Di teqîna li Lubnanê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da
![](/staticfiles/news/523418/2016/06/27/680x365cc-wenelibnanuba.jpg)
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li bajarokê Alqaiya herêma Elbeqaiya ya Lubnanê ku dikeve sînorê Sûriyeyê 4 teqînên xwekujiyê pêk hatin, di encama êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da 15 kes jî birîndar bûn.
Li bajarokê Alqaiya herêma Elbeqaiya ya Lubnanê di 4 êrîşên xwekujî de, herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn. Hat aşkera kirin êrîşên xwekujiyê îro di saetên serê sibehê de li bajaroka Alqaiya ya herêma Elbeqaiya ya Lubnanê pêk hatiye, di encama teqînan de 4 jê xwekuj 9 kes jiyana xwe ji dest da 15 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî teqîn di navenda gumrukê de, 10 deqeyan li pey hev 3 xwekujan xwe di nava gel de teqandine. Di encama her çar teqînên xwekujî de 4 jê xwekuj bi tevahî 9 kes jiyana xwe ji dest da herî kêm 15 kes jî birîndar bûn.
(ms)