DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji malbata Celîlan xelateke bêhempa!

 
30 Hezîran
09:07 2016

VIYANA (DÎHA) - Malbata Celîlan nêzî 60-70 salin ku li ser edebiyat, folklor, çand û zargotina kurdî, Kurdistanî dixebitin, gencîneyeke nû xelatî çand û zargotina Kurdî kirin. Prof. Celîlê Celîl xebata ku bi birayê xwe Ordixanê Celîl re dabû dest pê kirin, piştî wî jî domand û dest bi weşana bergên rêze ansiklopediya kir. Heta niha pênc berg hatin çapkirin û hê 22 berg di rêzê de ne. Prof.Dr. Celîlê Celîl der barê xebatên xwe yên wîjeyî de nirxandinên girîng kirin.

Malbata Celîlan ê nav û dengê xwe ji xebat û lebata li ser Zargotin, edebiyat, folklor, muzik a Kurdî vergirtine, dîse zendikê xwe pêçan (çikandin) û dest bi xebateke bêhampa kirin. Prof. Celîlê Celîl vê xebatê weke xelatkirina Kurdan, weke li xwe veger, li mirata hezar salan xwedî derketin û weke deyndayinekê dibîne. Xebata ku berî bi 50-60 salî bi kêmderfetî li her çar parçê Kurdistanê û her weke din li Ermenistan, Gurcistan, Qazakistan, Qirgizîstan û her wiha Asya ya Navîn destpêkirî, bi navê ansiklopediyên "Zargotina Kurdî" berhev bûn. Mirov dikarê bibêje, hemû berhemên ku ji aliyê Malbata Celîlan ve, bi ked û sebreke mezin hatine tomarkirin di ansiklopediyan de li hev dicivin. Bi deh hezaran stran, dîlok, qewl, qesîde, çîrok û çîvanok, gotinên pêşiyan, têderxistînok, fabel hwd. di van ansîklopediyan de civiyan e.
Xebata ku ji aliyê ronakbîr, dîrokzan û helbestvan Casimê Celîl ve hatiye destpêkirin, bi lekolînerî û pîsporiyan zarokên wî Prof.Dr. Ordixanê Celîl, Prof. Dr. Celîlê Celîl, Muzîkzan û etnolog, Cemîla Celîl û pîspora wergerê Zîna Celîl gihaye asta herî bilind. Prof. Dr. Celîlê Celîl niha ala vê xebatê hildaye û temenê xwe yî mayî ji vê xebatê re veqetandiye.

Celîl di çend rêzên helbestê xwe de wiha dibêje:

"Li yan e , li yan e
Erdê bêrîyê erdekî rastî dûzî bêpîvan e,
Hezar û hefsid malê gesî şargê û kemînê xwe lê vedan e
Ecîl Birahîm xudanê zirî, melûkê wan e
Hafarê Gêsî beyreqdarê wan e
Di nava xwe de danîne Qurana Ezîmşan e"

Li ser kar û barê ansiklopediyên " Zargotina Kurdî " ku wê 25 berg bin, me bi ji yek xwediyê vê keda mezin Prof.Dr. Celîlê Celîl re roportajek pêk anî û bi we re parvedikin.

*Profesör, dê bibê dubara pirsa ku her hûn dibihîzin, lê carekedin em dixwazin ji devê we bi kurtasî Malbatan Celîlan Nasbikin.--

Ez dikarim bibêjim malbata me bi avabuna Sovyetê de dest pê dikê. Ji ber ku diya min jî û bavê min jî di yetîmxana de mezin bûne. Her dû jî bêkes bûn, ne dê û bav, ne xal û xaltîk, ne ap û pismam, tenê dizanin Kurdin û li ser vê hîmê mezinbûne. Bavê min Casimê Celîl bi Kurdî re pir eleqedar e û li ser Kurdan çi heye çi tune ye dixwaze berhevbike. Yekemîn pîrtûkên Îsahak Marogûlov dixwazê û çîroka berhevkirina malbatê destpêdikê û bi taybetî jî ev pîrtûk dibin bingehên pîrtukxana wî. Atmosfera mala me li ser forklor bu û ev atmosfer ji bavê min bela yî hundir dibu. Paştre kar û barê Radyoya Erîvanê hişt ku malbat tevde têkevê nav vê atmosferê. Ji ber ku dengbêj ji mal qut nedibun û vê atmosferê bi me teva re evîna Kurdî çêkir. Piştî gelek zehmetiyan me weke malbat, her yekî ji me dest bi weşandina berhemên li ser Kurdî kir û piştî derfet afirîn me folklora xwe diyarê xelkê sovyetê kir. Ji 60 salî zêdetir ez û malbata me tev di vê oxirê de dijîn. Bi hêvî ne em layiqî edebiyat, folklor û Zargotina Kurdî bubin.

* Mamoste hûn dikarin ji me re Zargotinê vebêjin?

Zargotin ji destpêka mirov ku ji rewşa beyanîtiyê û ji rewşa hovîtiyê derdikeve, hinek tiştan fam dike, dinya yê nasdike, hest bi pêşdikeve li ser tabî'etê, jiyanê û wan tiştê ku li der û dora wan diqewime dixwaze fambike, nasbike, nav lêke, şîrovebike despêdike. Evana gavên pêşînin. em dikarin bibêjin insan dema ji heywanan vediqete, dema bi gruban dijîn, gava malbatan çêdike û herwiya weke mirov dema hêdî hêdî xwe ji hemû giyaneweran cudatir dibîne, dema tiştên xweş, xweşik, baş, ciwan, ji ne baş, nexweşik cudatir dike, li ser vanan difikire, hingî destpêdi Zargotin jî destpêdike.

'Dîroka Zargotinê ji dîroka axaftinê ve destpêdike'

Dîroka mirovan û Zargotinê bi axaftinê destpêdike. Eger axaftin tune be mûsîka tune ye. Mirov pêşî tiştên der û dorê xwe teqlît dike û wan dengen tim dubare dike û tev dibe hafiza wî. Zargotin ji axaftina peywendiyên normal cudatir e. Çimkî di Zargotinê de hûner çêdibe. Di Zargotinê te tu hîsa xwe, fêmkirina xwe bi rewşeke taybet didê axaftinê û ji axaftina xwe ya rojane cuda dibe. Ku tu hemberhev dikî, dibêjî eva qenc e, xerab e, ciwan e, eva nazik e û hwd. Evanan elementên ku dibin çîrok.
Mirov der û dora xwe şîrove dike, pirsan dike, bersivan didê, efsûnan ji xwe re çêdike, tebîata xwe binavdike, şkeftan, çiyan, tav, sî, av û her tiştî dikê elementên çîrokê û tecrûbeyên xwe. Ew ji zaroyên xwe re dibêje, zarok ji zaroyên xwe re, belav dibe. Her eşîr, her tayfek, her etnîk grupek zimanê wî çêbuye. Her yek li ser zimanê xwe.
Dema şaristanî avadibe, zargotin ji hingî ve dibê taybetiyek jiyanê. Mirov dikarê bibêjê dîroka Zargotinê bi dîroka axaftinê ve girêdayî ye. Bi şaristaniyê re jî gîhandiye asta mîtolojî yê.

* Çîroka daneheva Zargotinê ya we çawa destpêkir?

'Dema dengbêj dimirin, her yekî tiştekî bi xwe re dibe!'

Piştî nivîsandinê û pîrtûkan Zargotin hinekî qels bû. Lê di nav Kurdan de folklereke dewlemend ma, ji ber ku Kurd, miletekî çiya yî bûn, nexwendevan bûn. Jiyana çiyayî û zozanî ev diparast. Lê ji xwe piştî ku Kurd jî koçber bûn, gund û warên wan xerabûn ev folklor jî, çanda Zargotinê jî koçber bû bi wan re. Ziman li Kurdistanê hate qedexekirin. Rê li ber ziman hate girtin û ji xwe pirsgirêka herî mezin ku Zargotin jî nehatiye civandin.
Zargotin jî zindî ye, bi her merivekî re dimire. Li her gundekî çend dengbêj hebin, her dengbêj tiştekî distrê, her yek şaxek distrê. Hewqas dewlemend e Zargotina Kurdan. Dema ku dimirin jî her yek bi xwe re tiştekî dibe.
Em ev 60 sal in Zargotinê berhev dikin û li ser dixebitin. Dema dengbêj dihatin li Radyo ya Erîvanê bistrin, birayê min Ordixanê Celîl li dengbêjan guhdardikir û stranên wan di nivîsandin. Her dengbêjekî di radyoyê de stranek, du stran digotin encex. Lê peyre an jî berî hingî bavê min Casimê Celîl bi xwe re dianîn malê, şevbûhêrka xwe dikirin, çîrok digotin, distrîn û me jî qeyd dikir.
Ez dîrokzanim. Ordixan li ser Zargotinê pîspor bû, xwîşka me Cemîle Celîl pîsporiya wê li ser mûsikê bu. Berê gelekî zehmet bu, derfet kêm bûn lê dûvre bi pêşketinên teknîkî ve jî me avêtîn computerê. Tiştên ku berê me bi Kirîlî nivîsandibûn me wergerê tîpên latînî dikir. Hemû dokûman bi zanistî cins cins, malbat malbat cardin di ber çavan re hatin derbaskirin. Me plan kiribû ku bi Ordixan re salên çend caran bicivin û li ser ansiklopediyan bixebitin. Lê mixabin temenê birê min Ordixan têrê nekir, pişta min vala ma.
Dema ku em li arşîvan dinerin ji çîrokvan û dengbêjên ku dengên wan hatiye girtin an jî li ber gotinên wan hatine nivîsandin ji sedî 99 jiyana xwe ji dest dane ji ber kû ez niha 80 salî me û daneheva Zargotinê 60 sal e didome.

"rojekê ji rojê Xwedê ye
Bekirê malxirap rahişte xencerê ye
Berê xwe da derê kadîna kaê ye
Bi sê denga bakir selixê ye
Dibê: 'Zelîxê, min sê sala xulamiya mala bavê te kir, rojekê ji rojê xwedê, te mir'e neda soz û qewl û qirarê revê ye,
Zelîxe pê re da soza revê ye
Qewlê xwe danîn seh'et şeşê şevê ye"

* Taybetiyên Zargotina Kurdan çine?

Zargotina Kurdî xwedî taybetiyek mezin e. Gelek ji hev cûda ne. Gelek tişt hene weke stranên şeran, yê mêraniyê, yê dîrokê. Tiştin wan, yê gelek zargotinên der û dorê û dur ku hene jî ji Kurdan hatiye dizîn, didizin. Govendê me, stranê me û gelek tiştên din didizin, kopî dikin, weke ku yê wan in didin nişandan, weke kurdira xwe didin nasîn.

'Lê çîrokên Kurdan xwediyê xwe didin nasîn'

Çîrok nayê dizîn, çîrok gerhok e, koçer e. Ziman çiqas pêşketî be, çîrok û çîrokbêjî hewqas xurt e. Di hemû zimanan de li ser hirça, li ser rovîyan an gelek ajalan çîrok hene. Lê di çîrok û çîrokbêjiyan Kurdî de dema tu dinerî ziman çiqas dewlemen e, ku xwediyê çîrokê didê nasîn.
Dewlemendiya Zimanê Kurdî yek jê ew e rengdêr in/sıfat. Dema hinek dixwazin werger bikin, dikin û nakin nikarin werger bikin van tiştanan, ji koka xwe durdixin û li hev tînin, lê di binyada xwe de dema tu li ser heman çîrokê lekolîn dikê, dibînê ku bi her tiştê xwe xwe ve ew çîrok Kurd e.

'Zargotina Kurdan-Kurdî li gorî civak û çanda Kurdan rengê xwe standine.'

Di zimanê Kurdî de rêzgirtin, pesindayin, wesifdayin pir bi pêşketiye û dema bi hev re diaxivin ev rêzgirtin erêniye. Mînak dema qala hin tiştan dike "haşayî te, durî te, bê mane", an dema çîrokgotinê de her kontak bi kesê guhdarvan re heye. Mînak, "ji efendiyê xwe re bêjim, ezbenî, ezxulam,".

'Zargotina Kurdan kaniya dewlemendkirina Zimanê Kurdî ye.'

Di Zargotina Kurdî de stranê dîrokê, kronologiya dîroka Kurdistanê ne. Eşîrê Kurdan, buyerê li Kurdistanê, şerê navbera eşîran, şerên netewehî. Jixwe bi hezaran windabûn e. Stranên weke Derwêşê Evdî ew jî boneya melodiya xwe gihane hetanî roja îroyîn û di nava stranbêjiyê de ji ber ku weke esas hatiye danîn, yê ku nizanibe Derwêşê Evdî bêje nabe stranbej.

'Destanên Kurdan ku li ger aliyê Kurdistanê têne gotin serbilindayiya Kurdan in'

Birê min profesyonal Folklorist bû û doktora xwe li ser Zargotina Kurdan çêkir. Cara pêşîn "Dim Dim, Xanê Çengzêrîn" weke eposa (epîk, destan) Kurdî ye. Her millet eposa wan heye ku ji dîrokan wan tê û xisusiyetê wan, hunermendî û hêza bedewatiya wan tê û ev yek li hemû deran tê pejirandinê. A Kurdan jî yek jê Dim Dim e, Xanê Çengzêrîn e ku dîrokeke kevn e. 1608-1610, du salan serhildaneke xurt çêbuye, pir deng daye, di nav Kurdan de buye dîroka serbilindayî, ku hewqas li hemû deran belav bû ye. Ezidî dibêjin, ê ne Êzidî dibêjin, li bakur dibêjin, li başûr dibêjin, li her derî dibêjin, ev nirxeke neteweyî ye.
Diroka Kurdan di Zargotina wan de veşartiye. Her destanek, stranek, epîkek, çîrokek, gotinek hîmê dîroka me ye..

* Boneya xwedî derketin, parastin û bi pêşxistina Zargotin, edebiyat û çanda Kurdî divê Kurd çibikin?

' Her Kurdekî temen mezin dema dimire bi hezaran tişt bi xwe re dibe. İja ew der nabê goristana Kurdan, dibê goristana Kurdîtiyê'

Leyistika herî mezin ev e ku Kurd zêde pey sîyasetê ketin e. Dijminên Kurdan dixwazê bi riya siyasetê asîmile bike. Dibêjê tu çi be, kî be were sîyasetê bike, bibe memur, bibe karker, bibe karmend bibe hertiş, lê ne bi Kurdî, bi erebî, tirkî, farisî. Ziman tune be Kurdbûn çiye?
Daxwaza min ew e, Kurd bere zimanê xwe bernedin û ziman tenê ne axaftina vala ye! Divê zimanê hûnerî, zimanê kal û bavan yê folklorî lê bibin xwedî, bicivênin, belavbikin. Zarokê me îro di dibistanan de bi Tirkî mezin dibin. Şerê me yê pêşîn gerek ji bona vê be. Ji ber ku ji her demê zêdetir Kurdîtî û ziman ji nava me rabû ye. Berê zimanê Tirkî di nav me de hewqas ne xurt bû lê îro pir bi pêşhetiye. Dewlet tê li nava Kurdistanê, dinere Zimanê Kurdî û Kurdperwerî xurt e, li wir ûnîversiteyan vedike, dibistanê taybet vedike, zarokan hînî pîşeyan dikin, zarokan ji gundan tînin, xaniyan ji wan re çêdikin. Ew zarok bi hevalên xwe re bi Tirkî diaxivin, her tiştên wan bi Tirkî ye, çend salan dixwînin, asîmile dibin, xilasdikin. Ew pîşe/meslekê ku dixwînin li gundê wan bi kêrî wan nayên, mecbûr dimînin diçin metropolan. Bi hezaran zarokên Kurdan ûnîversiteyan xilas dikin, ew bi ku de diçin?

"Fatimê go: lo lo lo nemao, lo E'lo"
payîz e, xweş payîz e
şalur dixwîne, bilbil çiqas dengî zîz e
hatiye odeye me mêvanekî şêrîn e, di dilê te da pir ezîz e
ez duh vî çaxî çûme êwana Mala Hesen Efendî
ez çûme oda fatimê, Fatimê li ser soza xwe ye, hê qîz e"

"Gerek Kurd boneya zimanê xwe dinyayê rakin serpiyan."
Berê her tişt qedexedikir lê dîsa jî Kurdan di mala xwe de bi Kurdî xeberdida. Iro bi şekir tê pêşiya te û te asîmile dike. Dihêle tu sîyasetê bikê (lê bi Tirkî), partiyan avabike, navê Kurditiyê lê bikê, destûra aktiviteyan dide, jibo dewletê problem tune. Lê destura perwerdehiya zimanê Kurdî nade! Dewletê nikarî bi milyonan Kurd bikuşta, lê îro ew zarokên ku bi Tirkî xwendin bune dayik û bi Tirkî diaxivin. Ev xetereyeke mezin e, em kê dixapînin!
Gerek Kurd boneya zimanê xwe dinyayê rakin serpiyan. Lê wisa lê hatiye Kurd bixwe Tîrkî zêdedikin di nav Kurdan de. Bi kar û barê ku prîvat zarok fêrî ziman bibin ev nameşe. Bi sed hezaran zarok diçin dibistanê, tenê komek zarok li komelekê an dibistaneke taybet fêrî ziman dibin. Dewlet dibêje bere bibin bîst salî duvre herin zanîngehê, ger bixwazin bere fêrî Kurdî bibin. Kurd ne Kurdê berêne û divê perwerda Kurdî, bipêşxistina zimanê Kûrdî tevbigerin


* Armanca Ansklopediyên ku ji 25 bergan pêk tê çine?

Di va salên dawî de bi hezaran berhemen Kurdî, cur be cûr têne weşandin lê di nav van de yê ku bi şiklê zanyarî û ansîklopedîk têne nivîsandin pir kêm in. Kêfxweşiyeke mezin ew e ku derfet pir bû ne û Kurdan giraniya xwe daye nivîsandinê. Divê li ser her tiştî binvîsin, bi her cureyî binvîsin, pîsporbinin, lekolînin, vekolînin, bipirsin, berhev bikin. Yani hem ber ew bi xwe binvîsin, hem jî her yekî ji wan di gencîneya zimanê û zargotina Kurdî de tiştekî bibînê û mayînde bike.
Ez jî dixwazim keda Malbata Celîlan ya 60 salan zêdetir di van ansiklopediyên ku bi metodên zanyarî têne nivîsandin bicivênim û diyarî Kurdan bikim. Wê bi giştî 25 berg bin. Berga pêşîn Destanên Kurdî ne. Destan berê di nav Kurdan de pir bi xwedî qîmet bûn. Lê niha pir kêm bûye. Berê li her gûndî destanbêj hebûn, her yekî bi cureyekî, bi dengekî, bi taybetiyekê digotin û ji xwe jî tişt tevlî dikirin û wisa dewlemend bû.
Her du bergên ansîklopediyê pêşî weke ceribandinê ne û bergên din her yekî li ser beşekê ye, di van bergan de her tişt hene. Stranên şînê hene, nifir, dûa, tiştanok, îdom, çîrok, çîvanok, çîrçîrok hene, stranên govenda, yê dilanan, stranên mêraniyê, epîk hene, efsûn hene li ser Suleyman Pêxember, li ser İskenderê Zilqerne... Me bi zanetî ev wisa amedekirin. Weke baqekî bi dehan, bîstan kûlîlkî ji bexçe yê Zargotina Kurdî em diyarî Kurdan bikin. İja em dixwazin her kûlîlk bi xwe bibê baqek û di bergekê da bê. Me niha 5 cîlt çapkirine û pêra jî cîldên din jî amade dikin.
Dema ku ev ansiklopedî qediyan ez ê rehet rakevim. Ez weke kes û ji xwe bi taybetî malbatê jiyana xwe tev bi van berheman berdewamkir. Niha jî careke dawî em dixwazim rengê Zargotina Kurdî cardin li her derî vedê.

* Dema hun ketine nav kurahiya xebat û danehevên bi dehan salan we çi hîs kir an hûn li rastî çi hatin?

Dema min dest bi xebata bergên Zargotinê kir, li nav arşîvên nivîsarên zargotinê de digeriyam ka çi tê de heye ku ez bend bend parvebikim, min di nav wan arşîvan de defterên dibistanî dîtin û yek ji wan taybet e, deftereke zarokan e. Ji xwe min dibistan qedandibû lê ez çubûm gundekî û rastî tiştên balkêş hatibum, min xwest binvîsim tiştek li gel min tune bu û bajar dur bû, min ji zarokên xwediyê malê standibu. Li ser nivîsiye, 1955. Ji wê rojê pê de Zargotin buye av, hewa, nan, ta'b (ked), jiyan û evîna min. Carekedin di arşîvan de li rastî vê nivîsê hatin, ez dilxweş kirim.

* Di dema weşandina pênc bergan de hûn li rastî çi probleman hatin? an problemê boneya weşandına bîst bergên dîn li pêşiya we çine?

Problema herî mezin a fînansî ye û redaktorî ye. Ansîklopedî li Ewropa çapdibin boneya ku kalîte ya wan baş be. Her çiqas tê xwestin ku bi zaravayên din yê Kurdî jî bê çapkirin lê ji ber ku latînî li her derê ji hêla xwendevanan ve tê bikaranîn em bi latînî didomênin û dixwazin bi vî şiklî cihê xwe di nav lîteratûrê de bigirê. Kengî bê xwestin wergera zarava û zimanên din, hêza zanistiya Kurdî têrkar e.
Kesên ku alikarî dikin boneya çapkirina bergên ansiklopediyê navê wan jî di ansiklopediyan de tê nivîsandin. Zehmetiya mezin despêk bû. Jixwe dema ku ansiklopedî werin firotin dê bibê alikariya bergên din.

* Xwendekarê dê çi sûdê ji van ansîklopediyan bigirin?

Xwendekar di van ansiklopediyan de dê Zargotina Kurdan bibînin, ku bingeha edebiyata/wêjeya Kurdî ye. Dê dîrokê binase, bo hûnernasiyê, ji bo naskirina mûzîkaya gelerî, dans, mûsîk, komedî, tîyatro, û gelek tiştedin. Mirov dikarê bibêjê Zargotin gencîneya ziman, çand, hûner û jiyanê ye. Zargotin ne tenê boneya demekê ye, hişê hezar salan e. Ê ku fêrî Zargotina xwe bibe, dê fêrî dewlemendiya dîroka bav û kalê xwe bibe.

* Gotina dawî?

Çi xebata werê kirin ku xebatkarê wê ne evîndarê Zargotinê bin, xizmet çênabe. Gelek mirov hene boneya çapkirinê tiştinan dinvîsin û berdewam nakin. Lê divê evîndarê Zarogitinê bin, wextê xwe bidinê de, xwe biêşînin, hareketa xwe, mal û milkê xwe dênin ber vê evînê, wî çaxî dikarin bibin xwedî berhem. Ez di vê heştê saliya xwe de dixwazim herim Kurdistanê gund bi gund bigerim û zargotinê berhev bikim, biweşênim û xelatî zarokê Kurdan bikim.
...Zargotin divê bê nivîsandin ji ber ku jibîr nebe.

(st/mae)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN