Ji koloniya leglegan çend dîmenên xwezayî
AMED (DÎHA)- Li Bismila Amedê piştî qewlê qurpbûnê, niha legleg li gel çêlikên xwe di heman refê de difirin.
Li Bismila Amedê ya ku li herêmê û li cîhanê malovaniya koloniya herî mezin a leglegan dike, piştî serdema qupbûnê niha legleg li gel çêlikên xwe di heman refê de difirin. Leglegên ku di destpêka meha çileyê de ji Çemê Nîlê yeko yeko ber bi Çemê Dîcleyê ve tên, li ser stûnên ceryanê yên li delavên Çemê Dîcleyê, ji Amedê heta Heskîfê hêlînên xwe çêdikin û di dawiya havînê nexasim jî meha tebaxê de çêlikên xwe dişon û bi awayekî ref bi ref ber bi Nîlê ve koç dikin. Li gor lêkolînan ev zêdeyî 10 salan e, piraniya leglegan koç nakin û saloqat li herêmê, bi taybetî li herêma di navbera bajoraka Embar û gundê Şukurluyê de dimînin.
Leglegên bi masî, mar, marmarok û bi kojekên ziyandar ên li nav zeviyan zirarê didin bi çandiniyên wek; mêşlok, mişkê cirboq, kêlge û kurmikan xwe xweyî dikin. Ji ber vê legleg bo gelên herêmê wek çûkeke dêrîn tê hesibandin û bi tu awayî kes ziyana wan nake.
Li navçeyê leglegên ku di destpêka biharê de qurp ketin û zêdeyî heyvekê li ser hêkên xwe man û herî kêm li her hêlînekê 2-3 çêlik zêdekirin, piştî qupbûnê bi 2 mehan, niha ew çêlik bi firrê ketine û li gel makên xwe li semayên herêmê difirin û li hêlinên xwe bi liv û tevgerên xwe yên xwezayî balê dikêşin.
Wêne: Dûrzan Cîrano
(red)