Berxwedana Cizîr û Sûrê bû strana denbgêjan
BERÎTAN ÎRLAN
AMED (DÎHA) - Dengbêjê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê Îbrahîmê Pîrikî li ser berxwedan û îradeya ciwanên kurd ên li Cizîr û Sûrê kir helbest û strana dengbêjiyê. Pîrikî bi van rêzan balê dikişîne ser Sûr û Cizîrê: "Heta em saxbin li derê dinya yê kul û kedera komkujiya Cizîra Botan wan keç û xortên nazik û êşa Mehmet Tunç girane ji cigerên me dernayê. Ezê çume nava Sûra Ameda rengîn îro ji humîna tang û topan ji bêhna barûtê sebra min nayê."
Dengbêj Îbrahîmê Pîrikî ev 12 sale li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê beşê Dengêjan kardike û heta niha 6 albûm derxistiye. Pîrikî di dorpêça dewleta ya li ser Sûrê de di nava Sûrê de maye û bûye şahidê berxwedan û êrîşên hêzên dewletê. Dîsan heman demê de yek ji şopdarê berxwedana Cizîra Botan û komkujiya ku dewletê li wir pêkanî bû. Di dema berxwedanê de Pîrikî dest bi hunandina berxwedana Cizîr û Sûrê kir û berxwedan di rêzikên xwe de tomar kir.
'Berxwedana Mehmet Tunç û Tahîr Elçî'
Pîrikî, li ser berxwedana Cizîrê di rêzikê strana xwe de wiha dibêje: "Heta em saxbin li derê dinya yê kul û kedera komkujiya Cizîra Botan wan keç û xortên nazik û ciwan xwedndekarên zanîngehan, êşa Mehmet Tunç girane ji nava cigerên me dernayê. Ezê çume nava Sûra Ameda rengîn îro ji humîna tang û topan ji bêhna barûtê sebra min nayê, ezê li kuçe û kolanên minareya çarling dinerim derd û kul û mereqa bekesiya Tahîr Elçî girane ji nava dil û cegerên me kurdan qet dernayê."
'Welatê Ehmedê Xanî û Seydayê Cizîrî hat ruxandin'
Pîrikî hemû aliyên dagirkirina bajarên Kurdistanê dîtiye û xal bi xal girtiye dest. Li aliyekê qirkirina çandî, li aliyekî qetilkirina gelê kurd û li aliyê din jî ruxandina bajarên Kurdistanê wiha rêz dike: "Xudê xirabike mala xayîn, xwinxwar û neyaran. Çawa Cizîra Botan, Sûra Ameda rengîn welatê Ehmedê Xanî, Seydayê Cizîrî, Feqiyê Teyran xirab dikin bi tang û top, bi firokan bi teyaran. Keç û xortên kurdan têde dişewitînin bi sedan bi hezaran."
Berxwedana Sûrê bandor çêkir
Êrîşên dewletê, xerakirin û rûxandina Sûrê li dijî vê yekê berxwedana 105 rojan a li hember tang û topan, berxwedana Cizîrê wiha bû îlham ji rêzikên strana Pîrikî re: "Eva serê 30 salane dijminê xayîn çare û mekana xwe ji ber şervanên kurdan qe nabîne. De bila şad û şudê şervanên Kurdistanê şêr û pilingên kurdan li ber çavê xwe bibîn in. Dajone ser tang û topên neyara dijminan bi ser de laşên wan li Sûra Amedê bi ser hevde diqelbîne û di welatê wan de qir û qutîne. Gelê bav û dayîkên şehîd û şervanan bila bîr û baweriya we heta dinya avabe tol û heyfa şehîdên me li erdê namîne."
Divê bûyer dil û cergê hunermend bilerizîne
Pîrikî diyar kir ku eger li welatekî buyerek biqewime û ew buyer dil û cegerên hunermendên wî welatî neşewitîne ew hunermend nikare tişetkî biafirîne û wiha got: "Dema vî şerî destpêkir em her tim di nav de bûn, gule bi ser me de diçûn, dema top diteqîn erdê di bin piyê me de dihejî me dizanibû ew zarokên me ne di nava wan guleyan de. Ew şewatek mezin dikir dilê me û komkujiya Cizîra Botan deng da cîhanê. Vî şerî bandorek mezin li ser me kir. Min ev stran bi şewata dil û cegera xwe çêkir."
'Bila zarokên me vê berxwedanê bibihîsin'
Pîrikî wiha qala şahidiya berxwedana Sûrê kir: "Me bi çavê xwe dît hemû kolanên Surê bi tang û topan tijî bû û li jorê jî bi helîkopteran, li hember vê jî berxwedana Sûrê berxwedanek pir mezin bû. Armanca strana min ew e ku zarokên me yên biçûk vê berxwedanê ji bîr nekin. Çawa ku dîroka berxwedana kurdan bi dengbêjiyê hatiye heta îro bila zarokên me jî vê berxwedanê bibihîsin."
(fd/mae)