Esnafên Rihayê: Her sal xwezî bi par
RIHA (DÎHA) - Esnafên Rihayê yê îsal ji danûstandina cejnê bifikar in, diyar kirin ku piştî komkujiya Pirsûsê bi konsepta şerî re kar hema bêje ji sedî 50 ketiye û wiha gotin, "Her sal xwezî bi par."
Li Rihayê li gel germahiya havînê jî welatiyên ku bo danûstendinê derketin û esnafên ku dezgehên xwe vedan, rastî tiştê ku hêvî dikirin nehatin. Li gel dezgehên şekirî û dikan rastî eleqeyekê hatin jî, esnaf ji halê xwe nerazî ne û diyar kirin ku li gor cejnên din kar bi awayekî zêde ketiye. Esnafên li navenda danûstendinê ya li Qada Yildizê ya ku bi piranî rawestgeha welatiyên bajêr ên rewşa wan î aborî nebaş e, ji rewşa heyî nerihet in.
'Bi komkujiya Pirsûsê re ji sedî 50'î kar ket'
Ji Esnafan Ûgûr Esmeray balê kişand ser rewşa daketina kar û da zanîn ku welatî tên li buhayê hilberînan dipirsin û diçin. Esmereya diyar kir ku sedema vê ji be rşerê heyî ye û wiha got, "Li gor salên berê, kar pir ketiye. Piştî teqîna li Pirsûsê hema bêje kar ji sedî 50'î ket. Bi zor û heft bela em heqê kirêya xwe derdixin. Bi zor em heqê nanê xwe derdixin. Xwedê li xêrê bigerîne."
'Her sal xwezî bi par'
Qehwefiroşê bi navê Mûhammet Ûçar jî diyar kir ku di navbeyna cejna sala çûyî û ya niha de ferqek zêde heye û wiha bertekên xwe dan der, "Cejna sala çûyî, di van saetan de firsend tune bû em serê xwe jî bixurînin. Hûn dibînin di cejna îsal de ji ber şer, operasyonan kar tune ye. Sala çûyî bi sê qatan bêtir me kar kir. Pêrar hê çêtir bû. Her sal em dibên xwezî bi par."
(red)