Esnaf bi krîza aborî cejnê pêşwazî dikin
ENEQERE (DÎHA) - Krîza aborî ya esnaf aniye ber îflasê nêzî cejne jî rûyên esnafan nekenand. Beriya cejnê divê sûk bi liv û teger bûya lê ji rojên din cudatir nîne. Esnafên Enqereyê wiha gotin: "Şekirê ku em bi 5 TL'î difiroşin jî mirov nikarin bikirin. Dema herî xirab a 10 salên dawî ye. Karê wêdetir derdê me roj derbaskirin e."
Cejna ku nifşên berê bi gotina "cejnên berê li kû ne" pêşwazî dikin, zarok bi rasti bi kêfxweşiya cejnê jiyan dikirin niha ji rêzê tê pêşwazîkirin. Agahiyên mirinan, teqîn, krîz jî nahêle ku welatî tehma betlaneya cejnê ya 9 rojan bijîn.
Ax ew cejnên berê...
Esnafên ku rojî di şertên krizê de pêşwazîkirin di cejnê de jî daxwaza wan pêk nehat. Çend roj ji cejnê re ma, şekirên cejnê yên derketin dezgehan jî rûyê esnafan nakenîne. Şekir tenê dezgehan rengîn dikin.
Li Kizilayê jî Ulusê jî rewş cuda nîne
Esnafên li Kizilayê diyar kirin ku tenê navê cejnê hatiye, di karên wan de guhertinek nîne. Li hala Ulusê ku buhayên tiştan li gorî market û sûkan erzantir e jî rewş cuda nîne. Li dezgehan buhayê şekir di navbera 5-15 TL ye û esnaf tenê hewl didin rojê derbas bikin. Esnafê bi navê Behzat Yaşar ê 5 sal in li Hala Ulusê esnaf e wiha got: "Pereyên mirovan tuneye ji ber vê yekê jî kar jî tuneye. Di rewşên normal de welatî 2-3 kîlo şekir dikirin lê îsal nîv kîlo dikarin bikirin. Zêdetirî kîloyekî kesek nikare bikire. Cejna herî xirab esnaf pêşwazî dikin."
Taylan Parabakan ê ku nêzî 10 sal in esnaf e jî wiha axivî: "Mirov nikarin tiştekî bikirin mizeya kêmtirîn hezar û 300 TL ye bi vî pereyê mirov kirê bikirin, fatureyên xwe bidin an tiştan bikirin? Em di sînorê birçîbûnê de dijîn. Aborî serobino bûye."
Dema herî nebaş a 10 salan
Parabakan anî ziman ku krîza aborî bi her awayî hîs dikin û wiha got: "10 sal in li halê dixebitim. 10 sal in min rewşekî wisa nedît. Kîloya şekir bi 4 TL'î dikirim û bi 5 TL'î difiroşim lê ev jî ji bo welatiyan buha tê. Esnaf êdî karê nafikire derdê wan bêzirar roj derbaskirin e. Ligel ku çen roj ji cejnê re maye jî dikan vala ne. Berê gelek qerebalix bû. Lê îsal wekî ku hûn jî dibînin kar tuneye. Welatî tên nîv kîlo şekir dikirin. Ji ber ku pere tuneye nikare butçeyekî veqetîne."
(sa)