DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Li dijî talana ekolojiyê 'Komîteya mudaxalekaran'

 
11 Tîrmeh
09:00 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Rêxistinên derdor û ekolojiyê li ser banga Hewldana Jiyana Çandî û Xwezayî kom bûn û li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê "Komîteya Mudaxaleya li dijî talana ekolojîk" ava kirin. Berdevkê Hewldanê Ahmet Karaçorlu, diyar kir ku ew dê li dijî talankirina xwezaya Mezopotamya bibin dengê rojava.

Bi şerê îxtîdara AKP'ê ku li Kurdistanê pêş dixe re xweza û derdor wêran dibe. Li dijî talankirin û wêrankirina xweza, derdor û ekolojiyê bertek û nezabûn zêde dibin. Saziyên derdor û ekolojiyê xwe bi rêxistin dikin û hewl didin ku bibin deng. Rêxistinên derdor û ekolojiyê li ser banga Hewldana Jiyana Çandî û Xwezayî kom bûn û li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê "Komîteya Mudaxaleya li dijî talana ekolojîk" ava kirin. Berdevkê Hewldanê Ahmet Karaçorlu, diyar kir ku ew dê li dijî talankirina xwezaya Mezopotamya bibin dengê rojava. Karaçorlu, diyar kir ku li Aliaga Antik Foça, li Semsûrê Antik Nemrut, li gelek warên dîrokî û çandî projeyên din ên talankirinê pêş dikevin û wiha got: "Ji ber vê yekê divê em hemû sazî û dezgehên derdor û ekolojiyê, hemû xwezaparêz, ekolojîst û derdorparêz bibin yek. Divê hemû sendîka, komele, rêxistin û saziyên parastina derdor û ekolojiyê dikin di nava hewldanê de cih bigirin.

Komite dê li dijî şîrketên ku li Korfeza Nemrutê, avahiyên peravên belavbûyî, Bajarên antîk ê Kyme lêkolîn dikin têbikoşin. Em dê pêşniyarên çareseriyê bixwazin.

Komite dê heta mijdara 2016'an li gelek qadan bigêje hev û çalakiyan pêk bîne. Karaçorlu, da zanîn ku dê li dijî şewata daristana Lîcê, li dijî çemê Alakir ê Torosank, bibin deng û têbikoşin. Em dê li dijî talankirina Mezopotamya bibin dengê Rojava.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN