Tûrîst tune be ziman bê xêr e
ANTALYA (DÎHA) – Rêberê turîstan Bariş Şengezer ku bi 4 zimanên biyanî dizane, diyar kir ku 22 salin di sektora turîzmê de dixebite, ew qas salek xerab nedîtiye. Şengezer, ji ber tunebûna turîstan ji kar hat avêtin û niha li dikanê dinere.
Îsal ji ber şerê ku bi fermana AKP'ê pêş ket, li Tirkiye di qada sektora turîzmê de qrîz mezin bû. Bi taybetî sektorên turîzmê îflas dikin û karkerên xwe ji kar derdixin. Li Antalyayê zêdeyî 200 hezar karker betal man. Yek ji karkerê turîzmê û bavê zarokekî rêberê turîstan Bariş Şengezer ê 38 salî ye. Şengezer, bi Tirkî, Îngîlîzî, Rûsî û Almanî dizane. Şengezer, ligel 4 zimanan dizane jî dîsa ji kar hat avêtin. Şengezer anî ziman ku 22 salin di sektora turîzmê de dixebite, lê heta niha qirîzek bi vî rengî nedît.
Şengezer, da zanin ku wî ji Bellboy dest bi sektora turîzmê kir û piştre di karê resepsiyon, şefê resepsiyonê, midurê otelê û gelek karên din kir. Şengezer, da zanîn ku ji ber qirîza turîzmê ji kar hat derxistin û ji ber kar bi dest nexist niha li dikanê dinere. Şengezer, anî ziman ku li otelan heqê karkeran pir kêm kirine û bi keda erzan dixebitînin. 22 salin dixebitim yekem car rastî qirîzek wisa têm.
(mae)