serlêdan pêk anîbû, li gorî agahiyên çapemeniya Swîsreyê piştî ev serlêdan nehatiye nirxandin, Parlamentoya Federal ev mijar nirxand ku berdewamkirina serlêdanê ya ku nehatiye aktîfkirin, bêwate ye. Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Dîdîer Burkhalter jî got ku serlêdana endamtiyê ya YE'yê ne derbasdar e û dê serlêdanê paşve bikişînin.
Swîsreyê ji bo endamtiyê di 20'ê Gulana 1992'yan de serî li YE'yê dabû lê ji %50,3'yê beşdarvanên referandûmê di heman salê de hat lidarxistin, ji endamtiyê re gotibûn ‘Na'. Ji ber vê yekê hikûmeta Swîsreyê her çiqas muzakereyên endamtiya YE'yê dabû rawestandin jî serlêdana endamtiyê paşve nekişandibû.
(ms)