DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

'Em dest ji koçerî û sewalên xwe bernadin'

 
19 Hezîran
09:06 2016

WAN (DÎHA) -Koçerên herêma Wanê bertek nîşanî "Herêmên Ewlehiya Taybet" ku hatine xedexekirin dan û diyar kirin her çendî zozan û mêrgên wan bên qedexekirin jî dest ji koçerî û sewalên xwe bernadin.

Hêzên dewletê bi hinceta "Herêmên Ewlehiya Taybet" zozan, mêrg û çiyayê Kurdistanê li welatiyan qedexe dike. Li dijî qedexeyan bertek û nerazîbûn jî zêde dibin. Hêzên dewletê Zozanên herêma Nedîrokê yê navçeya Elbaka Wanê li koçer û welatiyan qedexe kir. Welatiyan bertek nîşanî qedexe û astengiyan dan. Koçeran, anîn ziman ku çendî qedexe hebe jî dest ji koçerî û sewalkariyê bernadin. Koçerê bi navê Îzzettin Gunbay, diyar kir ku di demsamla baharê de ji Elihê hatine û di demsala payizê de dîsa vedigerin Êlihê û wiha got: "Em debara xwe û jiyana xwe bi çanda koçeriyê derbas dikin. Em dernekevin zozanan em nikarin debara xwe û jiyana xwe berdewam bikin. Koçerî û zozan perçeyekî jiyana me ye. Çendî qedexe û astengî hebin jî em dê dîsa koçerî, sewalkarî berdewam bikin û me dê dîsa sewalan xwedî bikin.

Koçer Gunbay, da zanîn ku her sal berî sewalên xwe derxin zozanan bêtaran bi daxwaz û destûra Wezîrê Çandinî û Sewalkariyê îlac ji wan re dişand û sewalên xwe derzî dikirin û wiha got: "Lê îsal bêtar bi hinceta zozan û herêm hatine qedexekirin nayên vir. Gunbay, da zanîn ku her çend qedexe hebin jî ew dê bên vir û koçeriya xwe berdewam bikin:"

Koçerê bi navê Halit Gunbay jî anî ziman ku ew qedexe û dorpêçê naxwazin û wiha got: "Em li şûna şer û qedexeyan aştî, wekhevê û biraytiyê dixwazin. Ji ber ku bi girtin û kuştinê nikarin kurdan xelas bikin. Çend me qetil bikin em dê bêtir zêde bibin. Ew çi bikin bila bikin em dest ji vê koçeriya xwe bernadin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN