DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Li Duzgun Baba her diçe şewat belav dibe

 
16 Tîrmeh
11:56 2016

DERSİM (DÎHA)- Li Çiyayê Duzgun Baba yê Qisleya Dersimê şewata ku li daristana xwe dabû der, her diçe berfireh dibe. Hat raçavkirin ku bo tefandinê tu mudaxile xwe nadin der.

Li Çiyayê Duzgun Baba yê Qisleya Dersimê li qadên daristaniyî şewata ku duh danê sibehê xwe dabû der heta danê êvarê dewam kir. Şewata ku xwe gihand heta gundê Kilê, li gel mudaxileyên ekîpmanên Gerînendetiya Daristan û gundiyan jî şewat nehat tefandin. Şewata li darsitanan îro jî li qadeke berfirehtir belav bû û xwe gihand heta qada di navbera Kortan û Çiyayê Kilê û niha ber bi Girê Vile Almano, gundên Cunîkufrî û Khalmenê belav dibe. Di şewata ku bi sedan hektar qadên darsitaniyî lê hatin şewitandin, diyar bû ku kes mudaxileyî wê nekiriye. Ji bo tefandina şewatê hewldana welatiyan jî hê didome.

'Heke li rojavayê Tirkiyeyê bûna dê ji hewayê ve bihatana tefandin'

Welatiyê bi navê Kazim Taşkirian ê li gundê Kilê rûdinê diyar kir ku şewata saet di 10.00'an de dest pê kir û wiha got, "Pêşî golik hatin. Ji hewayaê ji nişkave şewat. Di wê kêliyê ez li her derî geriyam, saet bû 14.00 deng ji tu kesî derneket. Pişt re hin kes ji Şaredariya Dersimê û ji gerînendetiya Daristanan hatin. Heke ez penaberê Sûriyeyê bûm, dê hem ji hewayê hem ji bejahiyê mudaxile bihata kirin. Şewat heta Çiyayê Sakoyê didome. Şewat tenê ne bes e. Ekîba ku hatiye dixebite. Heta qawet di wan de heye dixebitin lê bes ji destê wan ew tê. Tiştekî ku wekî din bê kirin tune ye. Heke ev li rojavayê Tirkiyeyê xwe bidana der, dê helîkopter, balafir ji hewayê mudaxile bikiranan. Lê mixabin ev der Dersime. Neviyên min digirîn."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN