Dewletê 50 milyon zirar da dikandarên Geverê
COLEMÊRG (DÎHA) – Li navçeya Geverê ji ber êrîşên hêzên dewletê sedî 90’î dikandaran zêdetirî 50 milyon zirar dîtin. Serokê Odeya Dikandarên Geverê Îrfan Sari da zanîn ku ji ber êrîşan gelek dikandaran darabeyên xwe anîn xwarê û banga “Heke em di nav piştgiriyek xurt de nebin em ê ji derba ji şer zêdetir bixwin” kir.
Li navçeya berxwedêr Gevera Colemêrgê ku ji aliye hêzên dewletê ve gelek cihên wê hat wêrankirin, dikandaran ji ber êrîşan zirarek mezin dîtin. Piştî qedexe nav rojê rabû gelek dikandar kargehên xwe bi lez û bez ji nû ve înşa kirin lê bele ji ber hilweşînê gelek esnaf hatin ber pileya tunebûnê. Di navçeya ku nêzîkê 3 hezar kargeh hene de dikandar herî zêde ji ber windahiya kar a dema qedexeyê zirar dîtin.
Cil û bergan wek peçeteyen daşiran bi kar anîne
Serokê Odeya Dikandarên Geverê Îrfan Sari derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku ew dema piştî qedexeyê hatin bajêr bi tabloyeke nirxên mirovahiyê hatiye binpêkirin re rû bi rû mane. Sari anî ziman ku di bin kirinên hêzên dewletê dijminatî û hêrsek heye û ev tişt gotin: “Pisiyên xwe kirine û mistine. Cilên firotinê a dikandaran wek peçeteyên daşiran hatine bikaranîn. Rêça pêvçûnên du alî xuya nake. Tu asteke mirovahiyê tune ye div an kirinan de. Rûmeta xwe jî bin pê kirine û wisa texrîp kirine.”
Sedî 90’î dikandaran zirar dît
Sari ragihand ku nêzîkê hezar esnaf giredayî wan in û sedî 90’î van esnafan jî zirar dîtine. Sari bi gotinên “Piştî qedexeyê me dest bi xebatan kir û heya niha hisara zêdetirî 500 dikandaran me tespît kirin. Lê belê niha di destên me de nêzîkê 350 dosya hene. Gelek kargehên ji derveyî qeydê hene û hêjmara van jî her ku diçe zêdetir dibe.”
Sari da zanîn ku ligel hilweşîn û şewatê gelek amûrên dikandaran hatine şêlandin û wiha pê de çû: “Her cihê em diçin dibejin ku gelek eşyayên wan hatine dizîn. Hejmara van diziya jî her diçe zêdetir dibe. Di her kargehê de gelek tişt hatine dizîn.”
Zirar ji 50 mîlyonê zêdetir e
Sari gotinên “Ji ber ku gelek dikandar nehatine bajêr derbarê zirara giştî de nikarin agahiyek zelal bidin” li axaftinên xwe zêde kir û wiha berdewam kir: “Hin dikandar hêj venegeriyan. Ev hêjmar jî sedî 20 e. Ji ber ku em muhatab nagirin em paşve vedigerin. Bi giştî 20 milyon zirara maddî heye. Heke em senet, çek û windahiya kar jî daynin ser ev hêjmar ji 50 mîlyonê zêdetir e. Telefiya vê gelek zehmet e. Ji ber ku 3 mehan zêdetir e dikan nahatine vekirin di kargehên biçûk de 10 hezar, di yên mezin de 100 hezar windahiya kar heye. Dewlet ji bo pêşwazîkirina vê zirara windahiya kar de di nav hewldanek de nîn e. Nexwe di gotinên xwe de jî vê dibêjin.”
Sari agiya “Me bi Kooperatîfa Kredî ya Hunermened û Dikandaran re hevdîtin pêk anî û ji bir tene faîzên krediyan dê bi paş ve bên xistin” ji da û wiha axivî: “Lê bele krediyên ticarî hêj di cihên xwe de disekiin. Divê xwediyên kargehan di nav 20 rojan de serî li me bidin da ku em pêvajoya hiqîqû bidin destpêkirin.”
‘Bi piştgiriyê em ê li ser piyan bisekinin’
Sari got ku divê xwediyên cihan zêde kire ji dikandaran negirin û vê rewşê wek firsendek nenirxînin û ev bang kir: “Divê dikandarên me jî bi buhayên zêde dernekevin pêşberî gel. Her du rewş jî tê wateya ranta şer û bê wijdaniyê. Divê em div ê pêvajoyê de dest bidin hev. Heke em piştgiriyê xurt bikin em ê bikaribin ser piyan bisekinin. Nexwe em ê ji derba giran a şer girantir derbek bixwin. Ev jî dê zêdetir rewşeke giran derxe. Divê em nemuhtaciya xwe û serbilindiya xwe nişan bidin.”
‘Em ê serî li darazê bidin’
Sari diyar kir ku ew ê di demeke nêz de bi esnafan re civînek li dar bixin û dê bi vê civînê bi seknek hevpar serî li darazê bidin. Sari destnîşan kir ku ew ê piştgiriyê ji baroyê jî bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dibe ku demek dirêj bigire lê ev ji bo ku li ser piyan bisekinin hewce ye. Heke li Tirkiyeyê sêpanên demokratik nekevin meriyete dê tu carî bi temamî em ê nekaribin ser temamî rabin ser piyan.”
(kom/gka)