DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Dê li Wanê bazara pevguhartinê bê avakirin

 
24 Hezîran
16:25 2016

WAN (DÎHA) - Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê dê bi şîara "Tiştên te bikaranî navêje, biguherîne" li bajêr bazara pevguhertinê ava bike.

Ji bo çalakiya ku dê di bin banê Komîsyona Aboriyê ya Komunal a Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê di 26'ê hezîranê de li Parka Hunerê bi şîara "Tiştên te bikaranî navêje, biguherîne" bê lidarxistin, bo çapemeniyê daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniya ku li avahiya şaredariyê hat dayîn de endamê Meclîsa Ekolojiyê Fatîh Şahîn helbesteke kurt xwend.

Piştî Şahîn, endama Meclîsa Ekolojiyê Semra Çaglar diyar kir ku pevguhertin li sifreya bîranînan hevparîbûn e û parvekirina tişta herî bi qîmet e. Çaglar welatî vexwandin çalakiya pevguhertinê û wiha got, "Em hemû gelê xwe vedixwînin çalakiya ku dê di 26'ê hezîranê roja yekşemê saet di navbera 13.00-19.00'an de li Parka Hunerê bê lidarxistin."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN