DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Tûrîstên Tirkiye diçin derve

3 Tîrmeh
09:03 2016

ENQERE (DÎHA) - Îsal ji ber ku gelek bombe li Tirkiye teqîyan û gelek komkujî pêk hatin tûrîst nayên Tirkiye. Li aliyê din turîstên Tirkiye jî diçin dervê Tirkiye. Ji ber ku cejna remezanê 9 rojin turîstên Tirkiye dê biçin derve.

Li Tirkiye piştî îxtîdara AKP'ê şer da destpêkirin bi sedan mirov hatin kuştin. Li bajarên Kurdistanê hêzên dewletê welatî qetil kirin, li metrepolan jî çeteyên DAIŞ'ê li dijî welatiyan êrîşên bombeyî pêk anîn û komkujiyên mezin pêk anîn. Bi taybetî piştî li Stenbolê li dijî turîstan êrîş pêk hatin û li Enqere li dijî sivîlan êrîş pêk hatin, turîst nehatin Tirkiye. Ji ber şerê li Tirkiye îsal hemû perav û qadên turîzmê vala ne û sektorên turîzmê bi gilî û gazinc in. Bi taybetî di van rojên Cejna Remezanê ku dê 9 rojan berdewam bike li bendê bû ku tûrîst bên Tirkiye, lê li şûna turist ji derve bên Tirkiye, turîstên Tirkiye jî berê xwe didin derve. Tûrîstên derve ji ber ku êdî Tirkiye welatekî bi ewle nabînin nayên Tirkiye.

Serokê Şaxa Komeleya Bikaranîna Turîzmê ya Anadolu ya Enqereyê Bîrol Akman, anî ziman ku hem tûrîzma derve û hem jî tûrîzma navxweyî pir paşve çûye û wiha got: "Êdî ji ber ewlehiya navxweyî kes naxwaze biçin betlanê. Li gel destûra cejna remezanê 9 rojin, hêjmara turîstan daketiye ji sedî 10-20'an. Êdî mirov naxwazin biçin betlanê. Ji ber di demên dawî de teqîn zêde dibin li Tirkiye ewlehî nemaye. Ji ber ku turîst tune, hin otelan deriyên xwe venekirine."

Organîzatorê Şîrketea Turîzma Piramitler Sondugan Buyukaşık, diyar kir ku piştî qeyrana Tirkiye û Rûsya ya balafira şer êdî turîstên Rûsya nehatin Tirkiye. Dîsa turîzma navxweyî jî pir daket. Hin otelên ku deriyên xwe venekirine hene.

Ji Turîzma Premier Canan Kuvvetlî jî anî ziman ku her çend Cejna Remezanê 9 rojin jî dîsa rezervasyonên wan pir kêm in û wiha got: "Rezervasyonên me îsal li gorî sala par ji sedî 40 daketin."

Endamê Şîrketa Reya Tur Seyahat Mahsun Ertan Guler jî anî ziman ku fiyetên tûrîzma hundir li gorî ya derve bêtir buha ne. Ji ber buhabûnê turîstên hundir berê xwe didin derve.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN