Kanên keviran ên Stenbolê gefan li jiyana welatiyan dixwe
STENBOL (DÎHA) - Kanên keviran û santrala betonê ku salek berê li taxa Gazî ya Stenbolê hatiye avakirin gefê li jiyana mirovan dixwe. Toz û bermahiyên kan û fabrîqeyên hatine avakirin tev li ava bendavê dibin û gelek nexweşî bi xwe re çê dike.
Li taxa Gazi ya Navçeya Sultangazî ya Stenbolê kana keviran û santralên betonê ku salek berê hatine avakirin tenduristiya mirovên taxê dixin xeteriyê û gefan li jiyana mirovan dixwin. Bi taybetî ji ber tozê herî zêde di pergala nefesê de nexweşiyan çêdike. Li taxa ku nifûsa wê 33 hezar e, bi hezaran welatî ji ber kanên keviran hatiye avakirin û toza kana li ezman belav dibe, nexweş dikevin. Ji ber toza keviran di pergala bêhn û nefesê de gelek nexweşî çêdike. Welatiya 65 salî Zekiye Yeşilpinar ku 25 salin li taxê dijî, diyar kir ku ji bo ev kanên li vir hatine avakirin bên girtin wan bi dehan caran daxwazname dane rayedarnan lê tu encam bi dest nexistine.
Yeşilpinar, da zanîn ku ji ber deng, teqemenî û xebatên li van kanan di aliyê fîzîkî û derûnî de dikevin bin bandorek neyînî û di xani û avahiyên wan de derz çê dibin. Yeşilpinar, da zanin ku bandorê li ser xew û tenduristiya wan dike û wiha got: "Ji ber doza kanên keviran gelek ji me nexweş dikevin. Gelek bi nexweşiyê astim, serêş bi wan re çêdibe.
Karkerê bi navê Zafer Aldogan jî anî ziman ku mala wan li hemberî kanên keviran e û ji ber teqînên li kanan kargeriya wan derz lê ketiye. Aldogan, da zanin ku sedema tevan polîtîkayên AKPê yên rantê ye. Akdogan, da zanîn ku ji bo cihê van kanan bê guhertin wan serî li qeymeqamiyê daye, lê her çend daxwazname dabin jî encam bi dest nexistine.
Parazvanê Bajar ê Sultangazî Ruhi Kara (40), jî anî ziman ku ev kanên li taxê tenduristiya mirovan dixe xeterê û gelek caran serî li rayedaran dane, lê encam bi dest nexistine. Kara, da zanîn ku wan hezar û 500 îmze kom kiiye û dane Şaredariya Sultangazi, lê şaredariyê tu bersiv nedaye wan. Kara, herî dawî da zanin ku ji ber toz û bermahiyên kan û santralên Betonê bendava Alibeykoyê qirêj dibe û tenduristiya welatiyan dixe talûkeyê.
(mae)