Îtbarî: Bavê Eşo, siwarê Têro
RÊDÛR DÎJLE
AMED (DÎHA)- Yek ji qonax û heyamên Wêjeya Kurdî ya herî hewldêr û çak 'Qonaxa Qafqasyayê' ye, ku di vê qonaxê de bi sedan berhemdarî û xebatên kelepûr û wêjeyî xwe dane der. Yek ji van berhemdaran Wezîrê Eşo û novela wî "Îtbarî" ye, ku Eşo bi miraqdarî ji meta xwe Meyane dîrokçeya kalikê xwe Hûtî Begê dipirse û wê guhdarî û miraqdariya xwe bi navê "Îtbarî" wek pirtûk berpêşî raya kurdî dike.
Di warê Wêjeya Kurdiya Kurmancî de, ji qonaxên wêjeyî ya çak û berhemdar yek jê Qonaxa Qafqasyayê ye, ku hema meriv dikare bibêje di vî warî de tu tişt ji ber bayê wê nefilitiye û hema eşêfiya hemû keresteyên çandî, folklorîk û wêjeyî kiriye. Yek ji suxteyên vê qonaxê jî Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê ye. Ku wî jî di temenekî ciwan de hay ji rewşa civak û kelepûra xwe yî ku ji ber sedemên şerên serdestan kambaxî û tofan lê sihurîne çêbûye. Û wek Mîr Celadet Bedirxan ku dibêje; "Zimanê Kurdî wekî xirarekî ka, ku tu di nîveka deryayê de vala bikî, pêlên avê her libeke kayê bi aliyekî de bibin, ji hev pîj û belav bikin. Karê me nivîsevanên Kurd ew e ku em wan libên kayê li ser rûyê deryayê bicivînin û vegerînin xirarê wan" Eşo jî bi haydariya xwe xwestiye di vî warî de her wan libên kayî berhev bike, da winda nebin û bo nifşên nû pirekê di navbera rabirdû û dahûtiyê de ava bike. Û bo vê her hewl daye û di vî warî de her ketiye nava lêgerînê, ku yek ji van lêgerînên wî jî novela wî ya bi navê "Îtbarî" ye.
Eşo di "Îtbarî"yê de, bobelat û kambaxiyên ku di destpêka salên 1900'î de ji hêla,bi gotina wî, 'Roma Reş' ve bi ser civata wan î Êzîdiyan hatine, bi saya çîrokên meta xwe Meyane vedibêje.
Pûxteya hin pasajên novelê:
1- Piştî dêlika wan î bi navê Hirçê disekite, li şûna wê tûleyekî din tînin û navê Boxir lê dikin. Piştî salan Boxirê ku hezkiriyê ber dilê hemû ferdên malbatê ye mezin dibe û şevekê di sar û seqemiya zivistanekê de dema Boxir li holika xwe girêdayiye du gur êrîşê dibin ser û wî dixeniqînin. Bi vê re zar û zêçên malbatê şînê girêdidin û bi vê şînê rabirdûya mişextbûyîna sala 1918'an a arasteyî Kurdên Êzdî bi devê Meyane xwe dide der. Ku di wan salan de dema ji gundê xwe bi darê zorê mişextî dibin, bi navê Boxir kelbekî wan hebûye. Lê Boxir gund neterikandiye û ji ber neterikandiye ji hêla leşkerên tirk ve tê kuştin û ji ber vê navê Boxir li yê ku ji hêla guran ve hat fetisandin, hatiye kirin.
2- Dema ji Qersê ji ber zilm û zordariya Romê mişext dibin, zû bi zû berê xwe didin hêla Ava Reş da derbasî Ermenîstanê bibin. Lê ji ber Ava Reş zêde rabûye û pêlên avê dijwar in gellek kes ji ber bi avjeniyê nizanin, dixeniqin. Li ser vê Hûtê Begê hemû mişextiyan yeko yeko bi hespê xwe yî bi nav û deng, Têro, derbasî wî aliyê Ava Reş dike. Dema derbasî bajarê Gumriyê(niha navê wî Lenînakan e) ê Ermenîstanê dibin, Rom li wir jî ji wan naqere û çav berdane Têroyê Hûtî Begê û Têro desteser dikin. Ku herêm Hûtî Begê bi vî awayî nas dikir: "Bavê Eşo, siwarê Têro."
3- Piştî derbasî Ermenîstanê dibin, alayiyeke tirk wan dişopîne. Bi rojan li gund dimînin. Rojekê generalê tirk ê ku tevî leşkerên xwe bi rojan li gund dimîne û rewşa gundiyan, nexasim ê kurdên êzîdî raçav dike, li qada gund def û zirnê dide lêxistin û hin kesan dişîne nava gund, bi fen û fûtan dibê bêjin dê general ji gund veqete bila hemû gundî werin şahiyê, da general bo mêvanperweriyê malavayiya wan bike. Gundî tên qadê, ji neçarî govendê digerînin. Dema govendgerandinê mufreze dora wan radipêçe. Jin, zarok û extiyaran vediqetîne, ciwan û mêrên li ser xwe dibin û wan di rêya hesinî de rojê 18 saetan didin xebitandin. Ji van kesan gellek jê êdî venagerên nav zar û zêçên xwe û gellek ji wan dimirin. Yek ji van kesan jî, Elî, birayê Hûtê Begê ye.
Bi kurtasî nivîskar, wêjehez, dîrokzan, rojnamevan û wergêrê wêje û kelepûra kurdî Wezîrê Eşoyê Hûtî Begê bi novela xwe ya bi navê "Îtbarî" di kesayetiya xwe de rabirdûya hemû Kurdên Êzdî yên li Ermenîstanê vedibêje û wek keresteyeke dirokiyî berpêş dike.
Wezîrê Eşo yê her digot, 'Ez 80'ê salên din jî bijîm, ez ê dîsa jî her deyndarê gelê xwe bim" kî ye?
Di 1'ê Mijdara 1934'an de li Tiblîsa Gurcîstanê hatiye dinê. Bapîrên wî ji êla Sipkiya ne. Di dawiya sedsala 19'emîn de êla wan ji Elaşgîra Agiriyê ji ber pêkûtiyên Osmaniyan ber bi Dîgora Qersê ve koç dikin û li wir 16 gundî ava dikin û kalikê Wezîrê Eşo li gundê Şîrikiyê bi cih dibe. Beriya şerê Cîhanê yê Yekemîn û Şoreşa Îlonê bavê wî Hûtî Begê Reşîd serekê êla xwe ye. Piştî Şoreşa İlonê dema ûris ji herêmê vedikişin, li heremê zilma Osmaniyan xwe dide der Êzîdiyên li herêmê derbasî Ermenîstanê dibin, hêla Elegezê dibin. Piştî demekê li vir jî rastî zilma tirkan tên û derbasî Tiblîsa Gurcîstanê dibin û Wezîrê Eşo li vir tê dinê. Piştî demekê malbata wî dubare vedigere Ermenîstanê û li gundê Sîpanê(Pampa) bi cih dibin.
Eşo xwendina xwe yî destpêkê li Sîpanê dixwîne û lîseyê jî li Tiblîsê dixwîne. Di sala 1953'yan de qeyda xwe li Zanîngeha Ermenîstanê li Beşa Dîrokê çêdike û piştî kutabûna zanîngehê di navbeyana salên 1958-1961'ê de li gundê xwe mamostetiyê dike. Di sala 1961'ê de li derbarê dîroka Kurd de li Lenîngradê doktorayê dike. Di navbera salên 1964-1983'an de li Yêrivanê di radyo û Televizyona Ermenîstanê de redaktoriyê dike. Her wiha di radyoya kurdî û Rojnameya Rêya Teze de wergera gellek lîstik, nivîs û gotaran kiriye û her wiha gellek gotar û nivîs nivisandine.
Di 23'yê Çileya Paşî ya 2015'an de li Brûksela Belçîkayê koça xwe yî dawî kir.
Berhemên wî yên sereke: Mizgînî, Xebera Dosta, Dengbêj Kal Bûbû, Xaçator Abovyan, Kurd, Êzdî, Pampa-Sîpan, Sîber, Qirme, Îtbarî, Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo, Zargotinzanê Kurd ê Mezin û hwd.
(mae)