DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Gundê 500 salan di bin tehdîda HES'ê de ye

 
27 Hezîran
09:07 2016

ANTALYA (DÎHA) - Gundê Degîrmenozu ya xwedî dîrokekî 500 salan e û 150 mal hene ji ber HES a li geliyê Kopruçaya Manavgatê tê çêkirin bi valakirinê re rû bi ye.

Geliyê Kopruçay a li navçeya Manavgatê ya Antalyayê ku bi xwezaya xwe ya bêhempa û turîzma raftîngê ve bi navû deng e di bin dagirkirina înşeatên HES'ê de ye. Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê jibilî 3 HES'ên ku li ser çemê Kopruçayê tê çêkirin ji bo 2 HES'ê din jî destur da. Piştî ku proje derbasî jiyanê bû tê çemê ku navenda turîzma raftîngê ye dê bi tunebûnê re rû bi rû bimîne welatiyên ku li derûdora çem dijîn jî bi xetereya koçberiyê ve rû bi rû ye. Gundê Degîrmenozu ya 150 mal hene û xwedî dîrokekî 500 salan e di bin xetereya HES'an de ye. Li gundê ku HES tên çêkirin ji ber dînamîtên tên teqandin qasî 10 mal û axur hatin hilweşandin.

Gundî tên koçberkirin!

Ji ber HES a ku ji aliyê Şîrketa Enerjî ya Taç Yildizê ve tê çêkirin li hewzeya Kopruçayê çem bi boruyan ve hatiye hepskirin. Endamê Komeleya Pêşveçûn û Parastina Xwezayê ya Gundê Degîrmenozu mevlut Şahîn diyar kir ku ava ku tê berdan kêm e ji ber vê yekê cihên ku çem hene bûye lîtav, her wiha ji ber ku mal û axurên gundiyan hatine xirakirin û zirara wan nayê bi cih anîn tenê 50 hezar TL tê dayîn û tên koçberkirin. Şahîn wiha got: "Jixwe li gundê me jibilî kal û pîran kesek nemaye."

Şahîn bilêv kir ku li gundê wan darên xwe yên taybet ve bi nav û deng e, ji ber HES'an dê bê tunekirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN