RES'an hemû darên çam û zeytûnan hişk kirin
ÎZMÎR (DÎHA) - Di sala 2015'an de li ser zeviyên çandiniyê zêdeyî 200 darên çam û zeytunan hatin jêkirin û li şûna wan RES hatin avakirin. Hat dîtin ku ji ber RES li herêmê hatin avakirin darên çam û zeytûnan ên mayî jî hişk bûn.
Li Bakurê Herêma Egeyê hêjmara Santralên Enerjiya Ba (RES) her ku diçe zêde dibe. Di sala 2015'an de li herêma çandiniyê ya Bajaroka Çandarli ya navçeya Dîkîlî ya Îzmirê RES hatin avakirin. Ji bo avakirina RES'an li herêmê 200 darên çam û zeytûnan hatin jêkirin û li şûna wan RES hatin avakirin. Hat dîtin ku ji ber RES li herêmê hatin avakirin darên çam û zeytûnan ên mayî jî hişk bûn.
Şîrketa Hilberîna Ceyranê ya Çandira ya Biçakçilarê di sala 2007'an de ji bo RES'ê serlêdan kirin û di sala 2015'an de projeya wan xelas bû. Piştî RES ketin meriyetê Şîrketê idîa kir ku dê enerjiya ceyranê ya paqij bide gelê Çandarli û RES ava kir. Piştî RES hatin avakirin dar û zevî jî hişk bûn.
(mae)