DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Sûkên dîrokî ji ber nehatina turîstan vala man

 
17 Hezîran
09:05 2016

AMED (DÎHA) - Herêmên dîrokê yên Amedê ku her sal bi hatina tûrîstên xwecîhî û biyanî kûçe û kolan tije dibûn, îsal ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê tûrîzim qediya. Navendên tûrîstîk ên bajêr ji ber nehatina tûrîstan di krîzê de ne.

Sala derbas bûyî qasî 200 hezar tûrîst hatin serdana Amedê, lê îsal ji ber polîtîkayên AKP'ê yên şer, tûrîzim li ber qedandinê ye. Di sala 2015'an de rêjeya hatina tûrîstan derket lûtkeya herî jor, di 6 mehên dawî de hejmara tûrîstên hatin bajêr ji hezar kesî derbas nebû. Herêmên herî zêde tûrîst diçûn ên wekî Sûka Hesinkaran, Sûka Şewitî, Sûka Paxirvanan û Xana Sulukê ji ber nehatina tûrîstan rejên zehmet derbas dikin.

'Tûrîst tune hemû polîs in'

Ciwanê bi navê Mehmet Can ê 18 salî diyar kir ew di 7 saliya xwe de li Xana Sulukê kel û pelên tûrîstan difroş e, piştî şer li herêmê gur bû êdî tûrîst nayên, ji ber wê rewşa wene aborî her roj xirabtir dibe. Can der barê salên borî de agahî da û ev tişt got: "Sala par tenê 5-6 qefle tûrîst dihatin Xana Sulukê. Van tûrîstan li vir jî danûnstandin dikirin. Tenê niha mirovên li vir dijîn tên vir. Ev herêmên tûrîstîk di bin dorpêça polîsan de ne. Bi dehan noqteyên polîsan hatine avkirin. Dê tûrîst çawa bên?"

'25 sal e sûk ew qas bê deng nebû'

Welatiyê bi navê Yunus Yalman ê 70 salî aşkera kir ku 5 sal e buyoya wî ya dovîsê li vir e, bi hatina tûrîstan re debara wan baş dibû, bi pêvajoya şerê AKP'ê re rewşa esnafên herêmê gelekî xirab bûye. Yalman aşkera kir ku zindîbûna li Kolana Gezîlerê dawî bûye û got ku wî di nava 25 salan de ew qas kolan bêdeng nedîtibû. Yalman diyar kir ku demên borî herî kêm 100 tûrîstî dikana wî ziyaret dikir û dovîz hûr dikirin, niha herî zêde 4-5 kes tên dikana wî.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN