Amerîkayê deriyên xwe ji Tirkiyeyê re girt!
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Saziya Hewayî ya Amerîkayê (FAA) hemû seferên ji Tirkiyeyê diçin Amerîkayê qedexe kir. 
Di daxuyaniya ku ji aliyê FAA'yê ve hate kirin de wiha hate gotin: "Ji kîjan welatê bin bila bin ji Tirkiyeyê ber  bi Amerîkayê hemû sefer hatine qedexekirin." Der barê qedexe dê çiqas bidome agahî nehat dayîn. 
(sa)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							