Di 6 mehan de zêdetirî 250 esnafên Sûrê îflas kirin - HATE NÛKIRIN
AMED (DÎHA) - Di 6 mehan de li Sûrê zêdetirî 250 esnafan ji ber polîtîkayên şer îflas kirin. Esnaf Fadlî Şahîn diyar kir ku eger wisa biçe ji ber bankan krêdî nade û ew jî nikarin deynê xwe bidin îflas dikin. Serokê Lijneya Rêveberiya Yekîneyên Odeyên Esnaf û Sanatkarên Amedê Alîcan Ebedinoglu jî xwest bank krêdî bidin esnafan.
Şêr û dorpêça li Amedê di her warî de bandor li ser jiyana welatiyan kiriye. Herî zêde di qada aborî de welatî mexdûr kir. Di 6 mehên dawî de, li Amedê nêzî 300 esnaf derabeyên xwe girtine û îflas kirine. Herî zêde jî esnafên navçeya Sûrê ji şer bandor bû. Di 6 taxên ku qedexe têde berdewam dike bi sedan dikan û cihên kar hatine ruxandin. Li aliyê din jî ji 300 esnafên Amedê yên ku îflas kirîn nêzî 200- 250 esnaf yên Sûrê ne. Niha jî ji ber dorpêç û vale kirina Sûrê gelek esnaf li ber îflaskirinê ne. 250 esnafên ku tên qalkirin jî yên ku bi fermî serî li Odeya Esnafan a Amedê dayîn in, lê heta niha gelek esnaf jî bê ku serî li fermiyetê bidin derabeyên xwe girtine.
'Bana krêdî nede me em dê îflas bikin'
Esnaf Fadlî Şahîn ku 20 salin tiştên dîrokî yên ji 37 gelên di Sûrê de jiyayîn kom dike diyar kir ku eger wisan here û ew alîkarî ji tu derê negirin dê heta cejan kurbanê îflas bikin. Şahîn destnîşan kir ku ew ji bo kirediyê çûn bakê, lê ji bo ku destpêkê deynê wî hebû bankê du kefîl xwestin û wiha pêde çû: "Ji bo rewşa esnafên Sûrê pir xirabe kesek ji me re nabe kefîl jî. Zaroka ku min dayî xwendin jî nabe kefîla min. Ka emê çibikin. Divê dewlet û cihên perwirdar kredî bidin esnafên Sûrê."
'Bank ji bo deynên kevin kredî nadin'
Serokê Lijneya Rêveberiya Yekîneyên Odeyên Esnaf û Sanatkarên Amedê Alîcan Ebedinoglu diyar kir ku ev bi salane ku esnafên Sûrê bi çek yan jî senet dixebitin û wiha got: "Ji ber ku esnafan demek dirêj deynê xwe nedane di tomarên bankan de wek sabika tên dîtin. Ji bo vê jî nikarin carek din kredî bigirin." Ebedinoglu da zanîn ku her çendî esnaf deynên xwe bidin jî, vê carê 3-4 kefîl dixwazin yan jî îpotek dixwazin.
'Vî gelî felaket jiyan, divê bank alîkarî bikin'
Ebedinoglu destnîşan kir ku eger wisan here dê hemû esnafên Sûrê îflas bikin û gotinên xwe wiha bi dawî anî: "Vî gelî felaketek jiyan kir, divê bank jî esnafên ku ev bi salanin bi wan re dixebitin di carekî de reş nekin. Em ji dewletê dixwazin demildest ji bo esnafên Sûrê efûya sicîlan bê."
(bî/mae)