DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

'Hê ev şewat belav nebûye divê bibin av û rawestînin'

 
27 Hezîran
09:06 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Ekolojîst Sergen Sucu yê li hemberî li Licê di encama bombeyên şewatê ku ji helîkopteran hatine avêtin û bi hezaran donim erezî hate tunekirin nerazîbûn nîşan da bang li rêxistinên hawirdorê û hemû kesên jiyan û aştiyê diparêze kir xwest deng derbixin. Sucu wiha got: "Hê ev şewat ji vî axê li deverên din belav nebûye divê niha bibin av û xirakirinan rawestînin û aştiyê ava bikin."

Li Kurdistanê di şerê 40 salan de bi deh hezaran hektar daristan hate şewitandin, bi destên leşker, polîs û cerdevanan ve hate qetilkirin. Piştî ku hikûmeta AKP'ê di 2015'an de konsepta şer xiste dewreyê şewatên daristanan ên bi destê dewletê ve careke din hatin rojevê. Herî dawî jî li navçeya Licê la Amedê beriya 4 rojan ji hewa bi helîkopteran ve bombeyên şewatê hate avêtin û şewat derket. Di serî de gundê Sîsê yê Licê şewat li her derê Licê belav bû û her diçe mezin dibe. Ji bo vemirandina şewatê jî hemû hewldanên gel ji aliyê hêzên dewletê ve tê astengkirin.

Têkîldarî mijarê rayedarên Midûreyeta Şaxa Karên Av û Daristanê ya Amedê diyar kiribûn ku ekîbên wan li herêmê amade ye lê leşker bi hinceta "ewlehiyê" destûrê nadin ku mudaxale bikin. Li hemberî talan û qetilkirina xwezaya Kurdistanê nerazîbûn her diçe zêdetir dibin.

'Zirarê dide hemû kesan'

Ekolojîst Sergen Sucu diyar kir ku îxtidara AKP'ê bi şewatindanê qadên jiyan û berxwedanê ya gundiyan ji holê radike. Sucu destnîşan kir ku ev şer û talana xwezayê zirarê dide hemû kesan û wiha axivî: "Dixwazin me ji xwîşk û bira, heval û xwezayê qut bikin. Ev şer zirarê dide xweza, sewal, leşker, gerîla, gel ango dide hemû kesan. Divê em jiyanê tercîh bikin û ji bo hemû zindî bijîn têbikoşin. Ji ber ku heke em mudaxale nekin dê av neherike, ax ziwa bibe, hewa qirêj bibe, mirovahiya dê li hev keve jî bi vê re tune bibe."

'Divê bibin av xirakirin bên rawestandin'

Sucu bang li hemû gelên Tirkiyeyê kir û li dijî şer û talana ekolojiyê li ber xwe bidin û wiha got: "Bila bê zanîn ku ev şer dê heq nede, hemû jiyana ku têra zindîbûnê bikin dê tune bike. Ez bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikim bila ji bo daristanên Licê, Pasûr û Hênê nebin agir bibin av, ji bo sivîl, gerîla û leşkeran bibin can, ji bo sewalên ku davêjin agir bibin can, li dijî şerê qirêj li ber xwe bidin. Ev bangawazî ji bo hemû kesan e.Hê ev şewat ji vî axê li deverên din belav nebûye divê niha bibin av û xirakirinan rawestînin û aştiyê ava bikin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN